Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Karê Pawlos li Selanîkê 
1
Birano, hûn bi xwe jî dizanin ku hatina me ya ba we ne badîhewa bû.
2
Lê bi ser ku me pêşî li Filîpyayê cefa kişand û em hatin riswakirin jî, dîsa me ji Xwedayê xwe cesaret stand ku em di nav gelek dijraberiyê de, Mizgîniya Xwedê ji we re bêjin.[a]
3
Çimkî hêvîkirina me ne ji xeletiyê, ne ji nepakiyê û ne jî bi hîleyê ye.
4
Lê belê çawa ku em ji aliyê Xwedê ve hatin erêkirin ku ew Mizgîniyê bispêre me, em wusa dipeyivin. Em ne li gor dilê mirovan, lê li gor daxwaza wî Xwedayê ku dilê me diceribîne dipeyivin.
5
Wek ku hûn dizanin, me tu caran di gotinên xwe de zimanhilûtî* nekiriye û ne jî em bi niyeta çavbirçîtiyê peyivîne. Xwedê şahidê me ye!
6
Ji ber ku em Şandiyên* Mesîh bûn, me dikarî em giraniya xwe li ser we deynin. Lê em ji mirovan li rûmeta xwe negeriyan, ne ji we û ne jî ji yên din;
7
Lê belê wek ku dayikeke zaroşîr zarokên xwe xweyî dike, me xwe di nav we de nerm kir.
8
Em bi hezkirineke wusa bi we ve hatibûn girêdan ku êdî me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva* bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me.
9
Birano, ew ked û zehmetê me tê bîra we? Çaxê ku me Mizgîniya Xwedê ji we re dida, em şev û roj dixebitîn ku em ji kesek ji we re nebin bargiranî.
10
Hûn bi xwe şahid in û Xwedê jî şahid e, ku em bi we bawermendan re çawa bi awayekî paqij, rast û bêqusûr, rabûn û rûniştin.
11
Hûn qenc dizanin, çawa ku bav bi zarokên xwe re dide û distîne, me wusa bi her yekî ji we re da û stand.
12
Me hûn şidandin, em di ber dilê we de hatin û em li ser sekinîn, ku hûn hêjayî wî Xwedayê ku hûn gazî Padîşahî û rûmeta xwe kirine, rêve herin.
13
Û ji bo vê yekê jî em bê rawestin şikir ji Xwedê re dikin ku çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wusa ye, ev jî di nav we, bawermendan de dixebite.
14
Çimkî birano, hûn jî ketin eynî rewşa wan civînên bawermendan ên Xwedê yên ku li Cihûstanê* bi Mesîh Îsa ne, we jî eynî cefa ji destê miletê xwe kişand, wek ku wan ji destê Cihûyan kişand.[b]
15
Wan hem Xudan Îsa, hem jî pêxember* kuştin û tengahî dan me jî. Xwedê ji wan ne razî ye û ew dijraberên hemû mirovan in.
16
Ew ji me re dibin asteng, da ku em ji miletan re Mizgîniyê nedin, ku ew xilas bibin. Bi vî awayî ew hergav kasa gunehên xwe tije dikin û êdî heta dawiyê ew di bin xezebê de ne.
Xemxwarina ji bo Selanîkiyan 
17
Lê birano, heçî em in, em ji bo demeke kurt ji we hatin veqetandin – ne ku dilê me, lê rûyê me ji hev dûr ket – û me bi daxwazeke mezin xîretkêşî kir ku em rûyê we bibînin.
18
Ji bo vê yekê me dixwest ku em bên ba we, ez Pawlos, min bi xwe jî çend caran xwest ku ez bêm, lê Îblîs ji me re bû asteng.
19
Ma di hatina Xudanê me Îsa de, li ber wî, hêviya me an şahiya me an taca me ya pesindanê çi ye? Erê, ma ne hûn in?
20
Çimkî, rûmet û şahiya me hûn in.
  1. a. 2:2 Karên Şandiyan 16:19-24; 17:1-9
  2. b. 2:14 Karên Şandiyan 17:5