Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Silav 
1
Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê, Şandiyê Mesîh Îsa ye û ji birayê me Tîmotêyos*,
ji civîna* bawermendan a Xwedê ya li Korîntê û ji tevahiya pîrozên li hemû Axayayê* re:
2
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan* Îsa Mesîh, kerem û aştî* li ser we be.
Desteka Xwedê 
3
Xwedayê ku Bavê Xudanê me Îsa Mesîh e, Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê* pîroz be.
4
Ew di her tengahiya me de hanê* dide me, da ku em bikarin bi wê handana ku em bi xwe ji aliyê Xwedê ve tên handan, hanê bidin wan ên ku di her cûreyê tengahiyê de ne.
5
Çimkî çawa ku cefayên Mesîh li ser me zêde dibin, wusa jî em bi saya Mesîh zêde tên handan.
6
Îcar, eger em di tengahiyê de bin, ev ji bo handan û xilasbûna we ye. Eger em bên handan, ev ji bo ku hûn bên handan e, da ku hûn bikarin wan eynî cefayên ku em jî dikişînin, ragirin.
7
Hêviya me ya ji bo we qayîm e. Çimkî em dizanin, çawa ku hûn hevparên cefayên me ne, hûn wusa jî hevparên handana me ne.
8
Birano, em naxwazin ku hûn ji tengahiyên ku me li herêma Asyayê* kişandin bêhay bin. Em ketin bin barekî giran ê di ser hêza xwe re, wusa ku me hêviya xwe ji jiyanê jî birrî.
9
Bi rastî, fikra ku cezayê mirinê li ser me hatiye dayîn, hat dilê me. Ev çêbû, da ku em ne li xwe, lê li Xwedayê ku miriyan radike ewle bin.
10
Wî em ji talûkeya mirinê ya ewqas mezin rizgar kirin û wê hê jî rizgar bike. Hêviya me ji wî heye
11
ku bi alîkariya duayên we yên ji bo me, ewê dîsa jî me rizgar bike. Wusa ku, ji bo kerema ku bi saya duayên gelekan ji me re hat dayîn, li ser rûyê me, ji aliyê gelekan ve bê şikirkirin.
Derengmayîna Serdana Pawlos 
12
Pesindana me ev e: Wijdana me şahidiyê dike ku em bi sadebûnî û dilpakiya ku ji Xwedê tê, di dinyayê de û hê bêtir li ber we rêve çûn. Ev jî ne bi şehrezayiya mirovî, lê bi kerema Xwedê bû.
13
Çimkî em ji tiştê ku hûn dikarin bixwînin û fêm bikin pê ve, tiştên din ji we re nanivîsin.
14
Ez hêvî dikim, wek ku we em hinekî fêm kirine, hûnê tam fêm bikin. Wusa ku di Roja Xudanê me Îsa de em pesindana we ne, wek ku hûn jî pesindana me ne.
15
Bi vê ewlebûnê, ji bo ku ez we du caran şa bikim, min xist dilê xwe ku ez pêşî bêm ba we,
16
piştre ji ba we derbasî Mekedonyayê bibim, ji Mekedonyayê dîsa vegerim ba we û ji aliyê we ve ber bi Cihûstanê* ve bêm bi rê kirin.[a]
17
Gava ku min ev xist dilê xwe, gelo min sivikahî kir? An ya ku min xist dilê xwe, ma min li gor fikra mirovî xwest? Ma min ji aliyekê ve «erê, erê» digot, ji aliyê din ve jî «na, na»?
18
Lê çawa ku Xwedê dilsoz e, gotina me ya ji we re, ne hem «erê» û hem «na» ye.
19
Çimkî Kurê* Xwedê Îsa Mesîhê ku me di nav we de da bihîstin – yanî min û Sîlas* û Tîmotêyos* – ne hem «erê» û hem «na» bû. Lê di şexsê wî de tenê «erê» heye.
20
Çimkî çiqas sozên Xwedê hebin, di şexsê Mesîh de «erê» ne. Ji ber vê yekê, em ji bo rûmeta Xwedê, bi wî «Amîn*» dibêjin.
21
Yê ku em bi we re di yekîtiya Mesîh de qayîm kirine û em mesh* kirine, Xwedê ye.
22
Wî em mor jî kirin û di dilê me de destberiya Ruhê* Pîroz daye me.
23
Xwedê şahidê min e: Ji bo ku ez we bidirixînim*, ez hê nehatime Korîntê.
24
Ev, ne ji ber ku serweriya me li ser baweriya* we heye, lê em alîkarên şahiya we ne. Çimkî hûn di baweriyê de hîmgirtî ne.
  1. a. 1:16 Karên Şandiyan 19:21