Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mesela Paleyên Rêz
 - 1
 - «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Malxwêyekî malê hebû, ku serê sibê zû derket, da ku ji bo rezê xwe paleyan bigire.
 - 2
 - Ew ji bo rojê bi zîvekî* bi paleyan re li hev hat û ew şandin nav rezê xwe.
 - 3
 - «Saet li dora nehan ew derket û li meydana sûkê hin kesên din dîtin, ku betal radiwestan.
 - 4
 - Wî ji wan re got: ‹Hûn jî herin di rezê min de bixebitin û heqê we çi be, ezê bidim.›
 - 5
 - Ew jî rabûn û çûn. Dîsa ew li dora nîvro û saet sisiyan derket û eynî tişt kirin.
 - 6
 - Saet li dora pêncan jî derket, hinekên din jî dîtin ku betal radiwestan. Wî ji wan re got: ‹Çima hûn tevahiya rojê li vir disekinin û tiştekî nakin?›
 - 7
 - Wan bersîv da: ‹Çimkî tu kesî em bi paleyî negirtin.› Wî ji wan re got: ‹Hûn jî herin nav rêz.›
 - 8
 - «Gava ku bû êvar, xwediyê rêz ji serkarê xwe re got: ‹Gazî paleyan bike û ji yên paşî dest pê bike heta yên pêşî heqê hemûyan bide.›
 - 9
 - Paleyên ku piştî nîvro li dora saet pêncan hatibûn girtin, hatin û her yekî zîvek stand.
 - 10
 - Îcar gava ku yên pêşî hatin, wan guman kir ku wê bêtir bistînin. Lê her yekî ji wan jî zîvek stand.
 - 11
 - Çaxê ku perê xwe standin, dest pê kirin, li hember malxwê malê kirin pitepit
 - 12
 - û gotin: ‹Evên ku paşiyê hatin, tenê saetekê xebitîn, lê te em ên ku hemû giraniya rojê û germiya wê kişandin, bi wan re yek girtin.›
 - 13
 - Lê malxwê malê ji yekî ji wan re got: ‹Heval, ez neheqiyê li te nakim. Ma tu bi min re bi zîvekî li hev nehatî?
 - 14
 - Rahêje heqê xwe û here. Ez dixwazim bi qasî ku min da te, bidim ê paşî jî.
 - 15
 - Ma heqê min tune ku ez çi bixwazim, ez bi malê xwe bikim? An tu çavnebariya camêriya min dikî?›
 - 16
 - «Bi vî awayî yên paşî wê bibin ên pêşî û yên pêşî wê bibin ên paşî.»
 - Îsa Cara Sisiyan li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 17
 - Gava ku Îsa hildikişiya Orşelîmê, wî diwanzdeh şagirtên xwe dan aliyekî û di rê de ji wan re got:
 - 18
 - «Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin
 - 19
 - û wî bidin destê miletan, da ku tinazên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî xaç bikin. Û roja sisiyan ewê ji nav miriyan rabe.»
 - Daxwaza Diya Kurên Zebedî
 - 20
 - Hingê diya kurên Zebedî bi kurên xwe re nêzîkî Îsa bû, li ber wî çû ser çokan û ji wî xwest ku tiştekî ji bo wê bike.
 - 21
 - Îsa ji wê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Wê jî got: «Emir bike ku ev herdu kurên min, di Padîşahiya te de yek li milê te yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûne.»
 - 22
 - Îsa bersîv da û got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin?» Wan got: «Em dikarin.»
 - 23
 - Îsa ji wan re got: «Bi rastî hûnê ji kasa min vexwin, lê rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min de ye. Ev ji bo wan e ku ji aliyê Bavê min ve ji wan re hatiye amadekirin.»
 - 24
 - Gava her deh şagirtan ev yek bihîst, li herdu birayan hêrs bûn.
 - 25
 - Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û got: «Hûn dizanin ku serekên miletan serdestiyê li wan dikin û giregirên wan jî hukumdariya xwe li ser wan dikin.
 - 26
 - Lê di nav we de wê ne weha be. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we.
 - 27
 - Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê bibe xulamê we.
 - 28
 - Çawa ku Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide.»
 - Îsa Çavê Du Koran Vedike
 - 29
 - Çaxê ku ew ji bajarê Erîhayê derdiketin, elaleteke mezin li pey Îsa çû.
 - 30
 - Du mirovên kor li tenişta rê rûdiniştin. Gava bihîstin ku Îsa di wê derê re derbas dibe, qîriyan û gotin: «Ya Xudan, Kurê* Dawid, li me were rehmê!»
 - 31
 - Elaletê li wan hilat, da ku dengê xwe bibirin, lê ew bêtir qîriyan û gotin: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li me were rehmê!»
 - 32
 - Îsa rawesta, gazî wan kir û got: «Hûn çi dixwazin ku ez ji bo we bikim?»
 - 33
 - Wan bersîv da û got: «Ya Xudan, bila çavên me bibînin.»
 - 34
 - Dilê wî bi wan şewitî û destê xwe danî ser çavên wan. Di cih de çavên wan vebûn û li pey Îsa çûn.
 

