Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Yê Mezin Kî Ye? 
1
Wê gavê şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin kî ye?»
2
Wî gazî zarokekî kir, di nav wan de da rawestandin
3
û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
4
Loma, kî xwe wek vî zarokî nizim bike, di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin ew e.
5
Û kî ku zarokekî weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike.
6
Lê kî ku yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê daleqandin û bikeve binê deryayê.
Jirêderketin 
7
«Ji ber tiştên ku mirov ji rê derxin, wey li serê dinyayê! Nabe ku ev sedem neyên, lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.
8
Eger destê te an lingê te, te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bê dest an bê ling bikevî jiyanê, ne ku tu bi herdu dest û bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin nav agirê herheyî.
9
Û eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî jiyanê, ne ku bi herdu çavan ve tu bêyî avêtin nav agirê dojehê*.
Mesela Miya Windabûyî 
10
-11 «Hay jê hebin, yekî ji van biçûkan kêm nebînin. Çimkî ez ji we re dibêjim ku milyaketên wan li ezmanan hergav li rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin.[a]
12
«Gelo hûn çawa dibînin? Eger sed miyên mirovekî hebin û yek ji wan riya xwe winda bike, ma ew not û nehan li çiyê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere?
13
Û eger wê bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê ji wan not û nehên ku riya xwe winda nekirine bêtir bi wê şa bibe.
14
Bi vî awayî Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe.
Birayê ku Gunehan Dike 
15
«Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir.
16
Lê eger ew guhdariya te neke, kesek an du kesên din jî bi xwe re bibe, ‹da ku her gotin bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.›[b]
17
Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna* bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir.
18
«Bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn çi li ser rûyê erdê girêdin, ewê li ezmên jî bê girêdan. Û hûn çi li ser rûyê erdê vekin, ewê li ezmên jî bê vekirin.
19
Careke din bi rastî ez ji we re dibêjim, eger dido ji we li ser rûyê erdê, li ser her tiştê ku bixwazin, bibin yek, ewê ji aliyê Bavê min ê li ezmanan ve ji wan re çêbe.
20
Çimkî li ku derê dido an sisê bi navê min bên ba hev, li wir ez jî di nav wan de me.»
Mesela Xulamê Bêrehm 
21
Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî bibihûrim? Ma heta heft caran?»
22
Îsa bersîva wî da: «Ez ji te re dibêjim, ne heta heft caran, lê heta heftê caran heft.[c]
23
Çimkî Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahek hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab binêre.
24
Gava ku padîşah dest bi hesab kir, yekî ku bi deh hezar telant* deyndarê wî bû, anîn ba wî.[d]
25
Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn.
26
Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê hemû deynê xwe bidim.›
27
Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî bihûrt.
28
«Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî* deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.›[e]
29
Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.›
30
Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku wî deynê xwe bide.
31
«Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re gotin.
32
Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te bihûrîm.
33
Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?›
34
Axayê wî hêrs bû û ew da destê cefakeran, heta ku ew hemû deynê xwe bide.
35
«Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»
  1. a. 18:10-11 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Ji ber ku Kurê Mirov hat, da ku yê windabûyî xilas bike.»
  2. b. 18:16 Ji: Dubarekirina Şerîetê 19:15
  3. c. 18:22 Wusa jî tê fêmkirin: «lê heta heftê û heft caran».
  4. d. 18:24 Qîmeta telantekê heqê palekî ji bo panzdeh sala zêdetir bû.
  5. e. 18:28 Zîvek bi qasî heqê roja palekî bû.