Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Durûtî
 - 1
 - Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wusa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebinku durûtî ye.
 - 2
 - Tiştekî nixumandî tune ku xuya nebe û tiştekî veşartî tune ku neyê zanîn.
 - 3
 - Ji ber vê yekê her tiştê ku we di tariyê de gotiye, wê di ronahiyê de bê bihîstin û tiştê ku we di odeya hundir de di guh de gotiye, wê li ser banan bê gazîkirin.
 - Bizanin ku Divê Tirsa We ji Kê Hebe
 - 4
 - «Lê ez ji we dostên xwe re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin.
 - 5
 - Lê ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê*; erê, ez ji we re dibêjim ku ji wî bitirsin!
 - 6
 - Ma pênc çivîk bi du peran nayên firotin? Lê dîsa Xwedê yek ji wan jî ji bîr nekiriye.
 - 7
 - Wusa jî hemû mûyên serê we hejmartî ne. Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
 - Eşkerekirin an Înkarkirina Îsa li ber Mirovan
 - 8
 - «Û ez ji we re dibêjim: Her kesê ku min li ber mirovan eşkere bike, Kurê Mirov jî wê wî li ber milyaketên Xwedê eşkere bike,
 - 9
 - lê yê ku min li ber mirovan înkar bike, ewê li ber milyaketên Xwedê bê înkarkirin.
 - 10
 - Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje, wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê* bike, li wî nayê bihûrtin.
 - 11
 - Çaxê we bibin kinîştan, ber serek û hukumdaran, xeman nexwin ku hûnê çawa xwe biparêzin an çi bêjin.
 - 12
 - Çimkî Ruhê Pîroz wê di wê demê de hînî we bike, ka divê hûn çi bêjin.»
 - Mesela Dewlemendê Bêaqil
 - 13
 - Yekî ji nav elaletê ji Îsa re got: «Mamoste, ji birayê min re bêje, da ku ew mîras bi min re leva* bike.»
 - 14
 - Lê Îsa jê re got: «Camêr, kê ez li ser we kirime dadger* an levaker?»
 - 15
 - Û ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji her cûreyê çavbirçîtiyê biparêzin. Çimkî jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye.»
 - 16
 - Û wî meselek ji wan re got: «Erdê mirovekî dewlemend gelek ber da.
 - 17
 - Ew difikirî û wî di dilê xwe de got: ‹Hew cih maye ku ez dexla xwe bêximê. Gelo ez çi bikim?›
 - 18
 - Û got: ‹Ezê weha bikim: Ezê hemû embarên xwe xera bikim, hinekên mezintir ava bikim û ezê hemû dexil û malê xwe di wan de kom bikim.
 - 19
 - Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike.›
 - 20
 - Lê Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin. Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›
 - 21
 - «Ha ev e, halê wî kesê ku ji xwe re xezîneyan dicivîne û di çavê Xwedê de ne dewlemend e.»
 - Xeman Nexwin!
 - 22
 - Û Îsa ji şagirtên xwe re got: «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û ne jî ji bo bedena xwe ka hûnê çi li xwe bikin.
 - 23
 - Çimkî jiyan di ser xwarinê û beden di ser lixwekirinê re ye.
 - 24
 - Li qirikan binêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xweyî dike; hûn çiqasî ji teyrikan hêjatir in!
 - 25
 - Kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêj bike?
 - 26
 - Loma, eger hûn nikarin tiştê herî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên din xeman dixwin?
 - 27
 - «Li sosinan binêrin, çawa mezin dibin; ew ne dixebitin, ne jî rîs dirêsin. Lê ez ji we re dibêjim, Silêman* jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan li xwe nekiribû.
 - 28
 - Îcar, eger Xwedê giyayê ku îro di zeviyê de heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ewê çiqas bêtir we bi cil bike, ey kêmîmanno?
 - 29
 - Hûn li xwarin û vexwarina xwe negerin û xeman nexwin,
 - 30
 - çimkî hemû miletên dinyayê li van digerin, lê Bavê we dizane ku hûn hewcedarê van tiştan in.
