Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Danûstandina di nav Bawermendan de 
1
Li zilamê pîr nehile*, lê wek ku bav e, pê re bide û bistîne. Bi yên xort re wek birayan,[a]
2
bi jinên pîr re wek diyên xwe û bi jinên ciwan re wek xwişkên xwe, bi hemû dilpakiyê bide û bistîne.
Li ser Jinebiyan 
3
Qedrê wan jinebiyan bigire yên ku bi rastî jinebî ne.
4
Lê eger zarok, an neviyên jinebiyekê hebin, bila ew hîn bibin ku pêşî bi maliyên xwe re bi jiyana xwedayî bijîn û deynê dê û bavê xwe li wan vegerînin, çimkî ev yek bi dilê Xwedê ye.
5
Ya ku bi rastî jinebî ye û tenê maye, wê hêviya xwe bi Xwedê ve girêdaye û şev û roj bi lava û duakirinê berdewam dike.
6
Lê ya ku xwe dide kêfê, sax be jî mirî ye.
7
Van tiştan tembîh bike, da ku ew bêqusûr bin.
8
Lê eger yek li mirovên xwe, bi taybetî li maliyên xwe nenêre, wî bawerî înkar kiriye û ew ji bêbaweran jî xerabtir e.
9
Jinebiya ku emrê wê ne di bin şêst salan re be, mêrek tenê kiribe
10
û li ser wê bê gotin ku wê karên qenc kirine: Eger wê zarok mezin kiribin, eger mêvan qebûl kiribin, eger lingê pîrozan şuştibe, eger alîkariya tengezaran kiribe û li pey her karên qenc çûbe, bila navê wê di defterê de bê nivîsîn.
11
Lê jinebiyên ku hê ciwan in qebûl neke, çimkî gava ew bi xwestekên xwe ji ba Mesîh tên xirandin, ew dixwazin mêr bikin
12
û bi vî awayî ew dîwankirina xwe tînin, çimkî soza pêşî şikandine.
13
Ji vê pê ve ew hîn dibin, torîtorî* mal bi mal digerin. Û ne tenê torîtorî digerin, lê dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin.
14
Ji bo vê yekê ez dixwazim ku ew jinebiyên ciwan mêr bikin, zarokan bînin û xweyîtiyê li malê bikin, da ku fersendê nedin neyarê baweriyê ku buxtanan bike.
15
Çimkî ji xwe hin ji rê derketin û li pey Îblîs çûn.
16
Eger jinebiyên jineke bawermend hebin, bila ew alîkariya wan bike û ji civînê re nebe bar, da ku civîn bikare alîkariya wan ên ku bi rastî jinebî mane bike.
Ji bo Rihspiyan 
17
Ew rihspiyên ku serweriya qenc dikin, bi taybetî ew ên ku di ber peyivîn û hînkirinê de zehmet dikişînin, bila du qat hêjayî siyanetê bên dîtin.
18
Çimkî Nivîsara Pîroz dibêje: «Devê gayê ku gêrê dike, girênede»[b] û «Pale hêjayî heqê xwe ye».[c]
19
Heta ku ne bi şahidiya dido an sisiyan be, sûcdariya li hember rihspiyekî qebûl neke.[d]
20
Wan ên ku guneh dikin, li ber hemûyan dengê xwe li wan hilde, da ku tirsa yên din jî hebe.
21
Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber milyaketên bijartî tembîh li te dikim ku tu van tiştan bê alîgirtin biparêzî û tu tiştî ji bo xatir nekî.
22
Destê xwe bi lez daneyne ser tu kesî, ne jî bibe hevparê gunehên hinekên din. Xwe paqij bigire.[e]
23
Êdî tenê avê venexwe, lê ji bo zikê xwe û ji bo nexweşiyên xwe yên ku pirr caran tên, hinek şerab jî bixe nav.
24
Gunehên hin mirovan kifş in û ji berî wan diçin ber dîwanê, lê gunehên hinekan jî li pey wan tên.
25
Bi vî awayî kirinên qenc jî kifş in û ew ên ku ne kifş in jî nabe ku veşartî bimînin.
  1. a. 5:1 Qanûna Kahîntiyê 19:32
  2. b. 5:18 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:4
  3. c. 5:18 Lûqa 10:7; Metta 10:10
  4. d. 5:19 Dubarekirina Şerîetê 19:15; Metta 18:16
  5. e. 5:19 Tîmotêyos I, 4:14; Karên Şandiyan 6:6; 13:1; Tîmotêyos II, 1:6