Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Xerabiyên Rojên Dawî 
1
Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên.
2
Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak,
3
bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê,
4
xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin.
5
Wê şiklê jiyana xwedayî* nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe.
6
Yên ku bi qurnazî dikevin nav malan û wan jinên gêjik ên ku bi guneh hatine barkirin û bi her cûreyê xwestekên xerab tên ajotin bindest dikin, ji van in.
7
Ew jinên gêjik hergav hîn dibin, lê tu caran nikarin bigihîjin zanîna rastiyê.
8
Çawa Yanîs û Yambrîs li ber Mûsa* rabûn, wusa jî ev mirov li dijî rastiyê radiwestin. Fikrên van mirovên ha xera bûne û di baweriyê de hatine redkirin.[a]
9
Lê ew gelekî pêşve naçin, çimkî bêfêmiya wan jî wê ji hemûyan re kifş bibe, çawa ya wan herduyan jî kifş bû.
Hişyarkirin 
10
Lê haya te ji hînkirina min, rabûn û rûniştina min, mebesta min, baweriya min, bîhnfirehî û hezkirina min, ragirtina* min,
11
tengahî û cefayên min heye. Tu dizanî li Entakyayê, li Qonyayê, li Lîstrayê çi tişt hatin serê min. Min di çi cefayan de ragirt*! Lê Xudan ez ji hemûyan rizgar kirim.[b]
12
Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin.[c]
13
Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin.
14
Lê heçî tu yî, tu di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî.
15
Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.
16
Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê,
17
da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be.
  1. a. 3:8 Derketin 7:11, 22; 8:3
  2. b. 3:11 Karên Şandiyan 13:14-14:22; Zebûr 34:19
  3. c. 3:12 Yûhenna 15:20