Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Adetên Bav û Kalan 
1
Hingê ji Orşelîmê* hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn:
2
«Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!»
3
Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikênin?
4
Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire›[a] û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›[b]
5
Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn,
6
êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir.
7
Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye:
8
‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min
Lê dilê wan ji min dûr e.
9
Bi pûçîtî diperizin min,
Di hîndariya xwe de,
Emrên mirovan hîn dikin.› »[c]
Tiştên ku Mirov Murdar Dikin 
10
Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin.
11
Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar* dike.»
12
Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?»
13
Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra* ve bê rakirin.
14
Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»
15
Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.»
16
Îsa ji wan pirsî: «Ma hûn jî hê fêmkor in?
17
Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve?
18
Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar* dikin.
19
Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr* ji dil dertên.
20
Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.»
Baweriya Jinika Kenanî 
21
Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr* û Saydayê.
22
Jineke Kenanî ya* ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê* Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.»
23
Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê, dike qîrîn.»
24
Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.»
25
Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!»
26
Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»
27
Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.»
28
Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya* te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû.
Îsa Gelek Mirovan Qenc Dike 
29
Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt.
30
Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht*, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin.
31
Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan.
Îsa Çar Hezar Mirovan Têr Dike 
32
Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!»
33
Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?»
34
Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.»
35
Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin.
36
Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê.
37
Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev.
38
Hejmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû.
39
Piştî ku Îsa elalet verê kir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê.
  1. a. 15:4 Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16
  2. b. 15:4 Ji: Derketin 21:17
  3. c. 15:8-9 Ji: Îşaya 29:13