Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Lê ji bo dem û wextan birano, ne hewce ye ku em tiştekî ji we re binivîsin.
2
Hûn bi xwe qenc dizanin, ka diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wusa bê.[a]
3
Gava xelk dibêjin: «Dinya aştî û ewledarî ye», hingê wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin.
4
Lê hûn birano, hûn ne di tariyê de ne, ku ew roj wek dizan bi ser we de bigire.
5
Çimkî hûn hemû zarokên ronahiyê û zarokên rojê ne. Em ne ji şevê û ne jî ji tariyê ne.
6
Nexwe em wek ên din ranezin, lê em hişyar û li ser hişê xwe bin.
7
Çimkî ew ên ku radizin, bi şev radizin û ew ên ku serxweş dibin, bi şev serxweş dibin.
8
Lê ji ber ku em ji rojê ne, divê em li ser hişê xwe bin û zirxê bawerî û hezkirinê wergirin û kumzirxê hêviya xilasiyê bidin serê xwe.[b]
9
Çimkî Xwedê em ne ji bo xezebê nîşan kirine, lê em nîşan kirine, da ku em bi Xudanê me Îsa Mesîh bigihîjin xilasiyê.
10
Ew ji bo me mir, da ku, dixwazî em hişyar an jî razayî bin, em bi wî re bijîn.[c]
11
Ji bo vê yekê, wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin.
Tembîh û Silavên Aştiyê 
12
Îcar em hêvî ji we dikin birano, bizanin ew ên ku di nav we de dixebitin, di baweriya Xudan de serweriyê li we dikin û şîretan li we dikin, kî ne!
13
Ji bo xebata wan ji wan hez bikin û bi zêdehî siyaneta* wan bigirin. Bi hev re di aştiyê de bin.
14
Birano, ji bo vê yekê em ji we hêvî dikin: Şîretan li yên ku jiyana wan bêserûber e bikin, hanê* bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan, li hember hemû mirovan bîhnfireh bin.
15
Hay jê hebin, bila tu kes di şûna xerabiyê de xerabiyê li yekî neke, lê hergav bikevin pey qenciyê, hem ji bo hev, hem jî ji bo hemû mirovan.
16
Hergav şa bibin, \v 17 bê rawestin dua bikin,
18
di her tiştî de şikir bikin, çimkî daxwaza Xwedê, bi Mesîh Îsa ji bo we ev e.
19
Ruhê Pîroz netemirînin.
20
Pêxemberîtiyan kêm nebînin.
21
Her tiştî ji hev derxin, tiştê qenc hişk bigirin.
22
Xwe ji her cûreyê xerabiyê dûr bixin.
23
De bila Xwedayê aştiyê bi xwe we bi tevahî pîroz bike û hemû ruhê we, canê we û bedena we ji bo hatina Xudanê me Îsa Mesîh, bêqusûr bê parastin.
24
Ewê ku gazî we dike, dilsoz e û ewê bike jî.
25
Birano! Ji bo me jî dua bikin.
26
Bi ramûsana pîroz silavan li hemû birayan bikin.
27
Ez li ber Xudan tembîh li we dikim ku ev name, li ber hemû birayan bê xwendin.
28
Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we be. Pawlos ji bawermendan dixwaze ku hişk bi baweriya xwe ve girêdayî bimînin, li hember zor û zehmetan ji biryara xwe bi şûn de venegerin (1:4, 6-7).
  1. a. 5:2 Metta 24:43; Lûqa 12:39; Petrûs II, 3:10
  2. b. 5:8 Îşaya 59:17; Efesî 6:13-17
  3. c. 5:10 «hişyar an razayî» li vir bi vê manê ye: «zindî an mirî».