Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Ava Jiyana Herheyî û Perizîna bi Ruh û Rastiyê 
1
Dema Îsa hîn bû ku Fêrisiyan* bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt civandine û bi avê imad dike
2
– lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî imad dikirin –
3
ew ji Cihûstanê* derket û dîsa çû Celîlê*.
4
Di dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê* re derbas bibe.
5
Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Aqûb* dabû kurê xwe Ûsiv.
6
Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa wusa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû.
7
Jineke Samerî* hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez vexwim.»
8
Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin.
9
Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.» – Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. –
10
Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»
11
Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî?
12
Ma tu ji bavê me Aqûb mezintir î, ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.»
13
Îsa bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe.
14
Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»
15
Jinikê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.»
16
Îsa lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.»
17
Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa jê re got: «Te rast got ku mêrê te tune,
18
çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.»
19
Jinikê jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î.
20
Bav û kalên me li vî çiyayî perizîn*, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.»
21
Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav*.
22
Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin, çimkî xilasî ji Cihûyan tê.
23
Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî.
24
Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.»
25
Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» – yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin – «wê bê û gava ku ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.»
26
Îsa jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»
27
Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?»
28
Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got:
29
«Werin, wî mirovî bibînin, ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?»
30
Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
31
Di vê navê de şagirtên wî jê lava dikirin û digotin: «Mamoste, tiştekî bixwe!»
32
Lê Îsa ji wan re got: «Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.»
33
Şagirtan ji hevdû pirsî: «Gelo kesekî jê re xwarin aniye?»
34
Îsa ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim.
35
Ma hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin.
36
Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne, da hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin.
37
Çimkî li vir peyva* ‹Yek diçîne û yek didirû› rast e:
38
Min hûn şandin, da ku hûn zeviya ku hûn di ber de nexebitîne bidirûn; hinekên din di ber de xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin.»
Xelkê Sameryayê Baweriyê bi Îsa Tînin 
39
Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn.
40
Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma.
41
Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn
42
û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.»
Îsa Kurê Karmendekî Qenc Dike 
43
Piştî van herdu rojan Îsa ji wir çû Celîlê.
44
Îsa bi xwe bûbû şahid ku siyaneta* pêxemberekî li welatê wî tune.
45
Îcar dema ku ew hat Celîlê, Celîliyan ji dil ew qebûl kir. Çimkî ew bi xwe jî li Orşelîmê beşdarî Cejna* Derbasbûnê bûbûn û tiştên ku wî kiribûn, dîtibûn.
46
Ew dîsa hat Qenaya Celîlê ku wî lê av kiribû şerab. Li wir karmendekî padîşah hebû ku kurê wî li Kefernahûmê nexweş bû.
47
Dema wî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîlê, ew hat ba Îsa û jê lava kir ku kurê wî qenc bike; çimkî ew li ber mirinê bû.
48
Îsa ji wî re got: «Heta ku hûn nîşan û karên mezin nebînin, hûn qet bawer nakin.»
49
Karmendê padîşah jê re got: «Ezbenî, beriya ku kurikê min bimire, xwe bigihîne ser.»
50
Îsa lê vegerand û got: «Here, kurê te dijî.» Mirov bi peyva* ku Îsa jê re gotibû bawer kir û çû.
51
Hê ew negihîştibû jêr, xulamên wî hatin pêşiya wî û jê re gotin: «Kurê te dijî.»
52
Îcar wî ji xulamên xwe pirsî, ka kurê wî di kîjan saetê de ber bi qencbûnê ve çûye. Wan jê re got: «Duh piştî nîvro saet di yekê de, tayê ew berda.»
53
Hingê bavê kurik fêm kir ku tam di wê saetê de Îsa jê re gotibû: «Kurê te dijî.» Îcar wî û tevahiya maliyên wî bawerî anîn.
54
Ev nîşana diduyan bû ku çaxê Îsa ji Cihûstanê hatibû Celîlê çêkir.