Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Pirsa Roja Şemiyê
 - 1
 - Di wî wextî de Îsa rojeke* Şemiyê di nav dexlan re derbas dibû. Şagirtên wî birçî bûbûn û dest pê kirin, simbil çinîn û xwarin.
 - 2
 - Gava ku Fêrisiyan* ev yek dît, wan ji wî re got: «Binêre! Şagirtên te tiştê ku roja* Şemiyê nabe dikin.»
 - 3
 - Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye ku Dawid* çi kir, gava ew û yên pê re birçî bûn?
 - 4
 - Ew ket Mala* Xwedê, wî û yên bi wî re nanê* pêşberiyê xwarin, ku ji bo wî û yên bi wî re çênedibû, lê bi tenê ji bo kahînan* bû.[a]
 - 5
 - Ma we di Şerîetê de nexwendiye ku kahîn* di rojên* Şemiyan de, di Perestgehê* de roja Şemiyê xera dikin û dîsa jî bêsûc in?
 - 6
 - Lê ez ji we re dibêjim yekî ji Perestgehê mezintir li vir e.
 - 7
 - Eger we mana vê gotina ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê*› bizaniya, weyê yên bêsûc sûcdar dernexistana.[b]
 - 8
 - Çimkî Kurê* Mirov Xudanê roja Şemiyê ye.»
 - Qenckirina Mirovekî Desthişkbûyî
 - 9
 - Îsa ji wê derê rabû, çû kinîşta wan.
 - 10
 - Li wir mirovek hebû, ku destê wî hişkbûyî bû. Ji bo ku Îsa sûcdar bikin, wan jê pirsî: «Ma cayîz e ku mirov roja* Şemiyê nexweşan qenc bike?»
 - 11
 - Îsa ji wan re got: «Ma kî ji we ku miyeke wî hebe û roja Şemiyê bikeve çalê, ew wê nagire û dernaxe?
 - 12
 - Lê mirov hê çiqas ji miyê hêjatir e! Loma roja Şemiyê qencîkirin dibe.»
 - 13
 - Piştre Îsa ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û wek destê din qenc bû.
 - 14
 - Lê Fêrisî derketin derve û bi hev şêwirîn ku ewê çawa Îsa bidin kuştin.
 - Xulamê Xwedê Yê Bijare
 - 15
 - Ji ber ku Îsa bi vê yekê dizanibû, xwe ji wir da aliyekî. Elaleteke mezin li pey wî çûn û wî hemû nexweşên wan qenc kirin.
 - 16
 - Wî li wan hişk emir kir ku nebêjin ew kî ye.
 - 17
 - Da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin bê cih:
 - 18
 - «Va ye xulamê min ê ku min bijartiye,
Yê ku ez jê hez dikim û bi dilê min e.
Ezê Ruhê xwe deynim ser wî
Û ewê edaletê bi miletan bide zanîn. - 19
 - Ew pev naçe û naqîre
Û tu kes dengê wî li kuçeyan nabihîze. - 20
 - Çîtikê perçiqandî naşkêne,
Û fitîla ku dû dike natemirîne,
Heta ku edaletê bigihîne serketinê. - 21
 - Û milet wê hêviya xwe bi navê wî ve girêdin.»[c] 
 - Îsa Cinan Derdixe
 - 22
 - Hingê wan yekî cinoyiyê kor û lal anî ba Îsa û wî ew qenc kir, êdî hem peyivî û hem jî dît.
 - 23
 - Tevahiya elaletê şaşmayî ma û gotin: «Gelo Kurê* Dawid ev e?»
 - 24
 - Lê gava ku Fêrisiyan ev bihîst, wan got: «Ev mirov bi destê mîrê cinan Belzebûl*, cinan derdixe.»
 - 25
 - Îsa bi fikrên wan dizanibû û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe wêran dibe û her bajar an mala ku di nav wê de dubendî hebe, namîne.
 - 26
 - Eger Îblîs* Îblîs derxe, di nav wî de dubendî heye. Êdî padîşahiya wî wê çawa bimîne?
