Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mesela Jinebiyê û Dadger
 - 1
 - Ji bo ku ew herdem dua bikin û newestin, Îsa meselek ji wan re got:
 - 2
 - «Di bajarekî de dadgerek* hebû ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî ji mirovan şerm dikir.
 - 3
 - Di wî bajarî de jinebiyek jî hebû ku dihat ba dadger û jê re digot: ‹Heqê min ji neyarê min bistîne!›
 - 4
 - Dadger demekê nexwest, lê piştre ji xwe re got: ‹Her çiqas ez ne ji Xwedê ditirsim û ne jî ji mirovan şerm dikim,
 - 5
 - lê belê ji ber ku ev jinebiya ha hergav tê û min reht dike, ezê rabim, heqê wê bidim wê, da ku ev herdem neyê, serê min gêj neke.›»
 - 6
 - Û Xudan got: «Bibihîzin ku dadgerê neheq çi dibêje.
 - 7
 - Ma Xwedê heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nade wan? Ma wê wan li hêviyê bihêle?
 - 8
 - Ez ji we re dibêjim, ewê heqê wan zû bide wan. Lê dîsa jî gava Kurê Mirov bê, gelo ewê baweriyê* li ser rûyê erdê bibîne?»
 - Mesela Fêrisî û Bacgir
 - 9
 - Îsa ev mesele jî ji hinekan re got, yên ku ji rastdariya xwe piştrast in û yên din kêm dibînin:
 - 10
 - «Du mirov hilkişiyan Perestgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir* bû.
 - 11
 - Yê Fêrisî li ser piyan rawesta û ji xwe re weha dua kir: ‹Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me.
 - 12
 - Ez di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka* hemû derameta* xwe didim.›
 - 13
 - Lê yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!›
 - 14
 - Ez ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe. Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe nizim bike, wê bê bilindkirin.»
 - Îsa Zarokan Pîroz Dike
 - 15
 - Zarokên biçûk jî anîn ba Îsa, da ku destê xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan ev yek dît, li wan hilatin.
 - 16
 - Lê Îsa gazî wan kir, ku bên ba wî û got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min, pêşiya wan negirin. Çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.
 - 17
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»
 - Serdarê Dewlemend
 - 18
 - Û serwerekî ji wî pirsî û got: «Ya Mamostê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»
 - 19
 - Û Îsa ji wî re got: «Çima tu ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kesê qenc tune.
 - 20
 - Tu emran dizanî: ‹Zînayê neke!›, ‹Nekuje!›, ‹Diziyê neke!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!›[a] »
 - 21
 - Wî jî got: «Ev tiştên ha hemû min ji xortaniya xwe ve pêk anîne.»
 - 22
 - Gava Îsa ev bihîst, ji wî re got: «Hê jî tiştek ji te kêm heye: Çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»
 - 23
 - Lê gava wî ev tiştê ha bihîst, ew gelek xemgirtî bû, çimkî ew gelek dewlemend bû.
 - 24
 - Îcar gava Îsa dît ku ew gelek xemgirtî bû, got: «Çiqas zehmet e ku yên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!
 - 25
 - Çimkî derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.»
 - 26
 - Û yên ku ev bihîstin gotin: «Eger wusa ye, kî dikare xilas bibe?»
 - 27
 - Lê Îsa got: «Tiştê ku li ba mirovan nabe, li ba Xwedê dibe.»
 - 28
 - Hingê Petrûs got: «Va ye, me yên xwe hiştine û em li pey te hatine.»
 - 29
 - Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber Padîşahiya Xwedê de dev ji mal, an jin, an zarok, an dê, an bav, an birayan berdabe,
 - 30
 - di vê dinyayê de gelek bêtir û di dinya ku bê de jiyana herheyî nestîne.»
 - Îsa Cara Sisiyan li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 31
 - Îsa her diwanzdeh anîn ba xwe û ji wan re got: «Va ye, em derdikevin Orşelîmê û hemû tiştên ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov hatine nivîsîn, wê bên cih:
 - 32
 - Ewê bê xistin nav destê miletan, wê tinazên xwe bi wî bikin, wê wî riswa bikin, wê tif bikin wî,
 - 33
 - wê wî bidin ber qamçiyan û wê wî bikujin û ewê roja sisiyan ji nav miriyan rabe.»
 - 34
 - Lê wan tu tişt fêm nekir. Ev peyv ji wan re veşartî ma û tiştên ku wî gotin, fêm nekirin.
 - Îsa Parsekekî Kor Qenc Dike
 - 35
 - Çaxê Îsa nêzîkî Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û pars dikir.
 - 36
 - Gava wî bihîst ku elaletek dibihûre, pirsî û got: «Ev çi ye?»
 - 37
 - Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»
 - 38
 - Yê kor kir qîrîn û got: «Ya Îsa, Kurê* Dawid, li min were rehmê!»
 - 39
 - Û yên ku di pêşiyê de diçûn, lê hilatin, da ku ew dengê xwe bibire; lê wî hê bêtir kir qîrîn û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»
 - 40
 - Îsa rawesta, emir kir, ku yê kor bînin ba wî. Û gava yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî:
 - 41
 - «Tu çi dixwazî ku ez ji te re bikim?» Wî got: «Ya Xudan, bila çavên min bibînin.»
 - 42
 - Îsa jî ji wî re got: «Bila çavên te bibînin, baweriya* te tu xilas kirî.»
 - 43
 - Û wî di cih de dît, li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku ev yek dîtin, rûmet dan Xwedê.
 
- a. 18:20 Ji: Derketin 20:12-16; Dubarekirina Şerîetê 5:16-20
 

