Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Parastina Steyfan
 - 1
 - Hingê Serokkahîn ji wî pirsî û got: «Ma ev tişt rast in?»
 - 2
 - Steyfan got:
«Bav û birano! Guhê xwe bidin min. Hê ku bavê me Birahîm* li Mezopotamyayê bû, beriya ku ew li Heranê rûne, Xwedayê bi rûmet jê re xuya bû - 3
 - û got: ‹Ji welatê xwe û ji ba mirovên xwe derkeve û were wê dera ku ezê nîşanî te bidim.›[a]
 - 4
 - Hingê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Heranê rûnişt. Piştî ku bavê wî mir, Xwedê ew ji wê derê deranî û anî vî welatê ku niha hûn lê dijîn.[b]
 - 5
 - Wî bi qasî cihê lingekî jî, bi mîrasî neda wî; lê bi ser ku hê zarokên wî nebûn jî, soz dayê ku ‹vî welatî bi milkîtî bide wî û dûndana wî ya ku li pey wî rabe.›[c]
 - 6
 - Û Xwedê ji wî re weha got: ‹Dûndana te wê li welatekî ku ne yê wan e bi xerîbî rûne, ewê wan bikin kole û çar sed salî li wan zor bikin.›
 - 7
 - Û Xwedê got: ‹Ezê wî miletê ku ewê jê re koletiyê bikin, ceza bikim› û ‹Piştî van tiştan wê ji wê derê derkevin û li vî cihî biperizin* min.›[d]
 - 8
 - Û Xwedê peymana* sinetê* da wî. Birahîm bû bavê Îshaq* û di roja heştan de ew sinet kir. Îshaq* bû bavê Aqûb* û Aqûb jî bû bavê diwanzdeh bavikan.[e] 
 - 9
 - «Bavikan çavnebariya Ûsiv kir û ew firotin Misrê; lê Xwedê bi wî re bû[f]
 - 10
 - û ew ji hemû tengahiyên wî rizgar kir û li ber Firewn, yanî padîşahê Misrê kerem û şehrezayî da wî. Firewn jî ew li ser Misrê û li ser hemû mala xwe kir şahne*.[g]
 - 11
 - Hingê li hemû welatê Misrê û li Kenanê* xela rabû, tengahiyeke mezin çêbû û bav û kalên me nikaribûn xwarin peyda bikirana.
 - 12
 - Îcar gava ku Aqûb bihîst li Misrê genim heye, wî cara pêşî bav û kalên me şandin wê derê.
 - 13
 - Di çûyîna cara diduyan de, Ûsiv xwe bi birayên xwe da naskirin û eslê Ûsiv ji Firewn re kifş bû.
 - 14
 - Îcar Ûsiv şand pey bavê xwe Aqûb û hemû mirovên xwe, da ku bên ba wî. Hemû bi hev re heftê û pênc nefs bûn.
 - 15
 - Û Aqûb daket Misrê. Ew û bav û kalên me li wê derê mirin.[h]
 - 16
 - Wan bi şûn ve anîn Şexemê û di wê gora ku Birahîm bi perên zîv ji kurên Hamorê Şexemî kirrîbû de veşartin.[i] 
 - 17
 - «Îcar çaxê ew dema ku Xwedê ji Birahîm re soz dabû, nêzîk bû, gelê me li Misrê pirr zêde bûbû,
 - 18
 - heta wê dema ku ‹padîşahekî nû yê ku nedizanî ku Ûsiv kî ye, hat ser Misrê›.[j]
 - 19
 - Wî hîlebazî li nijada me kir, li bav û kalên me zor kir ku ew zarokên xwe bavêjin derve, da ku nejîn.[k]
 - 20
 - Di wî wextî de Mûsa çêbû. Ew gelek spehî bû. Sê mehan ew di mala bavê xwe de hat xweyîkirin.
 - 21
 - Îcar gava ku ew danîn, keça Firewn ew hilda û ew xweyî kir, ku bibe kurê wê.
 - 22
 - Mûsa di hemû şehrezayiya Misriyan de hat perwerdekirin, di gotinên xwe û di kirinên xwe de hêzdar bû.[l] 
 - 23
 - «Îcar dema ew bû çil salî, daxwaza dîtina* xwişk û birayên wî yên Îsraêliyan ket dilê wî.
 - 24
 - Gava wî dît ku neheqî li yekî ji wan tê kirin, wî ew parast, yê Misrî kuşt û heyfa yê ku dihat perçiqandin hilanî.