 - 27
 - Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma kurên we wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên* we.
 - 28
 - Îcar, eger ez bi Ruhê* Xwedê cinan derdixim, hingê Padîşahiya* Xwedê gihîştiye we.
 - 29
 - Nexwe çawa yek dikare bikeve mala mêrxasekî û tiştên wî talan bike? Eger pêşî wî girêde, hingê dikare mala wî talan bike.
 - 30
 - «Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
 - 31
 - Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, her çêr* û guneh wê li mirovan bê bihûrtin, lê li wê çêrkirina ku li Ruhê* Pîroz tê kirin nayê bihûrtin.
 - 32
 - Kî ku li dijî Kurê Mirov gotinekê bêje wê li wî bê bihûrtin, lê kî ku li dijî Ruhê Pîroz gotinekê bêje ne li vê dinyayê û ne jî li dinya ku bê, li wî nayê bihûrtin.
 - Dar û Berê Darê
 - 33
 - «An darê qenc bikin, wê berê wê qenc be, an jî darê xerab bikin, wê berê wê xerab be. Çimkî dar ji berê xwe tê naskirin.
 - 34
 - Hey nifşê* koremaran! Hûn bi xwe xerab in, çawa hûnê bikarin tiştên qenc bêjin? Çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.
 - 35
 - Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştên qenc derdixe, lê mirovê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştên xerab derdixe.
 - 36
 - Lê ez ji we re dibêjim, mirov wê ji bo her peyva pûç a ku bêje, di Roja Dawî de hesab bide.
 - 37
 - Çimkî tê bi peyvên* xwe bêsûc û bi peyvên xwe sûcdar bêyî derxistin.»
 - Nîşana Ûnis
 - 38
 - Hingê ji Fêrisî û Şerîetzanan hinekan ji wî re got: «Mamoste, em dixwazin ku nîşanekê ji te bibînin.»
 - 39
 - Lê Îsa bersîva wan da û got: «Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis* pêxember pê ve, nîşaneke din jê re nayê dayîn.
 - 40
 - Çawa ku ‹Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê mezin de ma›, wusa jî Kurê Mirov wê sê roj û sê şevan di dilê erdê de bimîne.[d]
 - 41
 - Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.
 - 42
 - Şahbanûya* Başûr wê di Roja Dawî de bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî ew ji wî kujê dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman* bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.[e] 
 - Vegerîna Ruhê Xerab
 - 43
 - «Çaxê ku ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew di cihên bêav re derbas dibe, ku li rihetiyê bigere, lê nabîne.
 - 44
 - Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.› Îcar tê û dibîne ku ew vala, maliştî û xemilandî ye.
 - 45
 - Hingê ew diçe, heft cinên din ên ji xwe hê xerabtir tîne ba xwe û dikevinê û li wê derê rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe. Wê weha bê ser vî nifşê xerab jî.»
 - Dê û Birayên Îsa
 - 46
 - Hê ku Îsa ji elaletê re dipeyivî, dê û birayên wî li derve rawestan, xwestin ku bi wî re bipeyivin.
 - 47
 - Yekî jê re got: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne û dixwazin ku bi te re bipeyivin.»
 - 48
 - Îsa li wî vegerand û got: «Diya min kî ye û birayên min kî ne?»
 - 49
 - Bi destê xwe şagirtên xwe nîşan da û got: «Va ne, diya min û birayên min.
 - 50
 - Çimkî kî ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan bike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»
 
- a. 12:4 Qanûna Kahîntiyê 24:9; Samûêl I, 21:1-6
 - b. 12:7 Ji: Hoşêya 6:6
 - c. 12:18-21 Ji: Îşaya 42:1-4
 - d. 12:40 Ji: Ûnis 1:17
 - e. 12:42 Padîşah I, 10:1-13. Ew şahbanûya ji Şeba (li başûrê Erebistanê) hatibû ba Silêman padîşah.
 

