Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Îsa û Zexayosê Bacgir
 - 1
 - Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû.
 - 2
 - Zilamek li wir hebû, ku navê wî Zexayos bû. Ew serekê bacgiran* bû û dewlemend bû.
 - 3
 - Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye, lê ji ber elaletê nikaribû, çimkî bejna wî kin bû.
 - 4
 - Îcar ew di pêşiya wan de bezî, çû ser dareke hêjîra bejik, da ku Îsa bibîne, çimkî ewê di wê riyê re derbas bibûya.
 - 5
 - Û çaxê Îsa hat wî cihî, li jor nêrî û jê re got: «Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, çimkî divê îro ez li mala te bibim mêvan.»
 - 6
 - Wî lezand, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe.
 - 7
 - Hemûyên ku ev yek dîtin, kirin pitepit û gotin: «Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.»
 - 8
 - Lê Zexayos li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.»
 - 9
 - Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.
 - 10
 - Ji bo vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»
 - Mesela Deh Zêran
 - 11
 - Çaxê wan guh didan van tiştan, Îsa meseleke din got, çimkî nêzîkî Orşelîmê bû û wan digot qey Padîşahiya Xwedê ha niha wê xuya bibe.
 - 12
 - Îcar Îsa got: «Zilamekî esilzade çû welatekî dûr, da ku padîşahiyekê bistîne û dîsa vegere.
 - 13
 - Wî gazî deh xulamên xwe kir û deh zêr* dan wan û got: ‹Bi van ticaretê bikin, heta ku ez bêm.›
 - 14
 - Lê welatiyên wî ji wî nefret dikirin, qasid li pey wî şandin ku bêjin: ‹Em naxwazin ku ev mirov li ser me bibe padîşah.›
 - 15
 - Û çaxê wî padîşahî stand û vegeriya, emir kir, ku gazî wan xulaman bikin ku wî pere dabûn wan, da ew bizane ku her yekî ji wan çi bi ser xistiye.
 - 16
 - Yê pêşî hat ber wî û got: ‹Ezbenî, zêrê te deh zêrên din bi ser xistin.›
 - 17
 - Wî ji xulam re got: ‹Aferim, xulamê qenc! Ji ber ku tu di ya hindik de dilsoz bûyî, li ser deh bajaran bibe serwer.›
 - 18
 - Yê diduyan hat û got: ‹Ezbenî, zêrê te pênc zêr bi ser xistin.›
 - 19
 - Û ji vî re jî got: ‹Tu jî li ser pênc bajaran bibe serwer.›
 - 20
 - Yekî din hat û got: ‹Ezbenî, va ye zêrê te, min ew di nav destmalekê de pêça û hilanî.
 - 21
 - Ez ji te tirsiyam, çimkî tu mirovekî hişk î; tiştê ku te dananiye, tu radihêjî û tiştê ku te neçandiye, tu didirûyî.›
 - 22
 - Wî jê re got: ‹Hey xulamê neqenc! Ezê ji devê te dîwana* te bikim. Madem ku te dizanibû, ez mirovekî hişk im, tiştê ku min dananiye, ez radihêjim, tiştê ku min neçandiye, ez didirûm,
 - 23
 - nexwe çima te perê min neda pereguhêran? Çaxê ez vegeriyam, minê ew bi fayiza wî ve bistanda.›
 - 24
 - Û ji yên ku li wê derê bûn re got: ‹Wî zêrî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh zêrên wî hene.›
 - 25
 - Wan jê re got: ‹Ya mîrza, deh zêrên wî hene.›
 - 26
 - ‹Ez ji we re dibêjim, yê ku pê re heye, wê jê re bê dayîn, lê yê ku pê re tune, tiştê di destê wî de ye jî wê ji wî bê standin.
 - 27
 - Lê belê wan dijminên min, yên ku nedixwestin, ez li ser wan bibim padîşah, bînin vê derê û wan li ber min bikujin.›»
 - Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê
 - 28
 - Piştî Îsa ev tiştên ha gotin, derket ser rê, di pêşiyê wan de çû, da ku here Orşelîmê.
 - 29
 - Çaxê ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê dibû, li cihê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin, wî du şagirtên xwe şandin
 - 30
 - û ji wan re got: «Herin vî gundê pêşberî we. Gava hûn bikevin nav gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin vir.
 - 31
 - Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn wê dehşikê vedikin?› weha bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim e.›»
 - 32
 - Yên ku hatibûn şandin çûn û her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin.
 - 33
 - Gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: «Çima hûn dehşikê vedikin?»
 - 34
 - Wan jî got: «Ew ji Xudan re lazim e.»
 - 35
 - Û dehşik anîn ba Îsa. Wan cilên xwe ji Îsa re danîn ser dehşikê û ew lê siwar kirin.
 - 36
 - Gava Îsa diçû, xelkê ji wî re cilên xwe li ser rê radixistin.
 - 37
 - Êdî gava ew nêzîkî berwara Çiyayê Zeytûnê bû, elaleta şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê ji bo wan hemû karên mezin ên ku dîtibûn, didan.
 - 38
 - Û wan digot:
«Pîroz be ew Padîşahê
Ku bi navê Xudan tê.[a]
Li ezmên silamet
Û li bilindahiyan rûmet!» - 39
 - Û hin ji Fêrisiyan, yên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!»
 - 40
 - Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»
 - Îsa li ser Orşelîmê Digirî
 - 41
 - Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya
 - 42
 - û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya* te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.
 - 43
 - Roj wê bi ser te de bên, ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her aliyî ve te bidin tengahiyê
 - 44
 - û wê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ewê di nav te de kevir li ser kevir nehêlin, çimkî te wextê serdana xwe nezanî.»
 - Îsa Perestgehê Paqij Dike
 - 45
 - Îsa ket Perestgehê û dest pê kir, yên ku tê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve
 - 46
 - û ji wan re got: «Hatiye nivîsîn:
‹Mala min wê bibe mala duayê›,
Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›.»[b] - 47
 - Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Serekên kahînan*, Şerîetzan* û giregirên gel dixebitîn, ku wî bikujin,
 - 48
 - lê wan nikaribû tiştekî bibînin ku bi wî bikin, çimkî tevahiya xelkê ji dil guhdariya wî dikir.
 

