Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - 1
 - Û Şawûl razî bû ku ew bê kuştin.
Di wê rojê de li Orşelîmê cefayeke şidîd li hember civîna* bawermendan dest pê kir û ji Şandiyan pê ve hemû bawermend ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan* û Sameryayê*. - Şawûl Tengahiyê Dide Bawermendan
 - 2
 - Mirovên xwedêtirs Steyfan veşartin û şîneke giran li ser wî girtin.
 - 3
 - Lê Şawûl civîn şeperze dikir; ji malekê diket maleke din, jin û mêr kaş dikirin û davêtin zîndanê.[a] 
 - Filîpos Mizgîniyê li Sameryayê Belav Dike
 - 4
 - Îcar yên ku ji hev belav bûn, Mizgînî* didan her dera ku diçûnê.
 - 5
 - Filîpos daket bajarekî Sameryayê û Mesîh ji wan re da bihîstin.
 - 6
 - Gava elaletê* nîşanên mezin ên ku Filîpos çêdikirin, didîtin û dibihîstin, hemûyan bi hev re bi baldarî guhê xwe didan gotinên wî.
 - 7
 - Çimkî ruhên nepak bi dengekî bilind qîriyan û ji gelek kesên cinoyî* derketin û gelek kesên felcî û seqet sax bûn.
 - 8
 - Û şahiyeke mezin li wî bajarî çêbûbû.
 - 9
 - Îcar li vî bajarî yekî ku ji demeke dirêj ve sêrbazî dikir hebû, navê wî Şimûn bû. Wî xelkê Sameryayê şaş dihişt û digot ku ew mirovekî mezin e.
 - 10
 - Hemûyan, ji biçûkan heta mezinan bi baldarî guhdariya wî dikir û digotin: «Hêza Xwedê ya ku jê re Mezin dibêjin ev e.»
 - 11
 - Û wan bi baldarî guhdariya wî dikir, çimkî ji demeke dirêj ve wî bi sêrbaziya xwe ew şaş dikirin.
 - 12
 - Lê gava ku wan ji Filîpos bawer kir, yê ku Mizgîniya li ser Padîşahiya* Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh dida, hem jin hem mêr imad* bûn.
 - 13
 - Şimûn bi xwe jî bawerî anî. Piştî ku imad bû, hergav li ba Filîpos dima û li nîşan û kerametên mezin ên ku dihatin kirin, şaş dima.
 - 14
 - Îcar gava ku Şandiyên li Orşelîmê bihîstin ku Samerya peyva Xwedê qebûl kiriye, wan Petrûs û Yûhenna şandin ba wan.
 - 15
 - Ew jî daketin jêr, ji bo wan dua kirin ku Ruhê Pîroz bistînin,
 - 16
 - çimkî hê Ruhê Pîroz nehatibû ser yekî ji wan, tenê ew bi navê Xudan Îsa hatibûn imadkirin*.
 - 17
 - Hingê Petrûs û Yûhenna destên xwe danîn ser wan û wan jî Ruhê Pîroz stand.
 - 18
 - Îcar gava ku Şimûn dît ku Ruh bi destdanîna* Şandiyan a li ser wan tê dayîn, wî pere pêşkêşî wan kirin û
 - 19
 - got: «Vê hêzê bidin min jî, da ku ez destên xwe deynim ser kê, Ruhê Pîroz bistîne.»
 - 20
 - Lê Petrûs ji wî re got: «Bila zîvê te mîrata serê te be, çimkî te guman kir ku diyariya Xwedê bi peran tê standin!
 - 21
 - Ne pişka te û ne jî para te di vê yekê de heye, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rast e.
 - 22
 - Îcar ji vê xerabiya xwe tobe bike, ji Xudan lava bike, belkî li niyeta di dilê te de bê bihûrtin.
 - 23
 - Çimkî ez te di tehliya zirav de û di zincîrên xerabiyê de dibînim.»
 - 24
 - Şimûn lê vegerand û got: «Hûn ji bo min ji Xudan bixwazin, da ji tiştên ku we gotin tu tişt neyê ser min.»
 - 25
 - Îcar piştî ku Petrûs û Yûhenna ji peyva Xudan re şahidî kirin û peyivîn, ew vegeriyan Orşelîmê, Mizgînî li gelek gundên Sameriyan belav kirin.
 - Filîpos û yê Etyopî
 - 26
 - Hingê milyaketekî Xudan ji Filîpos re got: «Rabe û bi aliyê başûr ve here wê riya ku ji Orşelîmê diçe Xezzeyê.» Ew der çol e.
 - 27
 - Ew jî rabû û çû û Etyopiyekî nemêrkirî dît. Ew wezîrekî şahbanûya* Etyopyayê Kendakya bû û li ser hemû xezînên wê bû. Ew ji bo perizînê hatibû Orşelîmê û[b]
 - 28
 - vedigeriya malê. Di ereba xwe de rûniştibû û nivîsara Îşaya* pêxember dixwend. \v 29 Îcar Ruh ji Filîpos re got: «Pêşve here û beşdarî vê erebê bibe.» \v 30 Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?»
 - 31
 - Wî lê vegerand û got: «Ezê çawa fêm bikim eger yek ji min re şîrove neke?» Û wî ji Filîpos hêvî kir ku li ba wî siwar bibe.
 - 32
 - Ew cihê ku ji nivîsarê dixwend ev bû:
«Wek miyekê ji bo şerjêkirinê hat birin
Û wek ku berx li ber cewîzê* xwe bêziman e,
Ew devê xwe venake.[c] - 33
 - Di nizimkirina wî de jê re edalet nema.
Kî wê li ser dûndana wî bêje?
Çimkî jiyana wî ji erdê tê rakirin.»[d] - 34
 - Yê nemêrkirî ji Filîpos pirsî û got: «Hêviya min ji te, pêxember van li ser kê dibêje? Li ser xwe an li ser yekî din?»
 - 35
 - Hingê Filîpos devê xwe vekir û bi vê nivîsarê dest bi gotinê kir û Mizgîniya li ser Îsa ji wî re got.
 - 36
 - -37 Gava di riya xwe de diçûn, gihîştin ser avekê, yê nemêrkirî got: «Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad* nebim?»[e]
 - 38
 - Wî emir kir ku erebe raweste, herdu bi hev re, Filîpos û yê nemêrkirî, çûn nav avê û Filîpos ew imad kir.
 - 39
 - Çaxê ew ji avê derketin, Ruhê Xudan Filîpos hilda û bir; yê nemêrkirî hew ew dît û bi şahî di riya xwe de çû.
 - 40
 - Filîpos xwe li Aşdodê dît û heta ku hat Qeyseriyê, di hemû bajarên ku di wan re derbas bû de, Mizgînî belav dikir.
 
- a. 8:3 Karên Şandiyan 22:4-5; 26:9-11
 - b. 8:27 Li Etyopyayê «Kendakya» bernavek bû (wek li Misrê «Firewn» an li derên din «Qeyser»).
 - c. 8:32 Cewîz: Ew kesê ku pirça bizinan, hiriya miyan û keja çûran dibire.
 - d. 8:32-33 Ji: Îşaya 53:7-8
 - e. 8:36 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Filîpos jê re got: Eger tu bi hemû dilê xwe bawer bikî, tu dikarî. Wî lê vegerand û got: Ez bawer dikim ku Îsa Mesîh Kurê* Xwedê ye.»
 

