Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Şerîet û Bawerî 
1
Ey Galatiyên bêhiş! Kê sêrbazî li we kir? Ma li ber çavên we, Îsa Mesîh xaçkirî ji we re nehat sûretkirin?
2
Ez dixwazim tenê vê ji we hîn bibim: Ma we Ruhê* Xwedê bi kirina Şerîetê an bi bihîstin û bawerkirinê stand?
3
Ma hûn evqas bêhiş in? We bi Ruh dest pê kir, ma niha hûn dixebitin ku bi hêza xwe bibin sêrî?
4
Ma hûn badîhewa di evqas tecrûbeyan re derbas bûn? – Eger ev bi rastî badîhewa bû.
5
Nexwe yê ku Ruh dide we û di nav we de kerametan dike, ma vê bi kirina Şerîetê an bi bihîstin û bawerkirina we dike?
6
Li Birahîm* binêrin: «Wî ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin.»[a] [b]
7
Loma bizanin, yên ku bawer dikin, kurên Birahîm ew in.[c]
8
Nivîsara* Pîroz ji berê ve dît ku Xwedê wê miletan bi baweriyê rastdar derxe û ji berê ve ev Mizgînî da Birahîm: «Hemû milet wê bi te bên pîrozkirin.»[d]
9
Wusa ku, yên bawer dikin, wê bi Birahîmê ku bawer kiriye re bên pîrozkirin.
10
Çimkî hemû yên ku pişta xwe bi kirina Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku weha hatiye nivîsîn: «Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê de ye.»[e]
11
Îcar eşkere ye ku tu kes li ba Xwedê bi Şerîetê rastdar dernakeve. Çimkî hatiye nivîsîn: «Yê rastdar wê bi baweriyê bijî.»[f]
12
Şerîet ne ji baweriyê ye; lê belê hatiye nivîsîn: «Yê ku wan tiştan dike, wê bi wan bijî.»[g]
13
Mesîh, em bi berdêl ji nifira Şerîetê kirrîn û rizgar kirin. Ew ji bo me ket bin nifirê; çimkî hatiye nivîsîn: «Her kesê ku bi dar ve daleqandî ye, di bin nifirê de ye.»[h]
14
Ev hemû weha bû, da ku bi Mesîh Îsa pîrozbûniya Birahîm bê ser miletan û em bi baweriyê soza Ruh bistînin.
Şerîet û Soza Xwedê ya ji Birahîm re 
15
Birano, ez li gor mirovan dibêjim: Peymana* ku hatiye erêkirin, tenê ya mirovekî be jî, tu kes nikare betal bike an tiştekî bi ser ve zêde bike.
16
Îcar soz ji Birahîm û ji dûndana* wî re hatin dayîn. Nayê gotin wek ku ji bo gelekan be: «Ji hemû dûndanê re», lê belê wek ku ji bo yekî bi tenê be, dibêje: «Ji dûndana te re»,[i] ku ev jî Mesîh e.
17
Îcar ez vê dibêjim: Şerîeta ku piştî çar sed û sî salan hat, nikare peymana ku Xwedê ji berê ve erê kiribû, rake û bi wî awayî sozê betal bike.[j]
18
Çimkî eger mîras ji Şerîetê be, êdî ne ji sozê ye. Lê Xwedê ji kerema xwe ew bi sozê da Birahîm.[k]
19
Nexwe Şerîet çima çêbû? Ew ji bo ku sûcan derxe meydanê, ser ve hatiye zêdekirin, da ku heta dûndana ku ji wî re hatibû sozdan bê, bimîne. Ew Şerîet bi rêberiya milyaketan bi destê navberkarekî hat sazkirin.[l]
20
Navberkar ne ji bo yekî tenê ye, lê Xwedê yek e.
21
Nexwe Şerîet li hember sozên Xwedê ye? Na, tu caran! Çimkî eger Şerîeteke ku vedijîne* bihata dayîn, hingê erê, rastdarî wê bi Şerîetê bûya.
22
Lê belê Nivîsara Pîroz her tişt di bin guneh de girtiye, da ku soz bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e, ji yên ku bawer dikin re bê dayîn.
23
Beriya ku ev bawerî bê, em di bin Şerîetê de girêdayî bûn, heta xuyabûna baweriya ku wê bihata, em di bin çavan de bûn.
24
Bi vî awayî Şerîet heta bi hatina Mesîh, bû perwerdevanê me, da ku em bi baweriyê rastdar derkevin.
25
Niha, ji ber ku bawerî hat, êdî em ne di bin destê perwerdevan de ne.
26
Çimkî hûn hemû bi baweriyê bi saya Mesîh Îsa kurên Xwedê ne.
27
Ji ber ku hûn hemû yên ku imad* bûne, ku hûn bibin yên Mesîh, we Mesîh li xwe kir.
28
Êdî ne Cihû û ne jî Yewnanî* hene, ne xulam û ne jî azad hene, ne jî nêr û mê hene; çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de hûn hemû yek in.
29
Îcar, eger hûn ên Mesîh in, hingê hûn dûndana Birahîm in û li gor sozê jî wêris in.[m]
  1. a. 3:6 Ji: Destpêkirin 15:6
  2. b. 3:6 Romayî 4:3; Aqûb 2:23
  3. c. 3:7 Romayî 4:16
  4. d. 3:8 Ji: Destpêkirin 12:3; 18:18; 22:18
  5. e. 3:10 Ji: Dubarekirina Şerîetê 27:26
  6. f. 3:11 Ji: Habaqûq 2:4
  7. g. 3:12 Ji: Qanûna Kahîntiyê 18:5
  8. h. 3:13 Ji: Dubarekirina Şerîetê 21:23
  9. i. 3:16 Ji: Destpêkirin 13:15; 24:7
  10. j. 3:17 Derketin 12:40
  11. k. 3:18 Romayî 4:14
  12. l. 3:19 Dubarekirina Şerîetê 33:1-4; Îbranî 2:2; Karên Şandiyan 7:38, 52
  13. m. 3:29 Romayî 4:13