Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Pêşgotin ji Têyofîlos re 
1
Ya Têyofîlosê giranbiha,
Gelekan dest bi rêzkirina wan tiştên ku di nav me de çêbûne, kirine,
2
çawa wan kesên ku ji destpêkê ve bi çavên xwe dîtin û peyv* belav kirin, ji me re ragihandin.
3
Loma, ez jî wek yekî ku ji pêşî ve guhê xwe daye hemûyî û lê kolaye, min qenc dît ku ez wan tiştan rêz bi rêz ji te re binivîsim,
4
da ku tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî.
Mizgîniya Milyaket li ser Bûyîna Yûhennayê Imadkar 
5
Dema Hêrodês* padîşahê Cihûstanê* bû, kahînek* ji koma Ebiya hebû. Navê wî Zekerya bû. Jina wî ji keçên Harûn* bû û navê wê Êlîzabêt bû.
6
Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan* bê kêmahî rêve diçûn.
7
Zarokên wan nebûn, çimkî zarok ji Êlîzabêtê re çênedibûn û herdu jî bi nav salan ve çûbûn.
8
De îcar wusa çêbû, çaxê wî di dora koma xwe de ji Xwedê re xizmeta kahîntiyê dikir,
9
li gor adeta kahîntiyê, pişk li wî ket ku ew here Perestgeha* Xudan* û bixûrê* bişewitîne.
10
Di dema şewitandina bixûrê de tevahiya elaleta* xelkê li derve dua dikir.
11
Hingê milyaketekî Xudan* jê re xuya bû û li aliyê rastê yê gorîgeha* bixûrê rawesta.
12
Gava Zekerya ew dît, şaş bû û tirs ket dilê wî.
13
Milyaket jê re got: «Zekerya, netirse! Çimkî duaya te hat bihîstin û jina te Êlîzabêt, wê kurekî ji te re bîne, tê navê wî Yûhenna* deynî.
14
Û ewê ji te re bibe şahî û geşî
Û gelek wê bi bûyîna wî dilxweş bibin.
15
Çimkî ewê li ba Xudan* mezin be.
Ew şerab û vexwarinên giran qet venaxwe
Û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê* Pîroz tije be.[a]
16
Ewê gelekan ji zaryên* Îsraêl li Xudan, Xwedayê wan, vegerîne.
17
Û ewê bi ruh* û bi hêza Êlyas* pêxember li pêşiya Xudan here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.»[b]
18
Zekerya jî ji milyaket re got: «Ma ezê vê yekê bi çi bizanim? Ez pîr im û jina min jî bi nav salan ve çûye.»[c]
19
Milyaket lê vegerand û got: «Ez Cibrayîl im, yê ku li ber destê Xwedê radiweste û ez hatime şandin, da ez ji te re bêjim û vê mizgîniyê bidim te.[d]
20
Va ye, heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Çimkî te bi wan gotinên min ên ku di wextê xwe de wê bên cih, bawer* nekir.»
21
Di vê navê de xelk li hêviya Zekerya bû. Ew şaş man, ka çima ew demeke dirêj di Perestgehê* de dima.
22
Û gava ew derket derve, wî nikaribû bi wan re bipeyive û ew têgihîştin ku wî di Perestgehê de dîtiniyek* dîtiye. Wî bi îşaretan ji wan re digot û lal ma.
23
Û gava rojên xizmeta wî temam bûn, ew vegeriya mala xwe.
24
Piştî wan rojan jina wî Êlîzabêt bizaro bû û wê pênc mehan xwe veşart û got:
25
«Va ye, di van rojan de Xudan* ev yek ji bo min kir: Wî li min nêrî û di nav xelkê de şerma min rakir.»
Mizgîniya Milyaket li ser Bûyîna Îsa Mesîh 
26
Di meha şeşan de Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê*, ku navê wê Nisret bû,
27
ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala* Dawid bû. Navê keçikê jî Meryem* bû.
28
Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan* bi te re ye.»
29
Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e?
30
Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye.
31
Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa* deynî.
32
Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid* bide wî.
33
Û ewê her û her li ser mala* Aqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê.»
34
Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe? Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.»
35
Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê* Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê* Xwedê bê gotin.
36
Û va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye.
37
Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.»
38
Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû.
Meryem Diçe Serdana Êlîzabêtê 
39
Meryem rabû di wan rojan de bi lez çû nav çiyan, bajarekî ji bajarên Cihûda*.
40
Ew gihîşt mala Zekerya û silav li Êlîzabêtê kir.
41
Gava ku Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarok di zikê wê de xwe tevda û Êlîzabêt bi Ruhê* Pîroz tije bû,
42
û bi dengekî bilind got: «Tu di nav jinan de pîroz* î û berê zikê te pîroz e!
43
Ma ez kî me, heta ku diya Xudanê* min bê ba min?
44
Çimkî gava dengê silava te ket guhê min, zarok ji şahiyê xwe di zikê min de tevda.
45
Xwezî bi wê, ku bawer* kir ew tiştên ku ji aliyê Xudan ve jê re hatine gotin, wê bên cih.»
46
Hingê Meryemê got:
«Canê min pesnê* Xudan dide.[e]
47
Û ruhê min bi Xilaskarê min, Xwedê şa dibe,
48
Çimkî wî li nizimahiya cêriya xwe nêrî.
