Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Pawlos li Girava Maltayê
 - 1
 - Piştî ku em xilas bûn, em hîn bûn ku navê giravê Malta ye.
 - 2
 - Xelkê giravê camêriyeke nedîtî nîşanî me da. Ji ber serma û barana ku dibarî, agir kirin û em hemû qebûl kirin.
 - 3
 - Gava ku Pawlos gurzek hejik berhev kir û danî ser êgir, ji germê koremarek derket û bi destê wî ve zeliqî.
 - 4
 - Gava xelkê giravê dît ku marek bi destê wî ve daleqaye ji hev re gotin: «Bêguman, ev mirov mêrkuj e; bi ser ku ew ji deryayê xilas bû jî, Heq nehişt ku ew bijî.»
 - 5
 - Lê Pawlos mar veweşand nav êgir û tu ziyan nedît.
 - 6
 - Ew li benda Pawlos bûn ku biwerime, an ji nişkê ve bikeve û bimire. Lê piştî ku ew demeke dirêj li hêviyê man û dîtin ku tiştek pê nehat, wan fikra xwe guhert û gotin ku ew xwedayek e.
 - 7
 - Îcar nêzîkî wê derê zeviyên serokê giravê hebûn ku navê wî Popliyos bû. Wî em qebûl kirin mala xwe û sê rojan bi dostanî em kirin mêvan.
 - 8
 - Bavê Popliyos bi tayê û zikêşa bixwîn ketibû û nexweş di nav nivînan de bû. Pawlos çû ba wî, destên xwe danîn ser wî, dua kir û ew qenc kir.
 - 9
 - Piştî vê yekê nexweşên giravê yên din jî hatin û qenc bûn.
 - 10
 - Wan gelek qedir û qîmeta me girt û gava em bi nav deryayê ve rê ketin, hemû tiştên ku hewcedariya me bi wan hebû, xistin gemiyê.
 - Pawlos Tê Romayê
 - 11
 - Piştî sê mehan em bi gemiyeke ji Skenderyayê ya ku zivistan li giravê derbas kiribû, bi deryayê ve bi rê ketin; nîşana xwedayên Cêwî li ser gemiyê hebû.
 - 12
 - Em gihîştin Sîrekûsê û em sê rojan li wir man.
 - 13
 - Ji wir em rabûn û çûn Rêgiyomê. Piştî rojekê bayê başûr rabû û roja diduyan em hatin Potiyolê.
 - 14
 - Li wir me xwişk û bira dîtin û ji me hêvî kirin ku em heft rojan li ba wan bimînin. Û bi vî awayî em hatin Romayê.
 - 15
 - Çaxê birayên ji wir li ser hatina me bihîstin, heta bi Çarşiya Epiyû û Sê Mêvanxaneyê hatin pêşiya me. Gava Pawlos ew dîtin, şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand.
 - 16
 - Çaxê em ketin Romayê, destûr ji Pawlos re hat dayîn ku bi leşkerê ku nobedariya wî dike re tenê rûne.
 - 17
 - Îcar piştî sê rojan, Pawlos gazî giregirên Cihûyan kir ku bicivin. Gava ku ew kom bûn, wî ji wan re got: «Birano, bi ser ku min tiştekî li hember gelê me an adetên bav û kalên me nekiriye jî, ez li Orşelîmê hatim girtin û ez dam destê Romayiyan.
 - 18
 - Çaxê wan ez kişandim pirsyariyê, wan xwest ku min berdin, çimkî ji bo kuştina min sedemek tunebû.
 - 19
 - Lê gava ku Cihû li hember vê yekê derketin, bi ser ku giliyekî min li hember miletê min tunebû jî, ez mecbûr bûm ku doza xwe bibim ber Qeyser.[a]
 - 20
 - Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.»
 - 21
 - Wan lê vegerand û gotin: «Me li ser te tu name ji Cihûstanê nestandine, ne jî yek ji birayên ku hatiye vir xeber daye me, an tiştekî nebaş li ser te gotiye.
 - 22
 - Lê em dixwazin ji te bibihîzin ka tu çi difikirî. Çimkî em dizanin ku li her derê li hember vê mezhebê dipeyivin.»
 - Pawlos li Romayê Hîn Dike
 - 23
 - Îcar rojek ji bo wî kifş kirin û gelek hatin ba wî, wî cihê ku lê dima. Ew ji serê sibê heta êvarê ji wan re şîrove kir, li ser Padîşahiya Xwedê şahidî kir û xebitî ku hem bi Şerîeta Mûsa û hem jî bi Nivîsarên Pêxemberan baweriya wan bi Îsa bîne.
 - 24
 - Hinekan bawerî bi tiştên ku hatibûn gotin, anîn û hinekan jî neanîn.
 - 25
 - Çaxê di nav xwe de li hev nehatin, beriya ku herin Pawlos ev peyv got: «Ruhê Pîroz bi devê Îşaya pêxember ji bav û kalên we re weha rast gotiye:
 - 26
 - ‹Here ba vî gelî û bêje:
Hûn çiqas bibihîzin jî,
Hûn tu caran fêm nakin.
Hûn çiqas bibînin jî,
Hûn tu caran tênagihîjin. - 27
 - Çimkî dilê vî gelî hişk bûye
Guhên wan giran bûne
Û wan çavên xwe girtine.
Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin
Û bi guhên xwe bibihîzin
Û bi dilê xwe fêm bikin
Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›[b] - 28
 - -29 De îcar bizanin ku ev xilaskirina Xwedê ji miletan re hatiye şandin û ewê guhdarî bikin.»
 - 30
 - Pawlos du sal sax li mala xwe ya ku kirê kiribû ma û her kesê ku dihat ba wî qebûl dikir.
 - 31
 - Wî Padîşahiya Xwedê da bihîstin û bi serbestî, bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikirin. 
 

