Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Riya ku Diçe Bav 
1
«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin.
2
Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wusa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim?
3
Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin.
4
Hûn riya wî cihê ku ez diçimê dizanin.»
5
Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?»
6
Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.
7
Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew dîtiye.»
8
Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!»
9
Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›?
10
Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min re dimîne, karên xwe dike.
11
Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet nebe, ji ber van karan bawer bikin.
12
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav.
13
Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe.
14
Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
Îsa Soza Şandina Ruhê Pîroz Dide 
15
«Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih.
16
Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne.
17
Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.
18
«Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we.
19
Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn.
20
Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.
21
«Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»
22
Cihûda* – ne yê Îsxeryotî – ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»
23
Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin.
24
Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime.
25
Hê ez li ba we, min ev tişt ji we re gotin.
26
Lê Alîkar – Ruhê* Pîroz – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
27
«Ez aştiyê* ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin!
28
We bihîst ku min ji we re got: ‹Ez diçim, lê ezê dîsa bêm ba we!› Eger we ji min hez bikira, hûnê şa bibûna ji bo ku ez diçim ba Bav. Çimkî Bav di ser min re ye.
29
Min ev niha berî ku çêbin gotin, da ku, dema ew çêbin, hûn bawer bikin.
30
Êdî ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî bi min re tune,
31
lê bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wusa dikim.
«Rabin, em ji vir herin.