 - 31
 - Lê belê hûn li Padîşahiya wî bigerin û ev tiştên ha jî wê ji we re bên dayîn.
 - 32
 - Ya keriyê biçûk, netirse, çimkî li Bavê we xweş hat ku Padîşahiyê bide we.
 - Xezîna li Ezmanan
 - 33
 - «Çi tiştê we heye bifiroşin û bikin xêr, ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên ku li ezmanan kêm nabin, çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe.
 - 34
 - Çimkî xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
 - Xulamê Hişyar
 - 35
 - «Bila pişta we girêdayî be û qendîlên we pêketî bin.
 - 36
 - Hûn jî wek wan mirovan bin ên ku li hêviya axayê xwe sekinîne, da ku çaxê ew ji dawetê vegere û li derî bixe di cih de bikarin ji wî re vekin.
 - 37
 - Çi xwezî bi wan xulamên ku gava axayê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan li ser sifrê bide rûniştin û wê bê, xizmetê ji wan re bike.
 - 38
 - Eger ew di nobeta diduyan de an di nobeta sisiyan de bê û wan xulaman weha bibîne, çi xwezî bi wan xulaman!
 - 39
 - Lê vê bizanin, eger malxwê malê bizaniya, ku diz wê di kîjan saetê de bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî.
 - 40
 - Hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê, ku ne di gumana we de ye.»
 - 41
 - Petrûs got: «Ya Xudan, tu vê meselê ji me re an ji hemûyan re jî dibêjî?»
 - 42
 - Û Xudan got: «Ew şahneyê* dilsoz û şehreza kî ye ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan?1
 - 43
 - Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne.
 - 44
 - Ez rast ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe.
 - 45
 - Lê eger ew xulam di dilê xwe de bêje: ‹Axayê min di hatina xwe de dereng dimîne› û dest pê bike li xulam û xadiman bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe,
 - 46
 - axayê wî xulamî wê di rojekê de bê, ku ew ne li hêviya wî ye û di saetekê de ku ew pê nizane û wê wî perçe perçe bike û para wî bi bêbaweran re bide.
 - 47
 - Ew xulamê ku daxwaza axayê xwe dizane jî, lê amadekarî nekiriye û ne jî li gor daxwaza axayê xwe kiriye, wê gelek lêdanê bixwe.
 - 48
 - Lê ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.
 - Îsa Dibe Sedemê Cudabûnê
 - 49
 - «Ez hatime, ku agir bavêjim ser erdê û min çiqas dixwest ku ew ji niha ve pêketî bûya!
 - 50
 - Lê imadeke* min heye ku divê ez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku ew temam bibe.
 - 51
 - Ma hûn guman dikin ku ez hatime aştiyê* bînim dinyayê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê ez hatime, da ku ez dubendiyê bînim.
 - 52
 - Ji niha û pê ve, di malekê de pênc wê hebin, sisê li hember diduyan û dido li hember sisiyan wê dubendiyê bikin.
 - 53
 - Bav wê li dijî kur rabe û kur li dijî bav, dê li dijî keçê û keç li dijî dê, xesû li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.»
 - Nîşanên Zemên
 - 54
 - Îsa ji elaletê re jî got: «Çaxê hûn dibînin ku ewrek ji Rojavayê bilind dibe, di cih de hûn dibêjin: ‹Baran wê bibare› û wusa jî çêdibe.
 - 55
 - Û çaxê bayê başûr tê, hûn dibêjin ku wê gelekî bibe germ û wusa dibe.
 - 56
 - Hey durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; lê çawa hûn vê demê fêm nakin?
 - 57
 - Û çima hûn ji ber xwe nawezinînin, ka ya rast çi ye?
 - 58
 - Loma çaxê tu bi sûcdarkerê xwe re herî dadgehê*, di rê de bixebite, ku tu ji wî xilas bibî, da ku ew te nekişîne ber dadger û dadger te nede destê karbidest û karbidest jî te neavêje zîndanê.
 - 59
 - Ez ji te re dibêjim, heta ku tu polê* paşî jî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.»
 

