Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Pawlos li Efesê
 - 1
 - Îcar gava ku Apolos hê li Korîntê bû, Pawlos di herêmên navîn re derbas bû û hat Efesê û li wir çend şagirt dîtin.
 - 2
 - Wî ji wan re got: «Ma gava ku we bawerî anî, we Ruhê Pîroz stand?» Wan lê vegerand û gotin: «Na, me qet nebihîstiye jî ku Ruhê Pîroz heye.»
 - 3
 - Hingê wî got: «Lê hûn bi çi imadê hatine imadkirin*?» Wan got: «Bi imada Yûhenna.»
 - 4
 - Pawlos got: «Imada Yûhenna li ser tobekirinê bû û ji xelkê re digot ku baweriyê bi wî yê ku piştî wî tê bînin, yanî bi Îsa.»[a]
 - 5
 - Îcar gava ku ev bihîstin, bi navê Xudan Îsa imad bûn.
 - 6
 - Çaxê Pawlos destên xwe danîn ser wan, Ruhê Pîroz hat ser wan, bi zimanên* din peyivîn û pêxemberîtî kirin.
 - 7
 - Ew hemû li dora diwanzdeh zilaman bûn.
 - 8
 - Pawlos ket kinîştê, bi qasî sê mehan bi wêrekî peyivî, li ser Padîşahiya Xwedê ket peyivînê û baweriya mirovan dianî.
 - 9
 - Çaxê hinekan serhişkî kir, bawer nekirin û li ber xelkê bi xerabî li ser Riyê peyivîn, wî dev ji wan berda, şagirt ji wan veqetandin û her roj di dersxana Tîranos de diket peyivînê.
 - 10
 - Vê yekê bi qasî du salan kişand; bi vî awayî hemû yên ku li herêma Asyayê* rûdiniştin, hem Cihû û hem jî miletên din peyva Xudan bihîstin.
 - Kurên Skêwa
 - 11
 - Xwedê bi destê Pawlos gelek kerametên nedîtî kirin.
 - 12
 - Heta, çaxê ew destmal û pêşmalên ku li wî ketibûn ji nexweşan re dibirin, nexweşiya wan diçû û ruhên xerab ji wan derdiketin.
 - 13
 - Îcar di nav Cihûyan de hin gerokên ku cin derdixistin, dest pê kirin li ser yên ku bi ruhên xerab ketibûn, gazî navê Xudan Îsa kirin û gotin: «Ez bi navê Îsayê ku Pawlos dide bihîstin, li we emir dikim ku hûn derkevin.»
 - 14
 - Heft kurên serekkahînekî Cihûyan ê bi navê Skêwa, ev yek dikirin.
 - 15
 - Lê ruhê xerab li wan vegerand û got: «Ez Îsa nas dikim û bi Pawlos jî dizanim, lê hûn kî ne?»
 - 16
 - Hingê mirovê ku ruhê xerab pê re bû xwe avêt ser wan, zora hemûyan bir, wusa ku ew tazî û birîndar ji wê malê derketin.
 - 17
 - Çaxê ev yek ji aliyê hemû Cihû û miletên din ên ku li Efesê rûdiniştin ve hat bihîstin, tirs ket ser hemûyan û navê Xudan Îsa hat bilindkirin.
 - 18
 - Gelek ji wan ên ku bawerî anîbûn, dihatin, gunehên xwe eşkere dikirin û kirinên xwe digotin.
 - 19
 - Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin. Bihayê wan kitêban hat hesabkirin, pêncî hezar zîv* digirt.
 - 20
 - Bi vî awayî peyva Xudan hê bêtir belav dibû û hêzdar dibû.
 - Li Efesê Hengame
 - 21
 - Piştî ku ev tişt çêbûn, Pawlos di ruh de biryar da ku di Mekedonya û Axayayê* re derbas bibe û here Orşelîmê. Wî got: «Piştî ku ez herim wê derê, divê ez Romayê jî bibînim.»