 - 25
 - Wî guman kir ku xwişk û birayên wî, wê fêm bikin ku Xwedê wê bi destê wî xilasiyê bide wan, lê wan fêm nekir.
 - 26
 - Dotira rojê çaxê ew rastî du Îsraêliyan hat, ku ew pev diçûn, wî xwest ku wan li hev bîne û got: ‹Camêrno, hûn bira ne; hûn çima neheqiyê li hev dikin?›
 - 27
 - Lê mirovê ku neheqî li cîranê xwe dikir, Mûsa dehf da û got: ‹Kê tu li ser me kiriyî serok û dadger*?
 - 28
 - Wek ku te duh yê Misrî kuşt, ma tu dixwazî min jî bikujî?›[m]
 - 29
 - Li ser vê peyvê Mûsa reviya û li welatê Midyanê bi xerîbî ma û bû bavê du kuran.[n] 
 - 30
 - «Piştî ku çil sal temam bûn, ‹li çola nêzîkî Çiyayê Sînayê*, di pêta agirê nav deviyê de milyaketek li wî xuya bû.›[o]
 - 31
 - Gava Mûsa ev dît, ew li vê dîmenê şaş ma û çaxê nêzîk bû ku binêre, dengê Xudan hat:
 - 32
 - ‹Ez Xwedayê bav û kalên te, Xwedayê Birahîm, Aqûb û Îshaq im.›[p] Lerizînê Mûsa girt û nediwêrî ku binêre.
 - 33
 - Îcar Xudan ji wî re got: ‹Çaroxa di lingê xwe de derîne, çimkî dera ku tu lê radiwestî axa pîroz e.
 - 34
 - Bi rastî min tengahiya gelê min ê ku li Misrê ye dît û min zarîna wan bihîst. Ez daketim ku wan rizgar bikim. De niha were, ezê te bişînim Misrê.›[q] 
 - 35
 - «Îcar ew, ev Mûsa bû ku wan ew red kir û gotin: ‹Kê tu li ser me kiriyî serek û dadger?›[r] Û ev, ew bû ku Xwedê ew bi destê wî milyaketê ku di nav deviyê de li wî xuya bû, bi seroktî û rizgarkarîtî şand.
 - 36
 - Wî ew ji wir derxistin. Li Misrê, li Deryaya Sor û çil salan li çolê wî nîşan û karên mezin kirin.[s]
 - 37
 - Ev, ew Mûsa ye ku ji zaryên* Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake.›[t]
 - 38
 - Ev, ew e ku di nav gelê li çolê civiyayî de bû; li Çiyayê Sînayê* milyaket bi wî re peyivî û ew bi bav û kalên me re bû. Wî peyvên jîndar standin ku bigihîne me.[u]
 - 39
 - Lê bav û kalên me nexwestin ku bi ya wî bikin. Ew red kirin û di dilê xwe de vegeriyan Misrê
 - 40
 - û ji Harûn re gotin: ‹Ji me re xwedayên ku li pêşiya me herin çêke. Çimkî em nizanin çi bi wî Mûsayê ku em ji diyarê Misrê derxistin hat.›[v]
 - 41
 - Di wan rojan de golikek çêkirin, gorî* pêşkêşî wî pûtî kirin û ji bo karê destên xwe şahî çêkirin.[w]
 - 42
 - Lê Xwedê berê xwe ji wan zivirand û hişt ku ew biperizin* stêrên ezmên; wek ku di Kitêba Pêxemberan de hatiye nivîsîn:
‹Hey mala Îsraêl,
Ma we çil salan li çolê
Ji min re
Diyarî û gorî pêşkêş kirin? - 43
 - We konê Molox*
Û stêra xwedayê we Reyfan,
Ew pûtên ku we çêkiribûn, ku hûn biperizin wan, hilgirtin.
Loma ezê we rakim û ji Babîlê* wêvetir bibim.›[x] - 44
 - «Li çolê Konê* Şahidiyê yê bav û kalên me hebû. Mûsa ew, wek yê ku pê re peyivîbû û emir kiribû, li gor wê mestereya* ku dîtibû, çêkir.[y]
 - 45
 - Bav û kalên me jî ew hildan û gava ku bi Yêşû* re welatê miletên din ên ku Xwedê ji ber wan derxistin, vegirtin, hingê ew bi xwe re anîn. Heta dema Dawid ew li wir ma.[z]
 - 46
 - Dawid li ba Xwedê kerem dît û xwest ku cihekî rawestanê ji bo Xwedayê Aqûb çêke.[aa]
 - 47
 - Lê yê ku ji wî re malek çêkir Silêman* bû.[ab]
 - 48
 - Lê belê Yê Herî Berz di xaniyên ku bi destan hatine çêkirin de rûnane. Çawa ku pêxember dibêje:
 - 49
 - ‹Ezman textê min e,
Û erd binlingê min e.
