Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Şandina Heftê Şagirtî
 - 1
 - Piştî vê yekê Xudan heftê şagirtên din jî hilbijartin û ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihê ku ew bi xwe wê biçûyayê.
 - 2
 - Wî ji wan re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in. Loma ji xwediyê dexlê lava bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.
 - 3
 - Herin! Ez we wek berxan dişînim nav guran.
 - 4
 - Ne kîsik, ne tûr û ne jî çaroxan bi xwe re bibin û di rê de silavê nedin tu kesî.
 - 5
 - Û kîjan mala hûn bikevinê, pêşî bêjin: ‹Silamet li ser vê malê.›
 - 6
 - Û eger mirovekî hêjayî aştiyê* li wir hebe, aştiya we wê li ser wî bimîne; lê eger nebe, ewê dîsa li we vegere.
 - 7
 - Îcar di wê malê de bimînin, tiştê wan ê heyî, bixwin û vexwin, çimkî yê pale hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê neçin a din.
 - 8
 - Û kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl bikin, tiştê ku bê ber we, bixwin.
 - 9
 - Nexweşên li wî bajarî qenc bikin û ji wan re bêjin: ‹Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.›
 - 10
 - Lê kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl nekin, derkevin ser meydanên wî û bêjin:
 - 11
 - ‹Em wê toza ku ji bajarê we bi lingê me ve maye jî, li ber wijdana we diweşînin, lê vê bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.›
 - 12
 - Ez ji we re dibêjim, wê rojê rewşa Sodomê wê ji rewşa wî bajarî çêtir be.[a] 
 - Bajarên Bêbawerî
 - 13
 - «Wey li te Xorazînê! Û wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku di nav we de hatin kirin, di Sûr* û Saydayê de bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî* û xweliyê de rûniştî tobe bikirana.
 - 14
 - Lê belê di Roja Dawî de halê Sûr û Saydayê wê ji yê we çêtir be.
 - 15
 - Û tu, hey Kefernahûmê, ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê* miriyan herî xwar!
 - 16
 - Yê ku guhdariya we dike, ew guhdariya min dike û yê ku we red dike, ew min red dike û yê ku min red dike, ew wî yê ku ez şandime, red dike.»
 - Vegerîna Heftê Şagirtî
 - 17
 - Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: «Ya Xudan, cin jî bi navê te bi ya me dikin.»
 - 18
 - Wî ji wan re got: «Min dît ku çawa Îblîs* wek birûskê ji ezmên ket.
 - 19
 - Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we.
 - 20
 - Lê belê bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn.»
 - Dilşabûna Îsa
 - 21
 - Wê gavê Îsa bi Ruhê Pîroz gelek şa bû û got: «Ya Bavo*, Xudanê erd û ezmên, ez ji te re şikir dikim, ku te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartine û ji zarokan re eşkere kirine. Erê, Bavo, çimkî ev yek li te xweş hat.
 - 22
 - Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji Bav pê ve kesek nizane Kur kî ye û ji bilî Kur û yê ku Kur bixwaze bi wî bide eşkerekirin, kesek nizane, Bav kî ye.»
 - 23
 - Û wî berê xwe da şagirtan û bi taybetî ji wan re got: «Xwezî bi wan çavên tiştên ku hûn dibînin.
 - 24
 - Çimkî ez ji we re dibêjim ku gelek pêxember û padîşahan xwestin wan tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê nedîtin. Xwestin wan tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê nebihîstin.»
 - Mesela Sameriyê Dilpak
 - 25
 - Îcar Şerîetzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: «Mamoste, ma ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»
 - 26
 - Îsa lê vegerand û got: «Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?»
 - 27
 - Wî lê vegerand û got: «‹Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.›[b] »
 - 28
 - Îsa lê vegerand û got: «Te rast got, de îcar wusa bike, tê bijî.»
 - 29
 - Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?»
 - 30
 - Îsa lê vegerand û got: «Zilamek ji Orşelîmê daket xwarê û çû bajarê Erîhayê. Ew ket nav destên rêbiran. Rêbiran ew tazî kir, lê xistin û hema bêje nîvkuştî dev jê berdan û çûn.
 - 31
 - Îcar bi rasthatinî kahînek di wê riyê de dadiket. Gava wî ew dît, wî xwe jê dûr kir û di aliyê din re bihûrî û çû.
 - 32
 - Bi vî awayî yekî Lêwî* jî hat wê derê, wî jî ew dît û di aliyê din re bihûrî û çû.
 - 33
 - De îcar yekî Samerî* jî rêwîtî dikir û hat ba wî. Gava wî ew dît, dilê wî pê şewitî.
 - 34
 - Ew çû ba wî. Wî zeyt û şerab bi birînên wî de kirin û ew girêdan. Wî ew li ser dewara xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û lê bû xweyî.
 - 35
 - Dotira rojê du zîv* derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‹Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ezê bidim te.›
 - 36
 - «Îcar, li gor dîtina te, kîjan ji van her siyan bû cîranê wî yê ku ketibû destê rêbiran?»
 - 37
 - Şerîetzan got: «Ewê ku dilê wî pê şewitî.» Îsa got: «De îcar, tu jî here û wusa bike!»
 - Di Mala Merta û Meryemê de
 - 38
 - Û gava ew bi riya xwe ve diçûn, Îsa ket gundekî. Û jineke ku navê wê Merta bû, ew qebûl kir mala xwe.
 - 39
 - Xwişkeke wê jî hebû ku navê wê Meryem* bû. Ew jî li ber lingên Xudan rûniştibû û guhê xwe dida gotina wî.
 - 40
 - Lê Merta bi gelek tiştan ve pirr mijûl dibû. Ew hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, ma tu xema xwe jê naynî ku xwişka min ez di kar de bi tenê hiştime? De jê re bêje ku ew alî min bike.»
 - 41
 - Xudan lê vegerand û got: «Merta, Merta, tu xema gelek tiştan dixwî û xwe bi wan reht dikî,
 - 42
 - lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»
 

