Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Loma min ji bo xwe biryar da ku ez careke din nayêm ku we xemgîn bikim.
2
Çimkî, eger ez we xemgîn bikim, ji yê ku ji aliyê min ve hatiye xemgînkirin pê ve, yê ku min dilşa bike kî ye?
3
Min ev eynî weha nivîsî, da ku gava ez bêm, ew ên ku divê min şa bikin, min xemgîn nekin. Ez li we hemûyan ewle me ku şahiya min şahiya we hemûyan e.
4
Ne ji bo ku hûn xemgîn bibin, lê belê ji bo ku hûn hezkirina min a zêde ya ji bo we bizanin, min di nav gelek tengahî û êşa dil de û bi hêstirên çavan ji we re nivîsî.
Bexişandina Yê Sûcdar 
5
Eger yekî xemgînî dabe, ne daye min, lê – ji bo ku ez mezin nekim – heta dereceyekê daye we hemûyan.
6
Ew cezayê ku pirraniya we daye kesê weha, têrê dike.
7
Niha divê hûn hê bêtir li wî bibihûrin û hanê bidin wî, da ku ev kes di nav xemgîniya zêde de nefetise
8
Loma, ez ji we lava dikim ku hûn hezkirina xwe ya ji bo wî erê bikin.
9
Min ji bo vê yekê nivîsî: Da ku ez we biceribînim, bizanim, ka hûn di her tiştî de bi ya min dikin an na.
10
Hûn tiştekî li kê bibihûrin, ez jî lê dibihûrim. Eger ez li tiştekî bihûrtibim, ez ji bo we li ber Mesîh li vê jî bihûrtime.
11
Da ku keysa Îblîs li me neyê, çimkî em ji gêrûfenên wî ne bêhay in.
Şandiyên Peymana Nû 
12
Gava ku ez ji bo Mizgîniya* Mesîh hatim Troyayê, ji aliyê Xudan ve deriyek li ber min hat vekirin,
13
lê ji ber ku min birayê xwe Tîtos* nedît, dilê min rihet nebû. Loma min xatir ji wan xwest, ez çûm Mekedonyayê.[a]
14
Lê şikir ji wî Xwedayî re ku herdem me bi Mesîh, di rêveçûna serfiraziya serketinê de pêşve dibe û bi destê me bîhna xweş a zanîna xwe li her derê belav dike.
15
Çimkî em, hem di nav yên ku xilas dibin û hem jî di nav yên ku helak dibin de, ji Xwedê re bîhna Mesîh a xweş in.
16
Ji bo yên helakbûyî em bîhna ku ji mirinê dibe mirinê ne, ji bo yên xilasbûyî jî em bîhna ku ji jiyanê dibe jiyanê ne. Ma kî têra van tiştan dike?
17
Çimkî em wek gelekan peyva* Xwedê nakin destgehê bazirganiyê. Lê belê em wek mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine şandin, di yekîtiya Mesîh de li ber Xwedê bi dilekî paqij dipeyivin.
  1. a. 2:13 Karên Şandiyan 20:1