Xudan dibêje:
Hûnê maleke çawa ji min re çêkin?
An jî dera ku ez bîhna xwe lê vedim, ku der e? - 50
 - Ma ne destê min ev hemû tişt çêkirine?›[ac] 
 - 51
 - «Hey serhişkno! Di dil de sinetnebûyîno, di guh de kerno! Hûn hergav li hember Ruhê Pîroz disekinin; çawa ku bav û kalên we kirin, hûn jî wusa dikin.[ad]
 - 52
 - Ma bav û kalên we tengahî nedan kîjan pêxemberî? Wan ew ên ku ji berê ve hatina Yê Rast dan zanîn, kuştin. Îcar niha hûn bûn xayîn û we ew kuşt.
 - 53
 - Hûn ew in ku we Şerîet bi destê milyaketan stand, lê we ew pêk neanî.»
 - Kevirkirina Steyfan
 - 54
 - Gava ku wan ev tişt bihîstin, gelek hêrs bûn û diranên xwe li Steyfan qirçandin.
 - 55
 - Lê Steyfan bi Ruhê Pîroz tije, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, rûmeta Xwedê û Îsayê ku li milê wî yê rastê rawestayî ye dît.
 - 56
 - Hingê got: «Va ye, ez ezmanan vebûyî dibînim û Kurê* Mirov li milê Xwedê yê rastê radiweste!»
 - 57
 - Lê wan guhên xwe girtin, bi dengekî bilind qîriyan û bi hev re êrîşî wî kirin.
 - 58
 - Wan ew derxist derveyî bajêr û dan ber keviran. Şahidan ebayên xwe danîn ber lingê xortekî ku navê wî Şawûl bû.
 - 59
 - Gava wan Steyfan kevir dikirin, wî dua kir û got: «Ya Xudan Îsa, ruhê min bistîne.»
 - 60
 - Hingê ew çû ser çokan û bi dengekî bilind qîriya: «Ya Xudan, vî gunehî li wan negire.» Çaxê ev got, bi xew ve çû, mir.
 
- a. 7:3 Ji: Destpêkirin 12:1
 - b. 7:4 Destpêkirin 11:31; 12:4
 - c. 7:5 Ji: Destpêkirin 17:8; 48:8
 - d. 7:6-7 Ji: Destpêkirin 15:13-14; Derketin 3:12
 - e. 7:8 Destpêkirin 17:10-14
 - f. 7:9 Destpêkirin 37:11-28; 39:2, 21
 - g. 7:9-10 Destpêkirin 37:1-36; 39:1-41:46
 - h. 7:11-15 Destpêkirin 41:53-47:31
 - i. 7:16 Yêşû 24:32
 - j. 7:18 Ji: Derketin 1:8
 - k. 7:19 Derketin 1:10-11, 22
 - l. 7:20-22 Derketin 2:1-10
 - m. 7:27-28 Ji: Derketin 2:14
 - n. 7:29 Derketin 2:11-22; 18:3-4
 - o. 7:30 Ji: Derketin 3:2
 - p. 7:32 Ji: Derketin 3:6
 - q. 7:33-34 Ji: Derketin 3:5-10
 - r. 7:35 Ji: Derketin 2:14; 3:2
 - s. 7:36 Derketin 7:3; 14:21; Hejmartin 14:33
 - t. 7:37 Ji: Dubarekirina Şerîetê 18:15
 - u. 7:38 Derketin 19:1-20:17; Dubarekirina Şerîetê 5
 - v. 7:40 Ji: Derketin 32:1, 23
 - w. 7:41 Derketin 32:2-6
 - x. 7:42-43 Ji: Amos 5:25-27
 - y. 7:44 Derketin 25:8-9
 - z. 7:45 Yêşû 3:14-17
 - aa. 7:46 Samûêl II, 7:1-16
 - ab. 7:47 Padîşah I, 6
 - ac. 7:49-50 Ji: Îşaya 66:1-2
 - ad. 7:51 Îşaya 63:10
 

