Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Duakirin 
1
Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kiriye.»
2
Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin:
Ya Bavo,
Navê te pîroz* be,
Bila Padîşahiya te bê.[a]
3
Nanê me yê rojane, roj bi roj bide me.
4
Û li gunehên me bibihûre,
Çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin
Û me nebe ceribandinê.»
5
Û wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min,
6
çimkî dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.›
7
Û yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û bidim te.›
8
Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî.
9
Û ez ji we re dibêjim:
Bixwazin, wê ji we re bê dayîn,
Lê bigerin, hûnê bibînin,
Li derî bixin, ewê ji we re vebe.
10
Çimkî yê ku dixwaze, distîne
Û yê ku digere, dibîne
Û yê ku li derî dixe, jê re vedibe.
11
Ka di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna masî de marekî bide wî?
12
An ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî?
13
Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê* ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
Derxistina Cinan 
14
Îsa cinekî lal derdixist û gava ku cin derket, yê lal peyivî û elalet şaş ma.
15
Lê hinekan ji wan got: «Ew bi serekê cinan Belzebûl*, cinan derdixe.»
16
Hinekên din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
17
Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe, wêran dibe û mal li hember malê derdikeve.
18
Û eger Îblîs li dijî xwe bi xwe rabe, padîşahiya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez bi Belzebûl* cinan derdixim.
19
Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma yên ku li pey we tên wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên* we.
20
Lê eger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, nexwe hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we.
21
Çaxê yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de dimînin.
22
Lê çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talanê leva* bike.
23
Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
Vegerîna Ruhê Xerab 
24
«Çaxê ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew li cihên bê av digere ku rihetiyê bibîne, lê nabîne. Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.›
25
Îcar tê û dibîne ku ew maliştî û xemilandî ye.
26
Hingê ew diçe û heft ruhên din ên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevinê û li wir rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe.»
Xwezîtiya Rast 
27
Çaxê Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.»
28
Lê wî got: «Rast e, lê hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!»
Nîşanan Dixwazin 
29
Û çaxê ku elalet li dor wî zêde dibû, Îsa dest bi gotinê kir: «Ev nifşê ha nifşekî xerab e, li nîşanekê digere û ji nîşana Ûnis* pêxember pê ve, nîşaneke din ji wan re nayê dan.
30
Çawa ku Ûnis ji xelkê Nînewê re bûye nîşan, Kurê Mirov jî wê ji vî nifşî re wusa be.[b]
31
Şahbanûya* Başûr wê di Roja Dawî de bi xelkê vî nifşî re rabe û wan sûcdar derxe; çimkî ew ji kujên dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman* bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.[c]
32
Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar derxin, çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.
Çira Bedena Te Çavê Te Ye 
33
«Tu kes qendîlê pênaxe û danayne cihekî veşartî, an jî naxe bin melkebê, lê datîne ser şamdanê, da yên ku dikevin hundir, ronahiyê bibînin.
34
Çira bedena te çavê te ye. Eger çavê te saxlem be, hemû bedena te jî dibe ronahî, lê eger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî.
35
Îcar hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe tarî.
36
Eger bedena te hemû ronahî be û tu dera tarî tê de nebe, ew hemû wusa ronahî dibe, wek ku qendîlek bi şewqa xwe te ronahî dike.»
Îsa Fêrisiyan û Şerîetzanan Neheq Dike 
37
Çaxê Îsa dipeyivî, yekî Fêrisî* ew vexwend, ku li ba wî xwarinê bixwe. Ew jî çû û li ser sifrê rûnişt.
38
Lê gava yê Fêrisî dît ku ji berî xwarinê wî destê xwe li gor adeta wan neşuşt, şaş ma.
39
Lê Xudan ji wî re got: «Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin, lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye.
40
Hey bêaqilno, ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye?
41
Lê ya qenc ew e ku hûn ji tiştên xwe yên hundir xêran bidin, hingê her tişt wê ji we re paqij bibe.
42
Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka* pûng, catir û hemû cûreyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî* û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
43
Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kinîştan* de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav standinê hez dikin.
44
Wey li we! Hûn wek wan gorên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin.»
45
Û yekî ji Şerîetzanan li Îsa vegerand û got: «Mamoste, bi van gotinan tu me jî şermezar dikî.»
46
Lê Îsa lê vegerand û got: «Wey li we jî, hûn Şerîetzanno! Hûn barên ku hilgirtina wan zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyeke xwe jî nadin wan baran.
47
Wey li we! Hûn qubên pêxemberan çêdikin, yên ku bi destê bav û kalên we hatine kuştin.
48
Bi vî awayî hûn şahidiyê dikin ku hûn kirinên bav û kalên xwe erê dikin, çimkî wan pêxember kuştin û hûn jî qubên wan çêdikin.
49
Ji ber vê yekê jî Şehrezayiya Xwedê got: ‹Ezê ji wan re pêxemberan û şandiyan* bişînim. Wê hin ji wan bikujin û tengahiyê bidin hinan jî›,
50
da ku xwîna hemû pêxemberan a ku ji damezrandina dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî nifşî bê xwestin,
51
ji xwîna Habîl* heta xwîna Zekeryayê ku di navbera gorîgeh* û Perestgehê* de hat kuştin. Erê, ez ji we re dibêjim ku wê ji vî nifşî bê xwestin.
52
Wey li we Şerîetzanan! We rahiştiye mifta zanînê; hûn bi xwe neketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê.»
53
Çaxê Îsa ji wir derdiket, Şerîetzan û Fêrisiyan, li ser gelek tiştan pirs ji wî kirin û ew dan tengiyê.
54
Ew li ber wî letabûn*, da ku xeberekê ji devê wî bigirin.
  1. a. 11:2 Bi gotineke din: «Bila mirov qedrê navê te yê pîroz (bimbarek) bigire». Binêre: Hezekiyêl 36:23.
  2. b. 11:30 Ûnis 3
  3. c. 11:31 Padîşah I, 10:1-13