Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Mîrzano, ji xulamên xwe re bi edalet û wekhevîparêz bin; hûn dizanin ku li ezmên mîrzayekî we jî heye.[a]
Dua û Şîret 
2
Hergav xwe bidin duayê û bi şikirdariyê di duayê de hişyar bimînin.
3
Bi vê yekê re ji bo me jî dua bikin, da ku Xwedê ji bo peyvê deriyekî li ber me veke, ku em sira Mesîh a ku ez di ber wê de di girtîgehê de me, bêjin.
4
Û dua bikin, da ku wek ji min re pêwist e ku ez bêjim, ez vê sirê bi zelalî eşkere bikim.
5
Li hember yên ku ji baweriyê der in, bi şehrezayî rêve herin û ji fersenda vê demê îstifade bikin.[b]
6
Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wusa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin.
Silav û Xatir 
7
Birayê hezkirî Tixîkos* ê ku xizmetkarekî dilsoz û di yekîtiya Xudan de xizmethevalê min e, wê her tiştê min ji we re bêje.
8
Ji bo ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew hanê bide dilê we, ez wî dişînim ba we.
9
Ez bi wî re, birayê hezkirî û dilsoz ê ku yek ji we ye, Onîsîmos jî dişînim. Ewê li ser hemû tiştên vir ji we re bêjin.[c]
10
Erîstarxosê* ku bi min re girtî ye û xwarziyê Barnabas Marqos* jî silavan li we dikin. We di derheqê Marqos de emir stand, eger ew bê ba we, wî qebûl bikin.
11
Yêşûyê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan li we dike. Ji wan ên ku ji bo Padîşahiya* Xwedê hevalkarên min in, evên ha bi tenê ji nav Cihûyan in û ew ji min re bûn han.
12
Êpafrasê* ku yek ji we ye û xulamê Mesîh Îsa ye, silavan li we dike. Ji bo ku hûn di her daxwaza Xwedê de bêkêmahî û tam bi piştrastî bisekinin, ew hergav bi xîretkêşî ji bo we dua dike.
13
Ez ji bo wî şahidiyê dikim ku hem ji bo we û hem ji bo yên li Lawdikya û Hiyerapolîsê gelek kedê dide.
14
Hekîmê* hezkirî Lûqa* û Dîmas* silavan li we dikin.
15
Li birayên ku li Lawdikyayê ne, li Nîmfayê û civîna li mala wê silavan bikin.
16
Piştî ku ev name di nav we de hat xwendin, wusa bikin ku li civîna Lawdikyayê jî bê xwendin û nameya ku ji Lawdikyayê wê bidin we, hûn jî bixwînin.[d]
17
Ji Arxîpos re bêjin: «Hay jê hebe da tu wê xizmeta ku te ji Xudan standiye, pêk bînî.»[e]
18
Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez girêdayî me. Kerem li ser we be.
  1. a. 4:1 Efesî 6:9
  2. b. 4:5 Efesî 5:16
  3. c. 4:9 Filêmon 1:10
  4. d. 4:15-16 Peyxama Yûhenna 1:11; 3:14
  5. e. 4:17 Filêmon 1:2