Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Diyariya Jinebiya Belengaz
 - 1
 - Îsa serê xwe hilda û kesên dewlemend, yên ku diyariyên xwe davêtin peredanka* Perestgehê, dîtin.
 - 2
 - Wî jinebiyeke reben jî dît ku du pol* avêtinê.
 - 3
 - Hingê Îsa got: «Ez rast ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêtê.
 - 4
 - Çimkî van hemûyan ji tiştên ku ji wan zêde bûn, avêtin nav diyariyan, lê vê jinikê ji belengaziya xwe hemû abora xwe avêtê.»
 - Îsa ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje
 - 5
 - Çaxê hinekan digot ku Perestgeh çawa bi kevirên spehî û bi diyariyan hatiye xemilandin, Îsa got:
 - 6
 - «Heçî ev tiştên ha ne yên ku hûn dibînin, roj wê bên, ku hingê li vê derê kevir li ser kevir namîne. Tiştek namîne ku neyê hilweşandin.»
 - Li ser Xapandin û Tengahiyên Mezin
 - 7
 - Wan jî ji Îsa pirsî û gotin: «Mamoste, ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên ha li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?»
 - 8
 - Îsa jî got: «Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek wê bi navê min bên û wê bêjin: ‹Ez ew im› û ‹Wext nêzîk bûye!› Li pey wan neçin!
 - 9
 - Çaxê hûn li ser şer û hengameyan bibihîzin, netirsin, çimkî divê pêşî ev tiştên ha çêbin, lê belê dawî pêre pêre nayê.»
 - 10
 - Hingê wî ji wan re got: «Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe.
 - 11
 - Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin. Tiştên tirsehêz û nîşanên mezin wê li ezmên bibin.
 - 12
 - Lê ji berî van hemû tiştan wê dest bavêjin we û tengahiyê bidin we. Ewê we teslîmî kinîştan bikin û we bavêjin zîndanan û di ber navê min de ewê we derxin ber padîşah û waliyan.
 - 13
 - Ev tişt wê çêbin, da ku hûn şahidiyê ji bo min bikin.
 - 14
 - Loma bixin dilê xwe ku hûn ji pêşî ve nefikirin ku hûnê çawa xwe biparêzin.
 - 15
 - Çimkî ezê dev û ziman û şehrezayiyê bidim we, ku neyarên we nekarin li ber we bipeyivin an bisekinin.
 - 16
 - Lê heta bi dê û bav, bira, mirov û dostên we wê we bidin girtin û wê hinan ji we bikujin.
 - 17
 - Ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin.
 - 18
 - Lê mûyek ji serê we winda nabe.
 - 19
 - Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin.
 - Îsa li ser Wêrankirina Orşelîmê Dibêje
 - 20
 - «Lê çaxê hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran bê girtin, hingê bizanin ku xerabûna wê nêzîk e.
 - 21
 - Hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan! Û yên ku di bajêr de bin, bila jê derkevin! Û yên ku li çolê bin, bila nekevin bajêr!
 - 22
 - Çimkî ev rojên heyfstandinê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsîn, bên cih.
 - 23
 - Wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin. Çimkî tengahiyeke mezin wê bê ser welêt û xezeb wê bê ser vî gelî.
 - 24
 - Ewê bikevin ber devê şûr, bi hêsîrtî* wê bên birin nav hemû miletan û heta zemanê miletan temam bibe, Orşelîm wê di bin lingên wan de biperçiqe.
 - Vegerîna Kurê Mirov
 - 25
 - «Li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin û li ser erdê ji ber guregura pêlên deryayê milet wê bibizdin û şaş bibin.
 - 26
 - Ew mirovên ku li benda wan tiştên ku bên serê dinyayê disekinin, ji tirsan dilê wan wê bibihûre; çimkî stêrên ezmanan wê ji cihê xwe bihejin.
 - 27
 - Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›[a]
 - 28
 - Çaxê ev tiştên ha dest pê bikin û çêbin, li jor binêrin û serê xwe hildin, çimkî xilasiya we nêzîk dibe.»
 - Mesela Hêjîrê
 - 29
 - Û Îsa ji wan re meseleyek got: «Li dara hêjîrê û li hemû darên din binêrin.
 - 30
 - Çaxê ku ew dibişkivin, hûn dibînin û hûn ji ber xwe dizanin ku êdî havîn nêzîk e.
 - 31
 - Bi vî awayî, çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên ha çêdibin, bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîk e.
 - 32
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre.
 - 33
 - Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
 - Hişyar Bimînin!
 - 34
 - «Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê.
 - 35
 - Çimkî ewê bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de, bê.
 - 36
 - Lê herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin.»
 - 37
 - Îsa bi roj di Perestgehê de hîn dikir û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin û şeva xwe dibihûrand.
 - 38
 - Û xelk hemû sibê zû dihatin Perestgehê ba wî, da ku guhdariya wî bikin.
 
- a. 21:27 Ji: Daniyêl 7:13. Binêre: Peyxama Yûhenna 1:7
 

