Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Azadiya Xwe Biparêzin 
1
Mesîh em ji bo azadiyê azad kirine; loma hîmgirtî bin û careke din nekevin bin nîrê xulamtiyê.
2
Va ye, ez Pawlos ji we re dibêjim: Eger hûn sinet bibin, tu feyda Mesîh ji we re tune.
3
Ez careke din ji her mirovî re şahidiyê dikim: Yê ku sinet bûye divê tevahiya Şerîetê bike.
4
Ey hûn ên ku dixwazin bi Şerîetê rastdar derkevin, hûn ji Mesîh veqetiyan û ji keremê dûr ketin.
5
Lê em bi saya Ruh, bi baweriyê li benda hêviya rastdariyê ne.
6
Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.
7
Îcar hûn baş dibezîn; kî ji we re bû asteng ku hûn bi ya rastiyê nekin?
8
Ev serîpifdan ne ji yê ku gazî we dike ye.
9
Piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike.[a]
10
Ez bi saya Xudan ji we piştrast im ku hûn tiştekî din nafikirin; lê yê ku hûn tevlihev kirine, kî dibe bila bibe, wê cezayê xwe bikişîne.
11
Lê heçî ez im, birano, eger niha jî min sinetbûn hîn bikira, çima hê tengahî li min dihat kirin? Eger wusa bûya, wê astenga li ber xaçê ji holê rabûya.
12
Xwezî wan ên ku serê we tevlihev kirine, xwe bi xwe nemêr bikirana.
13
Birano, hûn ji bo azadiyê hatin gazîkirin, tenê bila azadî ji bo nefsê nebe fersend, lê belê bi hezkirinê ji hevdû re xizmetê bikin.
14
Çimkî tevahiya Şerîetê di gotinekê de, yanî di vê de temam dibe: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»[b]
15
Lê eger hûn hevdû gez bikin û bixwin, hay ji xwe hebin ku hûn ji aliyê hevdû ve neyên telefkirin.
Berê Ruh û Karê Nefsê 
16
Ez vê dibêjim: Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih.
17
Çimkî nefs li hember Ruh û Ruh li hember nefsê daxwaz dike; ev li hember hev in, wusa ku tiştên hûn dixwazin bikin, hûn nekin.[c]
18
Îcar, eger hûn ji aliyê Ruh ve tên rêvebirin, hingê hûn ne di bin Şerîetê de ne.
19
Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet,
20
pûtperestî*, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî,
21
zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya* Xwedê mîras nastînin.
22
Lê berê Ruh, hezkirin, şahî, aştî*, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî,
23
nermî û xwegirtin e. Li hember tiştên weha Şerîet tune.
24
Heçî yên Mesîh Îsa ne, wan nefs bi xwestek û daxwazên wê ve birine ser xaçê.
25
Madem ku em bi Ruh dijîn, hingê em bi Ruh rêve jî herin.
26
Em quretiyê nekin, ji hev re meydanê nexwînin û çavnebariya hev nekin.
  1. a. 5:9 Korîntî I, 5:6
  2. b. 5:14 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:18
  3. c. 5:17 Romayî 7:15-23