Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Daxwaza Dîtina Nîşanekê 
1
Hingê Fêrisî û Sadûqî* hatin ba Îsa û ji bo ku wî biceribînin, jê xwestin ku ji ezmên nîşanekê raberî wan bike.
2
Wî li wan vegerand û got: «Gava ku dibe êvar, hûn dibêjin ‹Hewa wê xweş be, çimkî ezman sor e!›
3
Îcar serê sibê hûn dibêjin: ‹Îro hewa wê nexweş be, çimkî ezman sor e û ewr belek in.› Hûn li ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; ma hûn nîşanên deman fêm nakin?
4
Nifşê* xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis* pêxember pê ve, nîşanek jê re nayê dayîn.» Îsa ew hiştin û çû.
Hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan 
5
Gava ku şagirt derbasî aliyê din ê golê bûn, ji bîr kirin ku bi xwe re nên bibin.
6
Îsa ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.»
7
Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku me nan bi xwe re neaniye weha dibêje.»
8
Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin, îcar wî got: «Ey kêmîmanno! Ji ber ku nanê we tune hûn çima di nav xwe de dipeyivin?
9
Ma hûn hê jî fêm nakin? Ma nayê bîra we ku çawa pênc nanan pênc hezar mirov têr kirin û we çend selik dan hev?
10
Û çawa heft nanan çar hezar mirov têr kirin û we çend selik jî dan hev?
11
Ma çawa hûn fêm nakin ku ez ne li ser nên ji we re dibêjim? Lê li hember hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan hay ji xwe hebin.»
12
Hingê wan fêm kir ku ew nabêje li hember hevîrtirşkê nên hay ji xwe hebin, lê ji hînkirina Fêrisî û Sadûqiyan xwe biparêzin.
Şahidiya Petrûs a li ser Îsa 
13
Gava Îsa hat herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê Kurê* Mirov kî ye?»
14
Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê* imadkar, hinek dibêjin Êlyas* û hinekên din jî dibêjin Yêremya* an jî yek ji pêxemberan* e.»
15
Îsa ji wan re got: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?»
16
Şimûn-Petrûs bersîv da û got: «Tu Mesîh* î, Kurê* wî Xwedayê jîndar î.»
17
Îsa lê vegerand û got: «Xwezî bi te, ey Şimûnê kurê Ûnis, çimkî yê ku ev ji te re vekiriye ne xwîn û goşt e, lê Bavê min ê li ezmanan e.[a]
18
Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs* î û ezê li ser vê latê Civîna* xwe ava bikim. Hêza diyarê* miriyan nikare wê bindest bike.[b]
19
Ezê mifta Padîşahiya Ezmanan bidim te, tu her çi li ser erdê girêdî, ewê li ezmanan jî bê girêdan û tu her çi li ser erdê vekî, ewê li ezmanan jî bê vekirin.»
20
Hingê wî li şagirtên xwe emir kir ku ji kesî re nebêjin ew Mesîh e.
Îsa ji pêşî ve li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje 
21
Ji hingê ve Îsa dest pê kir nîşanî şagirtên xwe da, ku divê ew here Orşelîmê û ji destê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan gelek cefayê bikişîne, bê kuştin û roja sisiyan rabe.
22
Petrûs ew kişand aliyekî, lê hilat û got: «Ev ji te dûr be, ya Xudan! Ev tişt tu caran bi te nayê!»
23
Lê Îsa zivirî û ji Petrûs re got: «Xwe bide pey min, Îblîs! Tu ji min re dibî asteng; çimkî tu ne tiştên xwedayî*, lê tiştên mirovî difikirî.»
24
Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.
25
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê bibîne.
26
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye? An dikare çi di ber jiyana xwe de bide?
27
Çimkî Kurê Mirov wê bi rûmeta Bavê xwe ve, tevî milyaketên xwe bê û hingê wê li gor kirinên her kesî bide wî.[c]
28
Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Kurê Mirov di Padîşahiya xwe de tê, ew mirinê qet tam nakin.»
  1. a. 16:17 Bi Yewnanî «kurê Yona» nivîsî ye. «Yona» bi zimanê Aramî* ye; ji bo vê bi Kurdî «Ûnis» tê gotin. Li vir ev nav kurtvebirrîna «Yûhenna» ye.
  2. b. 16:18 Mana navê «Petrûs» bi zimanê Yewnanî ev e: «Lat» an «kevir».
  3. c. 16:27 Zebûr 62:12