Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Barnabas û Şawûl Tên Wezîfedarkirin û Diçin Qibrisê
 - 1
 - Di civîna li Entakyayê de pêxember û mamoste hebûn: Barnabas, Şimûnê ku jê re Nîgêr digotin, Lûkyosê ji Kûrênê, Menayînê ku birayê şîrî yê Mîr Hêrodês* bû û Şawûl.
 - 2
 - Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.»
 - 3
 - Hingê piştî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û ew şandin.
 - 4
 - Bi vî awayî ew ji aliyê Ruhê Pîroz ve şandî, dageriyan Sêlûkyayê û ji wir bi gemiyê çûn Qibrisê.
 - 5
 - Gava gihîştin Selamîsê, wan peyva Xwedê di kinîştên* Cihûyan de dan bihîstin. Yûhenna jî alîkariya wan dikir.
 - 6
 - Çaxê ew li seranserê giravê geriyan û hatin Pafosê, wan li wir yekî Cihû, ku pêxemberekî derewîn û sêrbaz bû dît, ku navê wî Baryêşû bû.
 - 7
 - Ew dostê Sergiyos Pawlosê walî bû. Walî zilamekî aqilmend bû, wî gazî Barnabas û Şawûl kir û xwest ku peyva Xwedê bibihîze.
 - 8
 - Lê Bareyeşû- ku wek Êlûmasê sêrbaz dihat jî zanîn– li ber wan rabû û dixebitî ku walî ji bawerkirinê bizivirîne.
 - 9
 - Lê Şawûl, yanî Pawlos*, bi Ruhê Pîroz tije bi baldarî li wî nêrî û
 - 10
 - got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî?
 - 11
 - Va ye, destê Xudan li hember te ye, tê kor bibî û tu ji bo demekê tavê nabînî.» Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, veşewişî, li yekî geriya ku bi destê wî bigire.
 - 12
 - Gava walî dît ku çi bû, wî bawerî anî, ew li hînkirina li ser Xudan gelek şaş ma.
 - Pawlos û Barnabas li Entakya Pisîdyayê
 - 13
 - Pawlos û hevalên xwe bi gemiyê ji Pafosê bi rê ketin û hatin bajarê Pergêya Pamfîlyayê. Hingê Yûhenna ew hiştin û vegeriya Orşelîmê.
 - 14
 - Ew jî ji Pergêyê derbas bûn û hatin Entakya Pisîdyayê û roja* Şemiyê ketin kinîştê û rûniştin.
 - 15
 - Piştî xwendina Şerîetê û Nivîsarên Pêxemberan, serekên kinîştê rêkirin pey wan û gotin: «Birano, eger peyveke we ya cesaretê ji xelkê re hebe, kerem kin, bêjin.»
 - 16
 - Hingê Pawlos rabû, destê xwe hilda û got:
«Gelî Îsraêliyan û hûn ên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guhdarî bikin. - 17
 - Xwedayê vî gelê Îsraêl bav û kalên me bijartin û gava li welatê Misrê diman ew kirin miletekî mezin. Bi zendê xwe yê hêzdar ew ji wir deranîn[a]
 - 18
 - û bi qasî çil salan li çolê bîhna xwe li wan fireh kir.[b]
 - 19
 - Piştî ku wî li welatê Kenanê* heft milet qir kirin, wî welatê wan bi mîrasî da wan.[c]
 - 20
 - Wê demê nêzîkî çar sed û pêncî salan kişand. Piştî vê yekê wî hukumdar dan wan, heta dema Samûêl* pêxember.[d]
 - 21
 - Piştre wan padîşahek xwest û Xwedê Şawûlê kurê Kîş ji eşîra Binyamîn* da wan û wî çil salan padîşahî kir.[e]
 - 22
 - Piştî ku ew ji text anî xwarê, Dawid rakir ku bibe padîşahê wan û li ser wî weha şahidî kir û got: ‹Min Dawidê kurê Yêşa*, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû daxwazên min bîne cih.›[f]
 - 23
 - Ji dûndana vî mirovî Xwedê ji Îsraêl re, wek ku soz dabû, Xilaskar Îsa şand.
 - 24
 - Hê beriya hatina wî, Yûhenna ji hemû gelê Îsraêl re imada* tobekirinê hîn kir.[g]
 - 25
 - Gava ku Yûhenna karê xwe ber bi qedandinê ve dianî, got: ‹Di gumana we de ez kî me? Ez ne ew im. Lê va ye, yek piştî min tê, ez ne hêja me ku dûlikên çaroxa di lingê wî de vekim.›[h] 
 - 26
 - «Gelî birayan, hûn zarokên dûndana Birahîm* û yên din ên ku ji Xwedê ditirsin, ev peyva xilasiyê ji me re hatiye şandin.
 - 27
 - Çimkî yên ku li Orşelîmê rûdinin û serekên wan ew nas nekirin, wan dîwana* wî kir û ew peyvên pêxemberan ên ku her roja Şemiyê tên xwendin anîn cih.
