Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ji Cihûda*, xulamê Îsa Mesîh û birayê Aqûb*,
ji gazîkiriyên ku ji aliyê Bav Xwedê ve tên hezkirin û bi Îsa Mesîh tên parastin re: - 2
 - Aştî, rehm û hezkirin ji we re zêde bibe.
 - Guneh û Dîwan
 - 3
 - Hezkirîno, çaxê min bi xîretkêşî xwest li ser xilasiya me ya hevpar ji we re binivîsim, min xwe mecbûr dît ku ez binivîsim û ji we hêvî bikim ku hûn, ji bo baweriya* ku yekcar li pîrozan* hatiye spartin, tekoşînê* bikin.
 - 4
 - Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê* hatine destnîşankirin
 - 5
 - Îcar her çiqas hûn her tiştî dizanin jî, ez dixwazim bînim bîra we ku Xudan gelê xwe ji diyarê Misrê xilas kiribe jî, yên ku bawer nekirin, piştre helak kirin.[a]
 - 6
 - Û wî ew milyaketên ku serwertiya xwe neparastin, lê belê dev ji rûniştgehên xwe berdan, bi zincîrên herheyî ji bo dîwana Roja Mezin di bin tariyê de hilanîn.
 - 7
 - Bi eynî awayî Sodom, Gomora û bajarên der û dora wan jî wek wan fuhûşî kirin û ketin pey bedenên din. Ew bajar bi kişandina cezayê agirê herheyî bûn mînak.[b]
 - 8
 - Lê evên ha jî bi eynî awayî dikevin pey xeyalan û bedenê murdar* dikin, hukumdariya Xudan red dikin û çêrî yên xweyî rûmet dikin.
 - 9
 - Lê belê gava ku serekmilyaket Mîxayîl li hember Îblîs derket û ji bo cesedê Mûsa* munaqeşe kir, ranebû ku bi çêrkirinê wî sûcdar bike. Lê tenê got: «Bila Xudan dengê xwe li te hilde!»
 - 10
 - Lê evên ha, çêrî tiştên ku nizanin dikin û wek heywanên bêfêm, bi tiştên ku ji ber xwe fêm dikin, helak dibin.
 - 11
 - Wey li wan! Ew li ser riya Qayîn* çûn û ji bo qezencê xwe avêtin nav xapandina Balam* û di serhildana Qorax* de helak bûn.[c]
 - 12
 - Evên ha di ziyafetên we yên hezkirinê de bê tirs dixwin û vedixwin, ew leke ne. Ew mîna wan şivanan in ku bi tenê xwe xweyî dikin. Ewrên bêbaran in ên ku li ber bayê diçin; darên payîzê yên bêfêkî ne, ew du caran mirine û ji ra* ve hatine hilkirin.
 - 13
 - Ew wek şeqilên deryayê yên hêç ên ku kef didin, şerma xwe direşînin. Ew wek stêrên serserî ne ku ji bo wan tariya reş her û her hatiye hilanîn.
 - 14
 - Henoxê* ku piştî Adem* ji nifşê* heftan e li ser wan weha pêxemberîtî* kir: «Va ye, Xudan bi deh hezarên xwe yên pîroz ve hat,[d]
 - 15
 - da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişk ên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî.»
 - 16
 - Evên ha pitepit dikin, gazinan dikin, li gor xwestekên xwe rêve diçin, devê wan peyvên* mezin dibêjin, ji bo qezencê siyaneta* xelkê digirin.
 - Hişyarî û Şîret
 - 17
 - Lê hûn, ey hezkirîno, gotinên ku ji pêşî ve ji aliyê Şandiyên* Xudanê me Îsa Mesîh ve hatine gotin, bînin bîra xwe,
 - 18
 - ku ji we re digotin: «Di dema dawî de tinazkarên ku li gor xwestekên xwe yên nepak rêve diçin, wê derkevin.»[e]
 - 19
 - Ev ew in, ên ku dubendiyê dikin, nefsanî ne û ji Ruh bêpar in.
 - 20
 - Lê hûn, ey hezkirîno, xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin, bi Ruhê* Pîroz dua bikin,
 - 21
 - xwe di hezkirina Xwedê de bigirin û ji bo jiyana herheyî li hêviya rehma Xudanê me Îsa Mesîh bimînin.
 - 22
 - Li yên ku dudilî ne, rehmê bikin.
 - 23
 - Yên ku di nav êgir de ne, bikişînin û xilas bikin, li hinekên din bi tirs werin rehmê, lê heta bila cênika we ji kirasên ku ji bedena gunehkar lewitîne jî biçe.
 - Pesin ji Xwedê re
 - 24
 - Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;
 - 25
 - bila ji beriya deman ve, niha û her û her, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh rûmet, mezinahî, karîn û desthilatî jê re be. Amîn*.  
 
- a. 1:5 Derketin 12:51; Hejmartin 14:29-30
 - b. 1:7 Destpêkirin 19
 - c. 1:11 Qayîn: Destpêkirin 4:3-8; Balam: Hejmartin 22; Qorax: Hejmartin 16
 - d. 1:14 Destpêkirin 5:18-24
 - e. 1:18 Petrûs II, 3:3
 

