Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan 
1
Lê roja pêşî ya heftiyê, hê sibê zû, ew jin hatin ser gorê. Wan giyayên bîhnxweş ên ku amade kiribûn, bi xwe re anîn.
2
Wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye,
3
lê gava ew çûn nav wê, wan cesedê Xudan Îsa nedît.
4
Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan.
5
Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: «Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin?
6
Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot:
7
‹Divê Kurê Mirov bikeve nav destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.›»
8
Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe.
9
Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtan û ji hemûyên din re her tişt gotin.
10
Yên ku xeber ji Şandiyan* re anîn, ev in: Meryema* Mejdelanî, Yohana, Meryema* diya Aqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn.
11
Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir.
12
Lê Petrûs rabû ser xwe û bezî ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û li vî tiştê bûyî şaş dima.
Li ser Riya Emwasê 
13
De îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû. Ev gund bi qasî yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû.
14
Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn.
15
Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû.
16
Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin.
17
Îsa ji wan re got: «Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?» Ew bi xemgînî rawestan
18
û yekî ji wan ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: «Ma tu yê bi tenê yî ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi çêbûye!»
19
Wî ji wan pirsî û got: «Çi çêbûye?» Û wan got: «Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û li ber tevahiya gel hêzdar bû
20
û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku cezayê mirinê bidinê, ew dan dest û wan ew xaç kir?
21
Lê me hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e. Ji bilî van hemûyan jî, va ye, îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne.
22
Bi ser de çend jinên ji nav me em şaş kirin. Ew hê sibê zû li ser gorê bûn,
23
û cesedê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin ku milyaket li ber çavên wan xuyabûn û gotin ku ew dijî.
24
Li ser vê yekê hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û çawa ku jinan gotibû, wusa dîtin. Lê wan ew bi xwe nedît.»
25
Îsa ji wan re got: «Hey hûn bêhişno! Hûn ên ku bi derengî bi hemû gotinên pêxemberan bawerî tînin!
26
Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û bigihîşta berziya xwe?»
27
Îcar wî ji Mûsa* û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên* Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.
28
Gava ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, Îsa wek ku ewê hê wêvetir biçûya kir.
29
Lê wan li ber wî da û jê re gotin: «Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û roj li ber ava ye!» Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû, da ku li ba wan bimîne.
30
Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan.
31
Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê ew ji ber çavên wan winda bû.
32
Wan ji hev re got: «Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrove dikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?»
33
Û hema di wê saetê de herdu rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyayî dîtin.
34
Wan ên din digotin: «Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn* daye.»
35
Wan herduyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şikand, wan çawa ew nas kir.
Îsa Xwe Nîşanî Şagirtan Dide 
36
Hê ew wusa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: «Silamet li ser we be!»
37
Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin.
38
Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne?
39
Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez bi goşt û hestî me!»
40
Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan.
41
Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?»
42
Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî.
43
Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar.
44
Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.»
45
Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên* Pîroz fêm bikin.
46
Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe
47
û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin.
48
Hûn şahidên van tiştan in
49
û va ye, ezê soza Bavê xwe bişînim ser we. Lê hûn li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor hêzê bistînin.»
Hilkişîna Îsa nav Ezmanan 
50
Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin.
51
Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên.
52
Ew jî perizîn* wî û bi şahiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê.
53
Û ew her dem di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.