Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Petrûs û Yûhenna li ber Civîna Giregiran
 - 1
 - Hê ku Petrûs û Yûhenna bi xelkê re dipeyivîn, kahîn*, serwerê parêzgerên Perestgehê û Sadûqî* bi ser wan de hatin.
 - 2
 - Ew pirr hêrs bûn, çimkî şagirtan* gel hîn dikir û li ser vejîna miriyan a ku bi Îsa ye dipeyivîn.
 - 3
 - Wan ew girtin û ji ber ku ji xwe êvar bû, heta dotira rojê ew di girtîgehê de hiştin.
 - 4
 - Lê gelekên ku peyv* bihîstin, bawerî* anîn û hejmara wan gihîşt dora pênc hezar kes.
 - 5
 - Îcar dotira rojê serwer, rihspî û Şerîetzan* li Orşelîmê civiyan,
 - 6
 - Serokkahîn Henan, Qeyafa, Yûhenna, Skender û hemû yên ku ji malbata Serokkahîn dihatin li wir bûn.
 - 7
 - Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: «We bi kîjan hêzê an bi çi navî ev kir?»
 - 8
 - Hingê Petrûs bi Ruhê Pîroz tije, ji wan re got: «Gelî serekên gel û rihspîno!
 - 9
 - Eger îro em ji bo qenciya ku bi mirovê nexweş bûye, tên pirsyarkirin ka ew çawa sax bûye,
 - 10
 - bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.
 - 11
 - Ev ew e,
‹Ew kevirê ku ji aliyê we hostayan ve kêm hat dîtin,
Bû kevirê serê rikin*.›[a] - 12
 - Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»
 - 13
 - Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane.
 - 14
 - Lê wan zilamê qencbûyî bi wan re rawestayî dît û nikaribûn tiştekî li dij bêjin.
 - 15
 - Îcar li wan emir kirin ku ji civîna* giregiran derkevin û dest pê kirin di nav xwe de şêwirîn.
 - 16
 - Wan got: «Em bi van mirovan çi bikin? Çimkî ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re eşkere ye ku bi destê van nîşaneke berbiçav hatiye kirin û em nikarin vê înkar bikin.
 - 17
 - Lê ji bo ku ev hê bêtir di nav gel de belav nebe, em gef li wan bixwin ku ji niha û pê ve bi navê Îsa ji kesî re tiştekî nebêjin.»
 - 18
 - Gazî wan kirin û li wan emir kirin ku êdî bi navê Îsa qet nepeyivin û kesî hîn nekin.
 - 19
 - Lê Petrûs û Yûhenna bersîva wan dan û gotin: «Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin.
 - 20
 - Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin.»
 - 21
 - Piştî ku dîsa gef li wan xwarin ew berdan. Ji ber xelkê tu rê nedîtin ku wan ceza bikin, çimkî hemûyan ji bo tiştê bûyî pesnê Xwedê dida.
 - 22
 - Emrê wî mirovê ku bi vê kerametê qenc bûbû, di ser çilî re bû.
 - Bawermend ji bo Wêrekiyê Dua Dikin
 - 23
 - Piştî ku ew hatin berdan, çûn ba hevalên xwe û her tiştê ku serekên kahînan* û rihspiyan ji wan re gotibû, ji wan re gotin.
 - 24
 - Gava ku wan ev bihîst, bi hev re dengê xwe bilind kirin û ji Xwedê re gotin: «Ya Xwedayê hukumdar! Yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de afirandiye, tu yî.[b]
 - 25
 - Te bi Ruhê Pîroz bi devê xizmetkarê xwe bavê me Dawid got:
‹Çima milet hêç bûn
Û netew tiştên pûç fikirîn? - 26
 - Padîşahên dinyayê bûn yek,
Û serek li hev civiyan
Li hember Xudan û li hember Mesîhê wî.›[c] - 27
 - Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês* û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî*, civiyan,[d]
 - 28
 - da ku çi bi destê te û li gor daxwaza te ji berê ve hatibe biryardan, bê cih.
 - 29
 - Û niha ya Xudan, li gefxwarinên wan binêre! Û vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva* te tam bi ziravî bêjin.
 - 30
 - Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.»
 - 31
 - Piştî ku wan dua kir, dera ku lê civiyabûn hejiya, ew hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û peyva Xwedê bi ziravî digotin.
 - Danûstandina Bawermendan
 - 32
 - Dil û ruhê tevahiya koma bawermendan yek bû. Tu kesî ji wan ji bo tiştên xwe nedigot: «Ev ya min e.» Lê her tiştê wan hevpar bû.
 - 33
 - Şandiyan bi hêzeke mezin şahidiya vejîna Xudan Îsa didan û keremeke mezin li ser wan hemûyan bû.
 - 34
 - Û di nav wan de tu kesê hewcedar tunebû. Çimkî yên ku xweyî xanî an xweyî erd bûn, ew difirotin û wan tiştan çi bigirta dianîn,
 - 35
 - ew li ber lingê Şandiyan datanîn û li gor hewcedariya wan li her kesî dihat belavkirin.
 - 36
 - Bi navê Ûsiv yekî Lêwî* ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: «Kurê handanê*».
 - 37
 - Zeviyeke vî mirovî hebû, wî ew firot û perên wê anîn li ber lingên Şandiyan danîn.
 
- a. 4:11 Ji: Zebûr 118:22
 - b. 4:24 Nehemya 9:6; Zebûr 146:6
 - c. 4:25-26 Ji: Zebûr 2:1-2
 - d. 4:27 Lûqa 23:1-11
 

