Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Îsa Her Diwanzdeh Şagirtên Xwe Dişîne
 - 1
 - Îsa her diwanzdeh şagirtên xwe civandin, li ser hemû cinan û ji bo qenckirina nexweşiyan hêz û desthilatî da wan.
 - 2
 - Wî ew şandin, da ku ew Padîşahiya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin
 - 3
 - û ji wan re got: «Tiştekî ji bo rê bi xwe re nebin, ne dar, ne tûr, ne nan, ne pere û ne jî du kiras.
 - 4
 - Û xaniyê ku hûn bikevinê, li wir bimînin û ji wir bidin rê.
 - 5
 - Û li her dera ku ew we qebûl nekin, ji wî bajarî derkevin û toza lingên xwe biweşînin, da ku ji bo wan bibe şahidî.»
 - 6
 - Şagirt derketin û gund bi gund geriyan. Wan Mizgînî* dida û li her derê nexweş qenc dikirin.
 - Hêrodêsê Mîr Şaş Dimîne
 - 7
 - Û Mîr Hêrodês* her tiştê ku çêbûbû, bihîst û şaş ma, çimkî hinan digot ku Yûhenna* ji nav miriyan rabûye;
 - 8
 - hinekên din digot ku Êlyas* xuya bûye û hinan jî digot ku yek ji pêxemberên berê ji nû ve rabûye.
 - 9
 - Hingê Hêrodês got: «Min serê Yûhenna da birrîn. Lê gelo, evê ku ez van tiştan li ser dibihîzim, kî ye?» Û dixebitî, ku wî bibîne.
 - Îsa Pênc Hezar Mirovan bi Pênc Nan û Du Masiyan Têr Dike
 - 10
 - Gava ku Şandî* vegeriyan, ji Îsa re her tiştê ku kiribûn, gotin. Wî ew bi xwe re birin û bi serê xwe çûn nêzîkî bajarekî bi navê Beytsayda.
 - 11
 - Îcar gava elaletê ev bihîst, ew li pey wî çûn. Wî ew qebûl kirin û ji wan re li ser Padîşahiya Xwedê peyivî. Wî yên hewcedarê saxbûnê, qenc dikirin.
 - 12
 - Çaxê ku roj li ber ava bû, her diwanzdeh hatin û jê re gotin: «Elaletê berde, da ku ew herin gundên hawirdor û nav malan, xwarin û cihê razanê ji xwe re bibînin, çimkî em li vir li cihekî bêpêjin in.»
 - 13
 - Lê wî ji wan re got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Wan lê vegerand û gotin: «Ji pênc nan û du masiyan pê ve, tiştekî me tune. Wekî din divê em herin û ji tevahiya vê elaletê re xwarinê bikirrin.»
 - 14
 - Çimkî ew nêzîkî pênc hezar mêr bûn. Îcar Îsa ji şagirtên xwe re got: «Wan kom bi kom, di her yekê de li dor pêncî, bidin rûniştin.»
 - 15
 - Şagirtan jî wusa kir û hemû dan rûniştin.
 - 16
 - Û wî rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan deynin ber elaletê.
 - 17
 - Wan xwar û hemû têr bûn û hê diwanzdeh selikên ji pariyên hûrbûyî yên ku ji ber wan mabûn, dan hev.
 - Îsa Kî Ye?
 - 18
 - Carekê, gava wî bi tenê dua dikir, şagirtên wî li ba wî bûn û wî ji wan pirsî û got: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»
 - 19
 - Wan lê vegerand û gotin: «Hin dibêjin Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e û hinekên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê rabûye.»
 - Şahidiya Petrûs a li ser Îsa
 - 20
 - Hingê wî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs lê vegerand û got: «Tu Mesîhê* Xwedê yî!»
 - 21
 - Îsa jî tembîh li wan kir û hişk emir da wan, ku ew vê yekê ji kesekî re nebêjin.
 - 22
 - Wî got: «Divê Kurê* Mirov gelek cefayê bikişîne û ji aliyê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan* ve bê redkirin û kuştin û roja sisiyan rabe.»
 - 23
 - Û wî ji hemûyan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min bê.
 - 24
 - Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê xilas bike.
 - 25
 - Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê ew xwe bi xwe winda bike, an ziyaneke mezin bigihîne xwe, çi feyda wî heye?
 - 26
 - Û kî ku ji ber min û gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî gava ku bi rûmeta xwe, ya Bavê* xwe û ya milyaketên pîroz ve bê, wê ji ber wî kesî şerm bike.
 - 27
 - Ez rast ji we re dibêjim, hin ji wan kesên ku li vir radiwestin, heta ku ew Padîşahiya Xwedê nebînin, ew mirinê qet tam nakin.»
 - Şagirt Îsa di Şewq û Rûmeta Wî de Dibînin
 - 28
 - Nêzîkî heşt rojan piştî van gotinan, wî Petrûs, Yûhenna û Aqûb bi xwe re birin û hilkişiya ser çiyê, da ku dua bike.
 - 29
 - Û gava ku wî dua dikir, xuyabûna rûyê wî hat guhertin, cilên wî spî bûn û şewq dan.
 - 30
 - Û va ye, du zilam pê re dipeyivîn. Ew Mûsa* û Êlyas* bûn.
