Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Bûyîna Îsa Mesîh
 - 1
 - Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin.
 - 2
 - Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hejmartina pêşî bû ku hat kirin.
 - 3
 - Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn.
 - 4
 - Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê* çû Beytlehmê, bajarê* Dawid ê li Cihûstanê*, çimkî ew ji mala* Dawid û ji bavikê wî bû.
 - 5
 - Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû.
 - 6
 - Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat
 - 7
 - û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.
 - Şivan û Milyaket
 - 8
 - Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt.
 - 9
 - Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.
 - 10
 - Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye.
 - 11
 - Îro li bajarê* Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan* Mesîh* e.
 - 12
 - Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.»
 - 13
 - Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:
 - 14
 - «Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet
Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.» - 15
 - Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.»
 - 16
 - Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin.
 - 17
 - Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin.
 - 18
 - Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man.
 - 19
 - Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî.
 - 20
 - Şivan vegeriyan; ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tiştî, bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn.
 - 21
 - Çaxê heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa* danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, milyaket gotibû.
 - Pêşkêşkirina Îsa ji Xwedê re
 - 22
 - Û gava rojên paqijbûna wan li gor Şerîeta* Mûsa temam bûn, zarok birin Orşelîmê*, da ku wî pêşkêşî Xudan bikin,[a]
 - 23
 - wek ku di Şerîeta Xudan de hatiye nivîsîn: «Her zarokê nêr ê nixurî wê nedrê* Xudan be»[b]
 - 24
 - û li gor gotina Şerîeta Xudan «Cotek kevokên qumrî, an du ferxên kevokan»[c] jê re bikin gorî*.
 - 25
 - Hingê li Orşelîmê mirovek hebû, ku gelek rast û xwedêtirs bû. Navê wî Şimûn bû. Ew li hêviyê bû ku Îsraêl bê handan*. Ruhê* Pîroz li ser wî bû.
 - 26
 - Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku berî dîtina Mesîhê* Xudan, ew mirinê nabîne.
 - 27
 - Bi rêberiya Ruh ew hat Perestgehê*. Gava dê û bavê wî, ji bo pêkanîna Şerîetê, Îsayê zarok anîn Perestgehê,
 - 28
 - Şimûn rahişt wî û ew xist himbêza xwe, wî pesnê Xwedê da û got:
 - 29
 - «Ya Xudan, niha li gor gotina xwe
Xulamê xwe bi silamet berde. - 30
 - Çimkî çavê min xilaskirina te dît,
 - 31
 - A ku te li ber çavê hemû miletan amade kiriye:[d]
 - 32
 - Ronahiya ku çavê miletan vedike
Û rûmeta ji bo gelê te yê Îsraêl e.»[e] - 33
 - Dê û bavê wî li wan gotinên Şimûn gelek şaş man.
 - 34
 - Şimûn ew pîroz* kirin û ji diya wî Meryemê re got: «Ev zarokê ha ji bo ketin û rabûna gelekan li Îsraêlê hatiye danîn û ew nîşanek e ku li hember derkevin,
 - 35
 - da ku fikrên dilê gelekan bên kifşkirin. Û şûrek wê di dilê te re jî here, wî qul bike.»
 - 36
 - Û li wê derê pêxemberek hebû, navê wê Hana bû. Ew keça Fanowêl û ji eşîra Aşêr bû. Ew gelek pîr bû û piştî keçkaniya xwe heft salan bi mêrê xwe re mabû
 - 37
 - û piştre heta heştê û çar salan jinebî mabû. Wê dev ji Perestgehê bernedida û bi şev û roj bi dua û rojî diperizî* Xwedê.
 - 38
 - Ew jî di wê kêlîkê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji yên ku li hêviya xilasiya Orşelîmê bûn re got.
 - Meryem û Ûsiv bi Kurik re Vedigerin Bajarê Nisretê
 - 39
 - Û çaxê wan li gor Şerîeta* Xudan her tişt pêk anî, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê*.
 - 40
 - Îcar zarok mezin dibû, bi hêz dibû û bi şehrezayiyê tije dibû û qenciya Xwedê jî li ser wî bû.
 - Îsayê Diwanzdeh Salî li Perestgehê
 - 41
 - Dê û bavê wî her sal di Cejna* Derbasbûnê de diçûn Orşelîmê*.
 - 42
 - Gava Îsa dibû diwanzdeh salî, ew li gor adeta cejnê dîsa hilkişiyan Orşelîmê.
 - 43
 - Piştî ku wan rojên cejnê temam kirin û vegeriyan, Îsayê zarok li Orşelîmê ma. Haya dê û bavê wî jê tunebû.
 - 44
 - Di gumana wan de ew jî di nav koma rêwiyan de ye û ew rojekê rêve çûn. Hê ji nû ve di nav mirov û nasên xwe de li wî geriyan.
 - 45
 - Gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û lê geriyan.
 - 46
 - Di roja sisiyan de wan ew di Perestgehê de dît. Ew di nav mamosteyên Şerîetê* de rûniştî bû, guh dida wan û pirs ji wan dikirin.
 - 47
 - Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman.
 - 48
 - Dema dê û bavê wî ew dîtin, gelek şaş man. Diya wî ji wî re got: «Kurê min, te çima wusa li me kir? Ez û bavê te, em bi xem û xiyal li te digeriyan.»
 - 49
 - Wî ji wan re got: «Çima hûn li min geriyan? Ma we nizanibû ku divê ez li mala Bavê* xwe bim?»
 - 50
 - Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir.
 - 51
 - Îcar Îsa bi wan re daket û çû bajarê Nisretê û bi ya wan dikir. Lê diya wî ev tiştên ha hemû di dilê xwe de hilanîn.
 - 52
 - Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.
 
- a. 2:22 Qanûna Kahîntiyê 12:3, 6
 - b. 2:23 Ji: Derketin 13:2, 12, 15
 - c. 2:24 Ji: Qanûna Kahîntiyê 12:8
 - d. 2:30-31 Binêre: Îşaya 40:5; 52:10
 - e. 2:32 Binêre: Îşaya 42:6; 49:6; 46:13
 