 - 22
 - Wî du alîkarên xwe, Tîmotêyos û Erastos* şandin Mekedonyayê û ew bi xwe demeke din jî li herêma Asyayê ma.
 - 23
 - Di wê demê de xirecirek ne hindik li ser Riyê derket.
 - 24
 - Mirovekî zîvker ku navê wî Dîmîtriyos bû, ji zîv perestgehên biçûk ên Artemîsê* çêdikirin û bi vê yekê gelek kar ji pîşekaran re derdixist.
 - 25
 - Dîmîtriyos ev kesên ha û yên ku bi karên weha ve mijûl dibûn li hev civandin û got: «Gelî hevalan, hûn dizanin ku dewlemendiya me ji vî karî ye.
 - 26
 - Hûn dibînin û dibihîzin ku ne tenê li Efesê, hema bêje li tevahiya herêma Asyayê, ev Pawlosê ha dibêje: ‹Yên ku bi destan hatine çêkirin ne xwedê ne› û wî baweriya gelek mirovan aniye û ji rê derxistine.
 - 27
 - Îcar talûke ne tenê ew e ku ev pîşeyê me ji giramiya* xwe dikeve, lê ev e ku perestgeha xwedaya mezin Artemîs bi tiştekî nayê hesabkirin û mezinahiya wê ya ku li tevahiya herêma Asya û li dinyayê tê perizîn, bêqedir dibe.»
 - 28
 - Gava ev yek bihîstin, ew bi hêrsê tije bûn û bi qîrîn gotin: «Artemîsa Efesiyan mezin e!»
 - 29
 - Bajar tevlihev bû, hevalriyên Pawlos, Gayos û Erîstarxosê* Mekedonî bi xwe re kaş kirin û tev bi hev re zêriyan ber tiyatroyê.
 - 30
 - Pawlos xwest ku bikeve nav elaletê, lê şagirtan nehişt.
 - 31
 - Hin serwerên herêma Asyayê, yên ku dostên wî bûn, xeber jê re şandin û jê hêvî kirin ku neçe tiyatroyê.
 - 32
 - Îcar hinekan tiştek, hinekên din jî tiştekî din diqîriyan; çimkî elalet tevlihev bû û gelekan ji wan nizanibû ku ji bo çi kom bûne.
 - 33
 - Hinekan ji elaletê, Skenderê ku Cihûyan dabû pêş, derxistin navendê. Skender destê xwe bilind kir û xwest ku li hember elaletê xwe biparêze.
 - 34
 - Lê çaxê fêm kirin ku ew Cihû ye, bi qasî du saetan tev bi hev re qîriyan û gotin: «Artemîsa Efesiyan mezin e!»
 - 35
 - Îcar çaxê nivîskarê bajêr elalet bêdeng kir, got: «Gelî Efesiyan! Ma li vir kî heye ku nezane bajarê Efesê parêzgerê perestgeha Artemîsa mezin û parêzgerê kevirê wê yê ku ji ezmên hatiye xwarê ye?
 - 36
 - Ji xwe ev tişt nayên înkarkirin. Îcar divê hûn bêdeng bin û tiştekî bêtedbîr nekin.
 - 37
 - Ev zilamên ku we anîne vir ne dizên perestgehê ne û ne jî çêrî xwedaya me kirine.
 - 38
 - Îcar, eger giliyê Dîmîtriyos û pîşekarên bi wî re, li hember kesekî hebe, dadgeh* vekirî ne û walî hene. Bila ew hevdû sûcdar bikin.
 - 39
 - Lê eger hûn ji wê zêdetir tiştekî bixwazin, bila di civîna resmî de lê bê nêrîn.
 - 40
 - Çimkî talûke ev e ku ji bo van tiştên ku îro çêbûne, em dikarin bi serhildanekê bên sûcdarkirin û ji ber ku sedem tune, em nikarin hesabê vê tevliheviyê jî bidin.»
 - 41
 - Piştî ku wî ev got, civîn belav kir.
 
- a. 19:4 Lûqa 3:1-18
 

