Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Pirsa Jinberdanê 
1
Gava ku Îsa gotina xwe xilas kir, hingê ji Celîlê derket û derbasî herêma Cihûstanê ya aliyê din ê Çemê Urdunê bû.
2
Elaleteke mezin li pey wî çû û wî ew li wir qenc kirin.
3
Hinek ji Fêrisiyan ji bo ku wî biceribînin nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma dibe ku bi her sedemî mêr jina xwe berde?»
4
Îsa bersîva wan da û got: «Ma we nexwendiye ku Afirandar di destpêkê de ew ‹nêr û mê afirandin›[a]
5
û got: ‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.›[b]
6
Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in. Ji ber vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin.»
7
Hingê Fêrisiyan pirsî: «Nexwe çima Mûsa emir kir ku mêr ‹kaxeza jinberdanê bide jina xwe û wê berde›[c]
8
Îsa li wan vegerand û got: «Ji ber serhişkiya we Mûsa destûr da we ku hûn jinên xwe berdin. Lê di destpêkê de ne weha bû.
9
Ez ji we re dibêjim, kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike.»[d]
10
Şagirtên wî jê re gotin: «Eger rewşa navbera jin û mêr bi vî awayî ye, çêtir e ku nezewicin.»
11
Wî ji wan re got: «Her kes nikare vê gotinê qebûl bike, bi tenê yên ku ji wan re hatiye dayîn dikarin qebûl bikin.
12
Çimkî hin hene ji zikmakî ve nemêr in, hin hene ji aliyê mirovan ve tên nemêrkirin û hin jî hene ku di ber Padîşahiya Ezmanan de xwe nemêr dikin. Yê ku dikare vê qebûl bike, bila qebûl bike.»
Îsa Zarokan Pîroz Dike 
13
Hingê zarok anîn ba Îsa, da ku destên xwe deyne ser wan û ji bo wan dua bike. Îcar şagirtan li yên ku ew anîn hilat.
14
Lê Îsa got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min û pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Ezmanan ji yên weha re ye.»
15
Û wî destên xwe danîn ser wan û ji wê derê çû.
Xortê Dewlemend li Jiyana Herheyî Digere 
16
Îcar mirovek nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: «Mamoste, divê ez çi qenciyê bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?»
17
Îsa lê vegerand û got: «Tu çima li ser qenciyê ji min dipirsî? Bi tenê Yek heye ku qenc e. Lê eger tu dixwazî bikevî jiyanê, emran bîne cih.»
18
Yê xort jê pirsî: «Kîjanan?» Îsa lê vegerand: «‹Nekuje!›, ‹Zînayê neke!›, ‹Nedize!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›,
19
‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike!›[e] »
20
Yê xort jê re got: «Min ev tişt hemû pêk anîne. Hê çi kêmahiya min heye?»
21
Îsa bersîva wî da: «Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, her tiştê xwe bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»
22
Gava ku yê xort ev peyv bihîst bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.
23
Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji bo mirovê dewlemend ketina Padîşahiya Ezmanan zehmet e.
24
Dîsa ez ji we re dibêjim, derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya* Xwedê hêsanîtir e.»
25
Gava ku şagirtan ev bihîst, gelek şaş man û wan pirsî: «Eger wusa ye, kî dikare xilas bibe?»
26
Îsa li wan nêrî û got: «Li ba mirovan ev nabe, lê li ba Xwedê her tişt dibe.»
27
Hingê Petrûs li Îsa vegerand û got: «Va ye, me her tişt hiştine û em li pey te hatine. Îcar wê ji bo me çi hebe?»
28
Wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nûbûna hemû tiştan de, çaxê ku Kurê Mirov li ser textê xwe yê rûmetê rûne, hûn ên ku li pey min hatine jî hûnê li ser diwanzdeh textan rûnin û dîwana* diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.
29
Her kesê ku di ber navê min de dev ji mal, an xwişk, an bira, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe berdaye, wê sed qatî li wan bistîne û jiyana herheyî par bistîne.
30
Lê gelek ên pêşî wê bibin ên paşî û yên paşî wê bibin ên pêşî.»
  1. a. 19:4 Ji: Destpêkirin 1:27; 5:2
  2. b. 19:5 Ji: Destpêkirin 2:24
  3. c. 19:7 Ji: Dubarekirina Şerîetê 24:1
  4. d. 19:9 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Û yê ku ya berdayî bistîne, zînayê dike.»
  5. e. 19:18-19 Ji: Derketin 20:12-16; Dubarekirina Şerîetê 5:16-20; Qanûna Kahîntiyê 19:18