Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Baweriya Birahîm û Yên Din 
1
Îcar bawerî*, ewlebûna tiştên ku hêvî bi wan tê kirin e, piştrastbûniya tiştên ku nayên dîtin e.
2
Bi vê baweriyê, bav û kalên me ji aliyê Xwedê ve hatin erêkirin.
3
Bi baweriyê, em fêm dikin ku erd û ezman bi peyva Xwedê hatiye damezrandin; wusa ku tiştên tên dîtin, ji tiştên nayên dîtin çêbûne.[a]
4
Bi baweriyê, Habîl* goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive*.[b]
5
Bi saya baweriyê, Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin. «Ew nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû». Û beriya hilkişandina wî, şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû.[c]
6
Û bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike.
7
Bi baweriyê, Nûh*, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.[d]
8
Bi baweriyê, gava ku Birahîm* hat gazîkirin, da ku here wî cihê ku wê bi mîrasî bistanda, wî li gor peyva Xwedê kir û bêyî ku bizane wê here ku derê, ket rê.[e]
9
Bi baweriyê, wek yekî xerîb li welatê ku jê re hatibû soz dan, ma û bi hevparên eynî sozê, bi Îshaq* û Aqûb* re di konan de rûnişt.[f]
10
Çimkî ew li hêviya bajarê bingeha wî saxlem dima yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye.
11
Bi saya baweriyê Birahîm, bi ser ku ew pîr bû û Sarayê jî nedikarî zarokan bianiya, dîsa hêz dît ku bibe bav. Çimkî wî, yê ku soz dabû dilsoz dît.[g]
12
Îcar ji yekî ku hema bêje mirî bû, bi qasî stêrên ezmên, wek seylaka* ber devê deryayê bêhesab dûndan* çêbû.[h]
13
Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.[i]
14
Yên ku tiştên weha dibêjin, kifş dikin ku ew li welatekî digerin.
15
Û bi rastî, eger wan bêriya dera ku jê derketibûn bikirana, ji bo vegerînê fersenda wan wê hebûya.
16
Lê wan welatekî hê çêtir, yanî yê ezmanî dixwest. Ji ber vê yekê Xwedê şerm nake eger ew bêjin: «Ew Xwedayê me ye»; çimkî wî ji wan re bajarek amade kiriye.
17
Gava ku Birahîm hat ceribandin, bi baweriyê wî Îshaq pêşkêş kir. Wek yekî ku sozên Xwedê standiye, kurê xwê yê yekta pêşkêş dikir.[j]
18
Ji wî re hatibû gotin: «Ji Îshaq dûndana te wê zêde bibe.»[k]
19
Birahîm fikirî ku Xwedê dikare ji nav miriyan jî rake û wî bi awayekî mînakî wek ku Îshaq ji nav miriyan bistîne, ew bi şûn ve stand.
20
Bi baweriyê, Îshaq* li ser tiştên ku wê bên ji bo Aqûb* û Esaw* duayên qenc kirin.[l]
21
Bi baweriyê, Aqûb li ber mirinê ji bo herdu kurên Ûsiv duayên qenc kirin, «pala xwe da serê gopalê xwe û perizî* Xwedê.»[m]
22
Bi baweriyê, Ûsiv li ber mirinê, li ser derketina zaryên* Îsraêl ya ji Misrê peyivî û li ser hestiyên xwe li wan emir kir.[n]
23
Gava ku Mûsa* çêbû, bi baweriyê, dê û bavê wî sê mehan ew veşartin. Çimkî dîtin ku zarok pirr xweşik e û ji fermana padîşah netirsiyan.[o]
24
Gava ku Mûsa mezin bû, bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn* bê gotin.[p]
25
Ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart
26
û şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke mezintir hesab kir. Çimkî wî li xelata ku wê bistanda dinêrî.
27
Bi baweriyê, ew ji Misrê derket û ji hêrsa padîşah netirsiya. Çimkî wî, wek yê ku nayê dîtin dîtibe, tengahî radigirt.
