Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Hatina Ruhê Pîroz
 - 1
 - Gava ku Roja* Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn.[a]
 - 2
 - Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir.
 - 3
 - Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn.
 - 4
 - Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.[b] 
 - 5
 - Hingê li Orşelîmê, Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn.
 - 6
 - Li ser vî dengî elaleteke* mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin.
 - 7
 - Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê* ne?
 - 8
 - Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê dibihîze?
 - 9
 - Di nav me de Partî, Mêdî û Elamî hene. Ji Mezopotamyayê, Cihûstan*, Kepedokya, Pontos û Asyayê*,[c]
 - 10
 - ji Firîgya û Pamfîlyayê, ji Misrê û ji herêma Kûrenê ya Lîbyayê, mêvanên ku ji Romayê hatine,
 - 11
 - Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb hene. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.»
 - 12
 - Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?»
 - 13
 - Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.»
 - Peyivîna Petrûs
 - 14
 - Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên* min, vê yekê qenc bizanin.
 - 15
 - Wek ku hûn difikirin, ev ne serxweş in. Çimkî niha saet nehê sibê ye.
 - 16
 - Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember* hatiye gotin:
 - 17
 - ‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje:
Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim.
Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin
Û xortên we wê dîtiniyan*, kal û pîrên we wê xewnan bibînin. - 18
 - Di wan rojan de, ezê ji Ruhê xwe
Birijînim ser xulam û cêriyên xwe
Û ewê pêxemberîtiyê bikin. - 19
 - Û ezê li jor, li ezmên, tiştên ecêb nîşan bidim
Û li jêr jî, li ser rûyê erdê, nîşanan xuya bikim:
Xwîn û agir, mij û dûman. - 20
 - Berî hatina Roja Xudan* ya mezin û navdar,
Roj wê tarî bibe û heyv wê rengê xwînê bistîne. - 21
 - Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.›[d] 
 - 22
 - «Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin.
 - 23
 - Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew bi destê yên ku Şerîetê* nas nakin li xaçê xist û kuşt.[e]
 - 24
 - Lê Xwedê ew vejand û êşên mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî bima.[f]
 - 25
 - Dawid* jî li ser wî weha dibêje:
‹Min Xudan hergav li pêşiya xwe dît,
Ew li milê min ê rastê ye, da ku ez veneleqim. - 26
 - Ji ber vê yekê dilê min geş û zimanê min gelekî şa bû.
Bedena min jî wê bi hêviyê bijî. - 27
 - Çimkî tu canê min li diyarê* miriyan nahêlî
Û tu nahêlî ku Pîrozê* te rizîbûnê bibîne. - 28
 - Te riyên jiyanê bi min dan zanîn;
Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî.›[g] - 29
 - «Birano, divê bi eşkereyî ji we re li ser bavê me Dawid bê gotin ku ew hem mir û hem jî hat veşartin û gora wî jî heta îro li ba me ye.
 - 30
 - Lê ji ber ku ew pêxember bû, wî dizanibû ku Xwedê ‹jê re sond xwariye ku wê yekî ji dûndana* wî li ser textê wî bide rûniştin.›[h]
 - 31
 - Dawid ev ji pêşî ve dît û li ser vejîna* Mesîh got:
‹Ew ne li diyarê miriyan hat hiştin
Û ne jî bedena wî rizîbûn dît.›[i] - 32
 - Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên vê yekê ne.
 - 33
 - Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê û ji Bav* soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn dibînin û dibihîzin ew rijandiye.
 - 34
 - Erê, Dawid hilnekişiya ezmanan, lê ew bi xwe dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne, - 35
 - Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›[j] 
 - 36
 - Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.»
 - 37
 - Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?»
 - 38
 - Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad* bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.
 - 39
 - Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.»
 - 40
 - Wî hê bi gelek peyvên* din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê* jirêderketî xilas bikin.»
 - 41
 - Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn.
 - 42
 - Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê.
 - Yekîtiya Bawermendan
 - 43
 - Tirs ket dilê her kesî. Û gelek karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin.
 - 44
 - Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû.
 - 45
 - Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva* dikirin.
 - 46
 - Her roj bi hev re di Perestgehê* de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin.
 - 47
 - Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.
 
- a. 2:1 Qanûna Kahîntiyê 23:15-21; Dubarekirina Şerîetê 16:9-11
 - b. 2:4 Zimanên din: Carna şagirtên Îsa bi saya Ruhê Pîroz dikarin bi zimanên ku pê nizanin û hîn nebûn bipeyivin.
 - c. 2:9 Asya: Di wê demê ji bo ew der ku îro kêm û zêde Tirkiye ye dihat gotin.
 - d. 2:17-21 Ji: Yoêl 2:28-32
 - e. 2:23 Lûqa 23:33
 - f. 2:24 Lûqa 24:5
 - g. 2:25-28 Ji: Zebûr 16:8-11
 - h. 2:30 Ji: Zebûr 132:11
 - i. 2:31 Ji: Zebûr 16:10
 - j. 2:34-35 Ji: Zebûr 110:1
 