 - 31
 - Ew di nav rûmetê de xuya bûbûn û li ser mirina wî ya ku wê li Orşelîmê biçûya serî, dipeyivîn.
 - 32
 - Petrûs û yên pê re ketibûn xewa giran; gava ew qenc hişyar bûn, wan rûmeta wî û herdu zilamên pê re rawestayî dîtin.
 - 33
 - Û çaxê ew ji wî veqetiyan, Petrûs ji Îsa re got: «Ya Hosta, qenc e ku em li vir in. Ka em sê holikan çêkin, yek ji te re, yek ji Mûsa re û yek jî ji Êlyas re.» Lê wî nizanibû ku ew çi dibêje.
 - 34
 - Îcar hê ew wusa dipeyivî, ewrek hat û li ser wan kir sî. Çaxê ew ketin nav ewr, tirsiyan.
 - 35
 - Û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê bijartî! Guhdariya wî bikin!»
 - 36
 - Gava ku deng sekinî, Îsa tenê ma. Û wan devê xwe girt û di wan rojan de ji tiştê ku dîtibûn ji kesekî re tiştek negotin.
 - Îsa Cinê Nepak ji Kurikekî Derdixe
 - 37
 - Dotira rojê, gava ew ji çiyê hatin xwarê, elaleteke mezin ber bi wî ve hat.
 - 38
 - Zilamekî ji nav elaletê bi dengekî bilind bang kir û got: «Mamoste, ez lava ji te dikim, bi çavê rehmê li kurê min binêre. Ew yê min ê yekta ye.
 - 39
 - Cinek wî digire, kur ji nişkê ve dike qîrîn û cin wî ji hev vedihejîne, heta kef bi ser devê wî dikeve, wî bi şid dipelixîne û zû bi zû ji wî venaqete.
 - 40
 - Min lava ji şagirtên te kir, da ku ew wî derxin, lê wan nikaribû.»
 - 41
 - Îsa lê vegerand û got: «Hey nifşê* bêbawer û jirêderketî, ma ezê heta kengê bi we re bim û li we sebir bikim? Ka kurê xwe bîne vir!»
 - 42
 - Lê hê ew di rê de, cin ew avêt erdê û ji hev vehejand. Û Îsa li ruhê nepak hilat, kurik qenc kir û ew li bavê wî vegerand.
 - 43
 - Îcar ew hemû li mezinahiya Xwedê gelek şaş diman.
Gava hê hemû li tiştên ku Îsa kiribûn gelek şaş diman, wî ji şagirtên xwe re got: - Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dipeyive
 - 44
 - «Van gotinan bixin guhên xwe: Kurê Mirov wê bikeve nav destên mirovan.»
 - 45
 - Lê wan ev gotin fêm nekir. Ew ji wan veşartî bû, da ku ew tênegihîjin. Û ew ditirsiyan ku li ser vê gotinê jê bipirsin.
 - Yê Mezin Kî Ye?
 - 46
 - Û devjenî ket nav wan, ka di nav wan de yê herî mezin kî ye.
 - 47
 - Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî, zarokek anî, li tenişta xwe danî
 - 48
 - û ji wan re got: «Kî ku vê zarokê bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û kî ku min qebûl bike, yê ku ez şandime qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e.»
 - Yê ku ne li Dijî We Ye, ji Aliyê We Ye
 - 49
 - Yûhenna jê re got: «Ya Hosta, me mirovek dît, bi navê te cin derdixistin, lê me nehişt, çimkî ew bi me re li pey te nayê.»
 - 50
 - Îsa jê re got: «Rê lê negirin, ji ber ku yê ne li dijî we ye, ew ji aliyê we ye.»
 - Gundekî Sameriyan Îsa Qebûl Nake
 - 51
 - Çaxê rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, Îsa berê xwe da Orşelîmê, da ku here wê derê.
 - 52
 - Îcar wî qasid li pêşiya xwe şandin. Ew çûn gundekî Sameriyan*, da ku amadekariyê jê re bikin.
 - 53
 - Lê wan ew qebûl nekir, ji ber ku wî berê xwe dabû Orşelîmê.
 - 54
 - Îcar gava şagirtên wî Aqûb û Yûhenna ev yek dîtin, gotin: «Ya Xudan, tu dixwazî, ku em emir bikin, da ku agir ji ezmên bibare û wan helak bike?»[a]
 - 55
 - Lê ew zivirî û li wan hilat.
 - 56
 - Piştre ew çûn gundekî din.
 - Şertên Çûna li pey Îsa Çi Ne?
 - 57
 - Çaxê ew rêve diçûn, yekî jê re got: «Tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.»
 - 58
 - Îsa jê re got: «Kunên roviyan û hêlînên teyrên ezmanan hene, lê cihek tune ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.»
 - 59
 - Wî ji yekî din re got: «Li pey min were!» Lê wî got: «Ezbenî, destûrê bide min, ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.»
 - 60
 - Îsa jê re got: «Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin, heçî tu yî, tu here û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bide!»
 - 61
 - Yekî din jî got: «Ya Xudan, ezê li pey te bêm, lê pêşî destûrê bide min, ku ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim.»
 - 62
 - Îsa jê re got: «Çi kesê ku destê xwe deyne ser halet û paş ve binêre, ew ne hêjayî Padîşahiya Xwedê ye.»
 
- a. 9:54 Padîşah II, 1:9-16
 

