Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Îsa û Nîkodêmos 
1
Bi navê Nîkodêmos mirovek ji Fêrisiyan* hebû ku serekekî Cihûyan bû.
2
Ev mirov bi şev hat ba Îsa û jê re got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.»
3
Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya* Xwedê bibîne.»
4
Nîkodêmos jê pirsî: «Ma mirovekî ku pîr be çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma dikare careke din bikeve malzaroka diya xwe û çêbe?»
5
Îsa bersîva wî da: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe, nikare bikeve Padîşahiya Xwedê.
6
Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e.
7
Li peyva* ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin›, şaş nemîne.
8
Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Tu dengê wê dibihîzî, lê tu nizanî ku ew ji ku derê tê û bi ku derê ve diçe; her kesê ku ji Ruh çêdibe weha ye.»[a]
9
Nîkodêmos jê re got: «Ev tişt çawa dikare çêbe?»
10
Îsa lê vegerand û got: «Tu mamosteyê Îsraêl î jî û tu van tiştan nizanî?
11
Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, tiştê ku em dizanin, em dibêjin, tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin; lê hûn şahidiya me qebûl nakin.
12
Min tiştên li ser erdê ji we re got û hûn bawer nakin. Nexwe eger ez tiştên li ezmanan bêjim, hûnê çawa bawer bikin?
13
Ji bilî Kurê* Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên.
14
Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin,
15
da her kesê ku baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe.»
16
Çimkî Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.
17
Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe.
18
Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê* Xwedê yê yekta neaniye.
19
Dîwanbûn* bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî kirinên wan xerab bûn.
20
Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin.
21
Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê, da kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.
Îsa û Yûhennayê Imadkar 
22
Piştî vê yekê Îsa û şagirtên xwe çûn herêma Cihûstanê*. Îsa li wê derê bi wan re dima û imad* dikir.
23
Yûhenna bi xwe jî li Eynona nêzîkî Salîmê imad dikir, çimkî li wê derê pirr av hebû. Mirov dihatin wê derê û imad dibûn.
24
– Hingê hê Yûhenna neavêtibûn zîndanê. –
25
Îcar di navbera şagirtên Yûhenna û Cihûyekî de, li ser pirsa adetên paqijiyê munaqeşeyek derket.
26
Îcar ew hatin ba Yûhenna û jê re gotin: «Mamoste, ew kesê ku li wî aliyê Çemê Urdunê bi te re bû û te jê re şahidî kir, va ye, ew bi xwe imad dike û hemû kes diçin ba wî.»
27
Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.
28
Hûn bi xwe ji min re şahid in ku min gotiye: ‹Ez ne Mesîh im, lê ez di pêşiya wî de hatime şandin.›
29
Bûk ji bo kê be zava ew e. Lê destbirayê zavê yê ku rawestayî ye û dengê zavê dibihîze, bi dengê wî gelek şa dibe. Îcar ev şabûna min niha temam bûye.
30
Ji wî re mezinbûn, ji min re biçûkbûn divê.
Yê ku ji Ezmanan Tê 
31
«Yê ku ji jorê hatiye di ser hemûyan re ye. Yê ku ji erdê ye, ji erdê dipeyive; lê yê ku ji ezmên hatiye, di ser hemûyan re ye.
32
Wî çi dîtibe û çi bihîstibe şahidiya wan dike, lê tu kes şahidiya wî qebûl nake.
33
Yê ku şahidiya wî qebûl dike, mor dike ku Xwedê rast e.
34
Yê ku Xwedê ew şandiye, ew bi gotina Xwedê dipeyive, çimkî Xwedê Ruh bêsînor dide wî.
35
Bav* ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî.
36
Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»
  1. a. 3:8 Bi zimanê Yewnanî peyva ji bo «Ruh» û ji bo «bayê» yek e.