28
Wî bi baweriyê, Cejna* Derbasbûnê cara pêşî pêk anî û emir kir ku xwîn li ser deriyan bê reşandin, da ku milyaketê ku nixurî dikuştin, dest nede wan.[q]
29
Bi baweriyê, Îsraêlî wek ku di bejê re derbas bibin, di Derya Sor re derbas bûn. Gava ku Misriyan ev ceriband, di avê de xeniqîn.[r]
30
Bi baweriyê, piştî ku Îsraêlî heft rojan li dora sûrên Erîhayê zivirîn, ew hilweşiyan.[s]
31
Bi baweriyê, Rexaba* fahîşe bi neguhdaran re nehat helakkirin, çimkî wê nêrevan* bi aştî qebûl kiribûn.[t]
32
Û hê ez çi bêjim? Eger ez tiştên li ser Gîdeyon*, Baraq*, Şimşon*, Yêfta*, Dawid*, Samûêl* û li ser pêxemberan bêjim, dema min têrê nake.
33
Bi baweriyê ew li hember padîşahiyan bi ser ketin, wan dadperwerî* anîn cih, gihîştin sozên ku hatibûn dayîn, devê şêran girtin,[u]
34
hêza êgir temirandin, ji devê şûr filitîn, di bêhêziyê de hêz standin, di şer de bûn yên xurt, ordiyên biyaniyan belav kirin.
35
Jinan, miriyên xwe bi vejînê* bi şûn ve standin. Hinekan îşkence kişandin, lê azadî red kirin, da ku ji mirinê rabin û bigihîjin jiyaneke hê çêtir.[v]
36
Hinekên din bi tinaz û qamçiyan, erê heta bi girêdan û zîndanê hatin ceribandin.[w]
37
Hatin kevirkirin, bi birrekê hatin birrîn, ketin ber devê şûr û hatin kuştin. Bi postê miyan, bi çermê bizinan geriyan; belengazî kişandin, tengahî dîtin, xerabî li wan hat kirin.[x]
38
Dinya ne hêjayî wan bû; li çolan û li çiyayan, di şkeftan û di kunên bin erdê de eware geriyan.
39
Îcar bi ser ku ew hemû bi baweriyê hatin erêkirin jî, ew negihîştin tiştên ku hatibûn sozdan.
40
Çimkî, ji bo ku bêyî me ew negihîjin bêkêmahiyê, Xwedê ji me re tiştekî hê çêtir amade kiriye.
  1. a. 11:3 Destpêkirin 1:1; Zebûr 33:6-9
  2. b. 11:4 Destpêkirin 4:3-10
  3. c. 11:5 Ji: Destpêkirin 5:24
  4. d. 11:7 Destpêkirin 6:9-9:17
  5. e. 11:8 Destpêkirin 12:1-5
  6. f. 11:9 Destpêkirin 23:4; 26:3; 35:12, 27
  7. g. 11:11 Destpêkirin 17:19; 18:11-14; 21:2
  8. h. 11:12 Destpêkirin 15:5-6; 22:17; Derketin 32:13
  9. i. 11:13 Dîrok I, 29:15
  10. j. 11:17 Destpêkirin 22:1-14
  11. k. 11:18 Ji: Destpêkirin 21:12
  12. l. 11:20 Destpêkirin 27:27-29; 27:39-40
  13. m. 11:21 Ji: Destpêkirin 47:31; 48:1-20
  14. n. 11:22 Destpêkirin 50:24-25; Derketin 13:19
  15. o. 11:23 Derketin 1:22; 2:2
  16. p. 11:24 Derketin 2:10-12
  17. q. 11:28 Derketin 12
  18. r. 11:29 Derketin 14:21-31
  19. s. 11:30 Yêşû 6:12-21
  20. t. 11:31 Yêşû 2:1-21; 6:22-25
  21. u. 11:33 Daniyêl 6
  22. v. 11:35 Padîşah II, 4:25-37
  23. w. 11:36 Padîşah I, 22:26-28; Yêremya 20:1-2; 37:15; 38:6
  24. x. 11:37 Dîrok II, 24:20-21