Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Pawlos li ber Felîks
 - 1
 - Piştî pênc rojan, Serokkahîn Hananya, bi hin rihspiyan û peyvbêj* Tertûlos ve daket Qeyseriyê û wan li ber walî giliyê Pawlos kir.[a]
 - 2
 - Çaxê gazî Pawlos kirin, Tertûlos dest bi sûcdarkirinê kir û got: «Felîksê giranbiha, bi saya serê te demeke dirêj e ku em di aştiyê de dijîn û bi pêşbîniya te ev milet pêşve çûye.
 - 3
 - Em vê yekê hergav û li her derê bi spasiyeke mezin qebûl dikin.
 - 4
 - Ez naxwazim zêde serê te biêşînim, lê ez hêvî dikim ku ji kerema xwe tu bi kurtî guhdariya me bikî.
 - 5
 - Me dît ku ev zilam bûye belayek û di nav hemû Cihûyên dinyayê de tevliheviyê dertîne û yek ji serokên mezheba Nisretiyan e.
 - 6
 - Heta wî xwest ku Perestgehê biherimîne, lê me ew girt.
 - 7
 - -8 Îcar gava ku tu bi xwe wî bikişînî pirsyariyê, tu dikarî hemû tiştên ku em wî pê sûcdar dikin, ji wî hîn bibî.»
 - 9
 - Cihû jî beşdarî sûcdarkirinê bûn û gotin ku ev hemû wusa ne.
 - Pawlos Xwe li ber Felîks Diparêze
 - 10
 - Çaxê walî îşaret da Pawlos ku gotina xwe bêje, wî bersîv da û got:
«Ji ber ku ez dizanim bi salan e ku tu dadgerê* vî miletî yî, ezê bi kêfxweşî parastina xwe bikim. - 11
 - Çawa tu bi xwe dikarî hîn bibî, ji diwanzdeh rojan ne zêdetir e ku ez ji bo perizînê* derketim Orşelîmê.
 - 12
 - Wan nedîtiye ku ez di Perestgehê de bi kesî re ketime peyivînê û ne jî dîtin ku min di kinîştan de an jî di bajêr de xelk rakiriye ser piyan.
 - 13
 - Ne jî ew dikarin niha sûcdarkirinên xwe ji te re îspat bikin.
 - 14
 - Lê ez vê bi eşkereyî ji te re dibêjim ku li gor Riya ku ew jê re dibêjin mezheb, ez diperizim Xwedayê bav û kalên me û ez bi hemû tiştên ku di Şerîetê û di Nivîsarên Pêxemberan de nivîsî ne bawer dikim.
 - 15
 - Wek ku ew bi xwe jî qebûl dikin ku vejîna yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye.
 - 16
 - Ji ber vê yekê heta ku ji destê min bê, ez dixebitim ku hem li ber Xwedê û hem li ber mirovan hergav wijdaneke min a paqij hebe.
 - 17
 - Îcar piştî çend salan ez hatim ku alîkariya miletê xwe bikim û goriyan pêşkêş bikim.[b]
 - 18
 - Gava ku min ev dikirin, wan ez di Perestgehê de paqijbûyî dîtim. Ne ez bi elaletê re bûm û ne jî min hengame derxist.
 - 19
 - Lê hin Cihûyên ji herêma Asyayê* li wê derê hebûn, eger tiştekî wan li hember min hebe, diviya ew li vir li ber te bûna û ez sûcdar bikirama.
 - 20
 - An bila evên ha bêjin, gava ku ez li ber civîna giregiran rawestayî bûm, wan çi neheqiya min dît?
 - 21
 - Tenê gava ku ez di nav wan de rawesta bûm, min dengê xwe bilind kir û got: ‹Ji ber vejîna miriyan, îro li ber we dîwana min tê kirin.›»[c] 
 - 22
 - Lê Felîksê ku qenc li ser Riyê dizanî, doz da paş û got: «Çaxê ku serhezar Lûsyos dakeve Qeyseriyê, ezê ji bo doza we biryarê bidim.»
 - 23
 - Wî li sersed emir kir ku Pawlos girtî bihêlin, hinekî serbest bihêlin û ji hevalên wî yên ku jê re dibin alîkar re nebin asteng.
 - Pawlos Girtî Dimîne
 - 24
 - Piştî çend rojan Felîks tevî pîreka xwe ya Cihû Dirûsîla hat, şand pey Pawlos û li ser baweriya ku bi Mesîh Îsa ye, guhdariya wî kir.
 - 25
 - Û çaxê ew li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser dîwana ku wê bê peyivî, Felîks tirsiya û got: «Tu niha here, çaxê ez demeke xweşkeys bibînim, ezê gazî te bikim.»
 - 26
 - Ji aliyekî ve jî, wî hêvî dikir ku Pawlos wê peran bide wî, ji ber vê yekê wî gelek caran dişand pey wî û pê re dipeyivî.
 - 27
 - Piştî ku du sal derbas bûn, Porkiyos Fêstos hat cihê Felîks. Ji ber ku Felîks dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî Pawlos girêdayî hişt.
 
- a. 24:1 Peyvbêj: Di wê demê de carna wek ebûqatê îro bû.
 - b. 24:17 Karên Şandiyan 21:17-28
 - c. 24:21 Karên Şandiyan 23:6
 