Îcar ji niha û pê ve, hemû nifş wê ji min re bêjin: ‹Xwezî bi te.›[f]
49
Çimkî Xwedayê hêzdar tiştên mezin ji min re kirin.
Navê wî pîroz e.[g]
50
Û rehma wî nifş bi nifş li ser wan e,
Yên ku ji wî ditirsin.[h]
51
Wî bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da,
Û wî, yên di dilê xwe de pozbilind ji hev belav kirin.[i]
52
Wî, yên mezin ji textên wan anîn xwarê,
Û yên nizim bilind kirin.[j]
53
Yên birçî bi tiştên qenc têr kirin,
Û yên dewlemend destvala rêkirin.[k]
54
Wî rehma xwe anî bîra xwe
Û alîkariya xulamê xwe Îsraêl kir,[l]
55
Çawa ku ji bav û kalên me re,
Ji Birahîm* û dûndana* wî re
Soza xwe ji bo her û her daye.»[m]
56
Meryem nêzîkî sê mehan li ba Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe.
Bûyîna Yûhennayê Imadkar 
57
Gava dema zarokanîna Êlîzabêtê hat, wê kurek anî.
58
Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan rehmeke mezin li wê kiriye û ew jî bi wê re şa bûn.
59
Û di roja heştan de ji bo sinetkirina* kurik hatin û xwestin, navê bavê wî Zekerya lê bikin.
60
Lê diya wî li wan vegerand û got: «Na, navê wî wê Yûhenna* be.»
61
Wan jê re got: «Di nav mirovên te de kesek bi vî navî tune.»
62
Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî, ka ew dixwaze çi navî li wî bike
63
Wî nivîsdekek xwest û weha li ser nivîsî: «Navê wî Yûhenna ye.» Û hemû şaş man.
64
Di cih de dev û zimanê wî vebûn, peyivî û pesnê Xwedê da.
65
Tirs ket dilê hemûyên ku li dora wan rûdiniştin û li seranserê çiyayên Cihûstanê* li ser van tiştan hat peyivîn.
66
Û hemûyên ku ev tişt bihîstin, ew xistin dilê xwe û gotin: «Gelo ev zarok wê bibe çi?» Çimkî destê Xudan li ser wî bû.
Pêxemberîtiya Zekerya 
67
Û bavê wî Zekerya bi Ruhê* Pîroz tije bû, wî pêxemberîtî kir û got:
68
«Pesin ji Xudan Xwedayê Îsraêl re,
Ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir. [n]
69
Wî ji mala xulamê xwe Dawid
Strûhekî* xilasiyê* ji me re rakir,[o]
70
– Çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên* xwe yên pîroz gotibû –
71
Ku em ji dijminên me û ji destê hemûyên ku ji me nefret dikin, xilas bike,[p]
72
Da li bav û kalên me bê rehmê,
Û peymana* xwe ya pîroz,
73
Wê sonda ku ji bavê me Birahîm* re xwaribû, bîne bîra xwe[q]
74
-75 Ku em ji destê dijminên xwe xilas bibin
Û bê tirs li ber wî di hemû rojên jiyana xwe de
Bi paqijî û rastî biperizin* wî.
76
Û tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Berz bê gotin,
Çimkî tê di pêşiya Xudan de herî, da ku tu riyên wî amade bikî[r]
77
Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan,
Xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn.
78
Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me,
Wê ji jor, wek ku roj hiltê, bê serdana me,
79
Da ronahiyê bide wan ên ku di tariyê de
Û di bin siya mirinê de rûniştine
Û ewê berê lingên me bide ser riya silametê.»[s]
80
Kurik mezin dibû û bi ruh bi qewet dibû û heta bi wê roja ku ew ji Îsraêl re xuya bû, li çol û çolistanan ma.
  1. a. 1:15 Binêre: Hejmartin 6:3
  2. b. 1:17 Binêre: Melaxî 4:5-6; 3:1
  3. c. 1:18 Binêre: Destpêkirin 18:11
  4. d. 1:19 Binêre: Daniyêl 8:16; 9:21
  5. e. 1:46-55 Binêre: Samûêl I, 2:1-10
  6. f. 1:48 Binêre: Samûêl I, 1:11
  7. g. 1:49 Binêre: Zebûr 111:9
  8. h. 1:50 Binêre: Zebûr 103:13, 17
  9. i. 1:51 Binêre: Zebûr 89:10; Samûêl II, 22:28
  10. j. 1:52 Binêre: Eyûb 12:19; 5:11
  11. k. 1:53 Binêre: Samûêl I, 2:5; Zebûr 107:9
  12. l. 1:54 Binêre: Zebûr 98:3; Îşaya 41:8
  13. m. 1:55 Binêre: Mîxa 7:20; Destpêkirin 17:7
  14. n. 1:68 Binêre: Zebûr 41:13; 111:9
  15. o. 1:69 Mana «Strûhekî xilasiyê ji me re rakir» ev e: Xilaskarekî bi hêz ji me re rakir; binêre: Zebûr 18:2.
  16. p. 1:71 Binêre: Zebûr 106:10
  17. q. 1:72-73 Binêre: Zebûr 106:45-46; Zebûr 105:8-9; Destpêkirin 17:7
  18. r. 1:76 Binêre: Îşaya 40:3; Melaxî 3:1
  19. s. 1:78-79 Binêre: Melaxî 4:2; Îşaya 9:2; 58:8; 60:1-2