 - 28
 - Bi ser ku ji bo kuştina wî tu sedem nedîtin jî, ji Pîlatos xwestin ku wî bikuje.[i]
 - 29
 - Piştî ku wan hemû tiştên ku li ser wî hatine nivîsîn anîn cih, ew ji dar anîn xwarê û kirin gorê.[j]
 - 30
 - Lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir.
 - 31
 - Gelek rojan ji wan ên ku bi wî re ji Celîlê derketibûn Orşelîmê re xuya bû. Û niha ew li ber gelê me şahidên wî ne.[k]
 - 32
 - Îcar em Mizgîniya wê soza ku Xwedê ji bav û kalên me re dabû, didin we.
 - 33
 - Wî ev soz ji bo me, yanî ji bo zarokên wan, bi rakirina Îsa anî cih. Çawa ku di Zebûra diduyan de jî hatiye nivîsîn:
‹Tu Kurê min î;
Îro tu ji min re bûyî.›[l] - 34
 - Û li ser rakirina wî ya ji nav miriyan, ku ew êdî venegere rizîbûnê, wî weha gotiye:
‹Ezê sozên pîroz û dilsoz ên ku Dawid standibûn, bidim we.›[m] - 35
 - Loma di Zebûreke din de jî weha dibêje:
‹Tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.›[n] - 36
 - «Çimkî piştî ku Dawid di dema xwe de ji bo armanca Xwedê xizmet kir, ew mir û çû ba bav û kalên xwe û riziya.
 - 37
 - Lê ewê ku Xwedê ji mirinê rakir, rizîbûn nedît.
 - 38
 - Ji bo vê yekê birano, bizanin ku bi destê wî, lêbihûrtina gunehan ji we re tê danbihîstin.
 - 39
 - Û her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve.
 - 40
 - Loma hay ji xwe hebin, da ev yeka ku pêxemberan gotiye neyê serê we:
 - 41
 - ‹Binêrin, hûn ên ku tinazên xwe dikin!
Şaş bimînin û helak bibin,
Çimkî ez di rojên we de karekî dikim
Karekî wusa, ku yek ji we re bêje jî,
Hûn qet bawer nakin.›[o] » - 42
 - Çaxê ku Pawlos û Barnabas derketin derve, xelkê ji wan hêvî kir Şemiya ku bê jî li ser van tiştan ji wan re bipeyivin.
 - 43
 - Çaxê civîna di kinîştê de belav bû, gelek Cihû û xwedêperestên ji miletên din li pey Pawlos û Barnabas çûn. Ew jî ji wan re peyivîn û ew hişk şidandin, ku tam di kerema Xwedê de bimînin.
 - 44
 - Şemiya din, hema bêje tevahiya bajêr ji bo ku peyva Xudan bibihîze civiya.
 - 45
 - Lê gava Cihûyan elalet dîtin, bi çavnebariyê tije bûn, çêr kirin û li hember tiştên ku Pawlos digot rabûn.
 - 46
 - Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin.
 - 47
 - Çimkî Xudan li me weha emir kiriye:
‹Min tu kirî ronahiya miletan,
Da ku tu xilasiyê heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibî.›[p] » - 48
 - Gava yên ji nav miletan* ev bihîst, şa bûn û pesnê peyva Xudan dan û yên ku ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin, bawerî anîn.
 - 49
 - Bi vî awayî peyva Xudan li hemû herêmê belav bû.
 - 50
 - Lê Cihûyan jinên xwedêperest û qedirbilind û giregirên bajêr rakirin ser piyan, tengahî dan Pawlos û Barnabas û ew derxistin derveyî herêma xwe.
 - 51
 - Wan jî toza lingên xwe li hember wan daweşandin û hatin Qonyayê.[q]
 - 52
 - Îcar şagirt bi şabûnê û bi Ruhê Pîroz tije bûn.
 
- a. 13:17 Derketin 1:7; 12:51
 - b. 13:18 Hejmartin 14:34
 - c. 13:19 Dubarekirina Şerîetê 7:1; Yêşû 14-19
 - d. 13:20 Hukumdar 2:16; Samûêl I, 3:20
 - e. 13:21 Samûêl I, 8:5; 10:21
 - f. 13:22 Ji: Samûêl I, 13:14; Îşaya 44:28
 - g. 13:24 Lûqa 3:3
 - h. 13:25 Lûqa 3:16
 - i. 13:28 Lûqa 23:21-23
 - j. 13:29 Lûqa 23:50-56
 - k. 13:31 Karên Şandiyan 1:3
 - l. 13:33 Ji: Zebûr 2:7
 - m. 13:34 Ji: Îşaya 55:3
 - n. 13:35 Ji: Zebûr 16:10
 - o. 13:41 Ji: Habaqûq 1:5
 - p. 13:47 Ji: Îşaya 49:6
 - q. 13:51 Lûqa 9:5
 

