Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Soza Hatina Xudan 
1
Hezkirîno, niha ev nameya min a diduyan e ku ez ji we re dinivîsim. Di herduyan de jî ez fikrên we yên paqij hişyar dikim, tînim bîra we.
2
Ez dixwazim ku hûn gotinên ku ji berê ve ji aliyê pêxemberên pîroz ve hatine gotin û emrên ku Xudan û Xilaskar bi destê Şandiyên we dane, bînin bîra xwe.
3
Berî her tiştî vê bizanin ku di rojên dawîn de tinazkar wê derkevin, li gor xwestekên xwe rêve herin, tinazan bikin[a]
4
û bêjin: «Ka soza hatina wî li ku derê ma? Ji mirina bav û kalan ve, her tişt wekî destpêka afirandinê berdewam dike!»
5
Lê ew bi vîna xwe vê yekê ji bîr dikin ku bi peyva Xwedê, ji berê ve ezman hebûn û erd jî bi avê, ji nav avê peyda bû.[b]
6
Û bi avê, dinya berê bi tofanê helak bû.[c]
7
Lê erd û ezmanên niha jî bi eynî peyvê ji bo êgir tên hilanîn; ew ji bo roja dîwankirin û helakkirina nepakan tên hiştin.
8
Lê hezkirîno, vî tiştî ji bîr nekin ku li ba Xudan rojek wek hezar salî ye û hezar sal jî wek rojekê ye.[d]
9
Wek ku hinek guman dikin, Xudan di soza xwe de bi derengî nakeve, lê belê bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin.
10
Lê Roja Xudan wê wek dizan bê. Di wê rojê de ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, hêman wê bişewitin, erd û her tiştê ku tê de ye wê ji hev bikeve, tune bibe.[e]
11
Îcar, eger ev hemû tişt wê bi vî awayî ji hev belav bibin, divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî* de bijîn.
12
Li hêviya Roja Xwedê bin û hatina wê bi lez bixin. Wê rojê ezman wê bişewitin û belav bibin û hêman wê bi kelegermî bihelin.
13
Lê li gor soza wî, em li hêviya erdekî nû û ezmanên nû ne ku rastî wê di wan de bimîne.
14
Ji ber vê yekê hezkirîno, madem ku hûn li hêviya van tiştan in, xîretkêşiyê bikin ku hûn li ber wî bêleke, bêkêmahî û di aştiyê de bin.
15
Îcar bîhnfirehiya Xudanê me xilasî hesab bikin, çawa ku birayê me yê hezkirî Pawlos* jî, li gor şehrezayiya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsiye.
16
Ew di hemû nameyên xwe de li ser van tiştan dibêje. Di wan de hin tişt hene ku fêmkirina wan zehmet e. Yên nezan û dilê wan xilupilo*, wek ku di nivîsarên pîroz ên din de dikin, van jî çewt şîrove dikin û bi kirina vê yekê helakbûna xwe tînin.
17
Loma hezkirîno, wek ku hûn ji pêşî ve van tiştan dizanin, hay ji xwe hebin, da ku hûn bi xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin.
18
Lê di kerem û naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh de bigihîjin. Rûmet niha û her û her ji wî re be. Amîn*.
  1. a. 3:3 Cihûda 1:18
  2. b. 3:5 Destpêkirin 1:6-9
  3. c. 3:6 Destpêkirin 7:11
  4. d. 3:8 Zebûr 90:4
  5. e. 3:10 Metta 24:43; Selanîkî I, 5:2