Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Silav 
1
Ji Pawlosê* Şandî yê ku ne ji mirovan û ne jî bi destê mirovan, lê belê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, bûye Şandî
2
û ji hemû birayên ku bi min re ne,
ji civînên* bawermendan ên li Galatyayê re:
3
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî* li ser we be.
4
Wî xwe di ber gunehên me de feda kir, da ku me ji dinya xerab xilas bike. Bi wî awayî wî daxwaza Bavê me Xwedê pêkanî.
5
Rûmet her û her ji Xwedê re be! Amîn*.
Mizgîniyeke Din Tune 
6
Ez li we şaş dimînim ku hûn çawa evqas zû dev ji yê ku bi kerema Mesîh gazî we kiriye, berdidin û li mizgîniyeke din dizivirin.
7
Ya rast, mizgîniyeke din tune, lê hin kesên ku we tevlihev dikin û dixwazin Mizgîniya Mesîh xera bikin, hene.
8
Lê belê eger em, an jî milyaketekî ji ezmên, ji wê Mizgîniya ku me ji we re gotiye pê ve, mizgîniyeke din ji we re bêje, bila nifir li wî be.
9
Me berê çawa gotiye, ez niha dîsa dibêjim: Eger yek, ji Mizgîniya ku we qebûl kiriye pê ve, yeke din ji we re bêje, nifir li wî be.
10
Ma niha ez lê digerim ku li mirovan an li Xwedê xweş bêm? An ez dixebitim ku mirovan dilxweş bikim? Eger min hê bixwesta ku ez mirovan dilxweş bikim, ez nedibûm xulamê Mesîh.
Xwedê Çawa Gazî Pawlos Kiriye 
11
Birano, ez bi we didim zanîn ku ew Mizgîniya ku ji aliyê min ve tê dayîn, ne ji mirovan e.
12
Çimkî min ew ji mirovan nestand û ez ji aliyê wan ve nehatim hînkirin, lê belê min ew bi peyxama* Îsa Mesîh stand.
13
We li ser jiyana min a berê ya di Cihûtiyê de bihîst. Hingê min pirr zêde tengahî dida civîna bawermendan a Xwedê û min dixwest ku ez wê ji holê rakim.[a]
14
Ez di nav gelê xwe de, ji gelekên ku di emrê min de bûn, di Cihûtiyê de bêtir pêşve diçûm û ji bo adetên bav û kalên xwe bi zêdehî xîretkêş bûm.
15
Lê hê ku ez di malzaroka diya xwe de bûm, Xwedê ez veqetandim û bi kerema xwe gazî min kir.
16
Û çaxê li wî xweş hat ku Kurê xwe ji min re eşkere bike, da ku ez di nav miletên din de wî bidim bihîstin, ez bi xwîn û goşt neşêwirîm[b]
17
û derneketim Orşelîmê*, ba yên ku beriya min bûbûn Şandî*. Lê belê ez çûm Erebistanê û careke din vegeriyam Şamê.
18
Paşê, piştî sê salan ji bo ku ez Kîfas* nas bikim, ez derketim Orşelîmê û panzdeh rojan li ba wî mam.[c] [d]
19
Lê min ji Şandiyan kesek nedît; min bi tenê birayê Xudan Aqûb dît.
20
Di tiştên ku ez ji we re dinivîsim de, va ye, li ber Xwedê ez derewan nakim.
21
Piştî wê ez hatim herêmên Sûriye û Kîlîkyayê.
22
Lê ez bi xwe, ji aliyê civînên bi Mesîh ên li Cihûstanê* ve rû bi rû nehatibûm naskirin.
23
Wan bi tenê dibihîst: «Wî mirovê ku demekê tengahî dida me, ew niha wê baweriya* ku demekê dixwest ji holê rake, hîn dike.»
24
Û ji bo min pesnê Xwedê didan.
  1. a. 1:13-14 Karên Şandiyan 8:3; 22:3-5
  2. b. 1:16 Karên Şandiyan 9:3-6
  3. c. 1:18 Karên Şandiyan 9:26-30
  4. d. 1:18 Kîfas: navê din ê «Petrûs» e.