Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mesela Miya Windabûyî
 - 1
 - Îcar hemû bacgir* û gunehkar ber bi Îsa ve hatin, da ku guhdariya gotinên wî bikin.
 - 2
 - Fêrisî û Şerîetzanan kirin pitepit û gotin: «Evê ha, gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!»
 - 3
 - Îsa ev mesele ji wan re got:
 - 4
 - «Kî ji we, ku sed miyên wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne?
 - 5
 - Û gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe
 - 6
 - û vedigere mal, gazî dost û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: ‹Bi min re şa bin, ji ber ku min miya xwe ya windabûyî dîtiye.›
 - 7
 - Ez ji we re dibêjim, wusa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî.
 - Mesela Zîvê Windabûyî
 - 8
 - «An kîjan jin, ku deh zîvên* wê hebin û yekî ji wan winda bike, ew qendîlê pê naxe û xênî namale û qenc lê nagere, heta wî bibîne?
 - 9
 - Û gava ew wî bibîne, ew bang dike dost û cîranên xwe û ji wan re dibêje: ‹Hûn bi min re şa bin, ji ber ku min zîvê xwe yê windabûyî dîtiye.›
 - 10
 - «Ez ji we re dibêjim: Wusa jî wê li ba milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, bibe şahî.»
 - Mesela Kurê Windabûyî
 - 11
 - Û Îsa got: «Du kurên mirovekî hebûn.
 - 12
 - Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir.
 - 13
 - «Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir.
 - 14
 - Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê
 - 15
 - û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan.
 - 16
 - Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê.
 - 17
 - Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim.
 - 18
 - Ezê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye.
 - 19
 - Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.›
 - 20
 - «Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand.
 - 21
 - Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.›
 - 22
 - Lê bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî.
 - 23
 - Conegayê dermalekirî bînin û şerjêkin, da ku em bixwin û şahiyê bikin,
 - 24
 - çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.
 - 25
 - «Di wî çaxî de kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst.
 - 26
 - Wî gazî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ka çi bûye?
 - 27
 - Yê xulam jê re got: ‹Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî şerjêkiriye, çimkî ew sax û silamet vegeriyaye.›
 - 28
 - Birayê mezin hêrs ket û nexwest ku here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî kir.
 - 29
 - Lê wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim, te karikek jî neda min, ku ez bi dostên xwe re pê şa bibim.
 - 30
 - Lê gava ev kurê te yê ku malê te bi fahîşeyan re xwar, vegeriya, te conegayê dermale ji wî re şerjêkir.›
 - 31
 - Wî lê vegerand û got: ‹Lawo, tu hergav bi min re yî û her tiştê min, yê te ye.
 - 32
 - Lê diviya em şa bibûna û me şahî bikira, çimkî ev birayê te mirî bû û rabûye, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.›»
 

