Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Mirovekî Kor Dibîne
 - 1
 - Gava ku Îsa derbas dibû, wî mirovek dît ku ji zikmakî ve kor bû.
 - 2
 - Şagirtên wî jê pirsîn: «Mamoste, kê guneh kir ku ev mirov kor hat dinyayê? Wî bi xwe an dê û bavê wî?»
 - 3
 - Îsa bersîva wan da: «Ne wî guneh kir, ne jî dê û bavê wî, lê ji bo ku karên Xwedê li ser wî bên dîtin ew kor hat dinyayê.
 - 4
 - Hê ku roj e divê em karên ê ku ez şandime bikin. Şev tê, hingê kes nikare karekî bike.
 - 5
 - Heta ku ez li dinyayê me, ez ronahiya dinyayê me.»
 - 6
 - Wî weha got û tif kir erdê, ji tifê herrî çêkir û ew li çavê mirov da
 - 7
 - û jê re got: «Here xwe di hewza Sîlwamê de bişo» ku bê wergerandin: «Hatiye şandin». Ew jî çû serçavê xwe şuşt û bi çavên vebûyî vegeriya.
 - 8
 - Cîranên wî û kesên ku berê dîtibûn ku wî pars dikir, gotin: «Ewê ku rûdinişt û pars dikir, ma ne ev e?»
 - 9
 - Hinekan digot: «Ev ew e», hinekan jî digot: «Ne ew e, lê dimîne wî.» Lê wî bi xwe digot: «Ez ew im.»
 - 10
 - Îcar wan jê pirsî: «Nexwe çavên te çawa vebûn?»
 - 11
 - Wî bersîva wan da: «Mirovê ku jê re dibêjin Îsa herrî çêkir û li çavên min da û ji min re got: ‹Here hewza Sîlwamê û xwe bişo.› Ez jî çûm, min serçavê xwe şuşt û çavên min vebûn.»
 - 12
 - Wan jê pirsî: «Ew li ku derê ye?» Wî got: «Ez nizanim.»
 - Fêrisî û Mirovê Qencbûyî
 - 13
 - Wan ew mirovê ku berê kor bû, anîn ba Fêrisiyan.
 - 14
 - Ew roja ku Îsa herrî çêkir û çavên wî vekirin, Şemî bû.
 - 15
 - Fêrisiyan jî jê pirsî, ka çavên wî çawa vebûne? Mirov ji wan re got: «Wî herrî li çavên min da, min serçavê xwe şuşt û niha ez dibînim.»
 - 16
 - Hinekan ji Fêrisiyan got: «Ev mirov ne ji Xwedê ye, çimkî ew Şemiyê nagire.» Lê hinekan jî got: «Ma mirovekî gunehkar çawa dikare nîşanên weha çêke?» Û di navbera wan de dubendî derket.
 - 17
 - Hingê wan dîsa ji wî yê ku berê kor bû pirsî: «Tu li ser wî yê ku çavên te vekirin çi dibêjî?» Wî got: «Ew pêxember e.»
 - 18
 - Serekên Cihûyan bawer nekirin ku ew kor bû û çavên wî vebûne, heta gazî dê û bavê wî nekirin
 - 19
 - û ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ma kurê we yê ku we digot kor hatiye dinyayê, ev e? Çawa dibe ku niha ew dibîne?»
 - 20
 - Dê û bavê wî bersîva wan dan: «Em dizanin ku ev kurê me ye û kor hatiye dinyayê.
 - 21
 - Lê em nizanin ku niha ew çawa dibîne û em nizanin kê jî çavên wî vekirine. Ji wî bipirsin, êdî ew mezin e, bila ew ji bo xwe bêje.»
 - 22
 - Dê û bavê wî ji ber ku ji wan ditirsiyan weha peyivîn. Çimkî ji xwe serekên Cihûyan gotina xwe kiribûn yek: Her kesê ku bigota ew Mesîh e, ewê ji kinîştê* bihata avêtin.
 - 23
 - Ji ber vê yekê dê û bavê wî gotin: «Êdî ew mezin e, ji wî bipirsin.»
 - 24
 - Îcar wan cara diduyan gazî wî mirovê ku berê kor bû kir û jê re gotin: «Li ber Xwedê rastiyê bêje! Em dizanin ku ev mirov gunehkar e.»
 - 25
 - Wî bersîva wan da: «Ez nizanim ka ew gunehkar e an ku ne gunehkar e, lê tiştê ku ez dizanim ev e, ez kor bûm û niha ez dibînim.»
 - 26
 - Îcar wan jê pirsî: «Wî çi bi te kir? Wî çawa çavên te vekirin?»
 - 27
 - Wî li wan vegerand û got: «Min niha ji we re got, lê we guhê xwe nedayê. Çima hûn dixwazin dîsa bibihîzin? Ma hûn jî dixwazin ku bibin şagirtên wî?»
 - 28
 - Wan ew nizim kir û gotin: «Tu yî şagirtê wî, lê em şagirtên Mûsa ne.
 - 29
 - Em dizanin ku Xwedê bi Mûsa re peyivî ye, lê heçî ev mirov e, em nizanin ku ew ji ku derê tê!»
 - 30
 - Mirov bersîva wan da û got: «Ev tiştekî ecêb e! Hûn nizanin ew ji ku derê tê, lê wî çavên min vekirin.
 - 31
 - Em dizanin ku Xwedê dengê gunehkaran nabihîze. Lê eger mirovek biperize* Xwedê û daxwaza wî bike, Xwedê dengê wî mirovî dibihîze.
 - 32
 - Ji berê ve tu caran nehatiye bihîstin ku kesekî çavên mirovekî ku kor hatî dinyayê vekirine.
 - 33
 - Eger ev mirov ne ji Xwedê bûya, nikaribû tiştek bikira.»
 - 34
 - Wan ji wî re got: «Tu bi tevahî di nav gunehan de hatiyî dinyayê, ma tê hînî me bikî?» Û ew ji kinîştê avêtin derve.
 - Korîtiya Ruhanî
 - 35
 - Gava Îsa bihîst ku ew avêtine derve, wî ew dît û jê re got: «Tu baweriyê bi Kurê Mirov tînî?»
 - 36
 - Mirov lê vegerand û got: «Ezbenî, ew kî ye? Bêje, da ku ez baweriyê pê bînim»
 - 37
 - Îsa jê re got: «Te ew dît û yê ku niha bi te re dipeyive ew e.»
 - 38
 - Wî got: «Ya Xudan*, ez bawer dikim!» û ji Îsa re çû ser çokan.
 - 39
 - Îsa jî got: «Ez ji bo dîwankirinê hatime vê dinyayê, da ku yên ku nabînin bibînin û yên ku dibînin jî kor bibin.»
 - 40
 - Hinek ji Fêrisiyên ku li ba wî bûn, dema ku ev bihîstin, jê re gotin: «Nexwe em jî kor in?»
 - 41
 - Îsa bersîva wan da: «Eger hûn kor bûna, gunehê weyê tunebûya. Lê niha hûn dibêjin: ‹Em dibînin›, îcar gunehê we dimîne.
 

