Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Zarokên Xwedê 
1
Binêrin, Bav* çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin! Û em ew in. Ji ber vê yekê dinya me nas nake, çimkî ew nas nekir.[a]
2
Hezkirîno, niha em zarokên Xwedê ne û hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê em vê yekê dizanin: Gava ku ew xuya bibe, emê bibin wek wî. Çimkî ew çawa ye, emê wî wusa bibînin.
3
Her kesê ku hêviya xwe bi wî ve girêdide, wek ku ew paqij e, xwe paqij dike.
4
Her kesê ku guneh dike, li hember Şerîetê* radibe; çimkî guneh li hember Şerîetê rabûn e.
5
Hûn dizanin ku ew xuya bû, da ku guneh rake; û li ba wî guneh tune.[b]
6
Her kesê ku bi wî re dimîne, guneh nake; her kesê ku guneh dike, ne ew dîtiye û ne jî ew nas kiriye.
7
Zarono, bila kes we nexapîne. Yê ku rastdariyê dike rastdar e, çawa ku ew rastdar e.
8
Yê ku guneh dike ji Îblîs e, çimkî Îblîs ji destpêkê ve guneh dike. Ji bo vê yekê Kurê* Xwedê xuya bû, da ku karên Îblîs xera bike.
9
Her kesê ku ji Xwedê çêbûye guneh nake, çimkî tovê Xwedê di dilê wî de dijî û ew nikare guneh bike, ji ber ku ew ji Xwedê çêbûye.
10
Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê ji hev kifş dibin: Her kesê ku rastdariyê nake ne ji Xwedê ye û yê ku ji birayê xwe hez nake jî ne ji Xwedê ye.
Ji hevdû Hez Bikin 
11
Çimkî gotina ku we ji destpêkê ve bihîstiye ev e ku em ji hevdû hez bikin.[c]
12
Em ne wek Qayîn* bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku kirinên wî bi xwe xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn.[d]
13
Gelî birayan, eger dinya ji we nefret bike, şaş nemînin.
14
Em dizanin ku em ji mirinê gihîştine jiyanê, çimkî em ji birayan hez dikin. Yê ku hez nake di mirinê de dimîne.
15
Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e û hûn dizanin ku jiyana herheyî bi tu mêrkujî re tune.
16
Em hezkirinê bi vê yekê dizanin: Îsa canê xwe di ber me de da û divê em jî di ber birayan de canê xwe bidin.
17
Eger malê dinyayê bi kesekî re hebe û birayê xwe di rewşeke hewcedar de bibîne û dilê wî pê neşewite, çawa hezkirina Xwedê di dilê wî de dimîne?
18
Zarono, ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin.
19
Û bi vê yekê emê bizanin ku em ji rastiyê ne û li ber wî emê dilê xwe rihet bikin.
20
Eger dilê me, me sûcdar derxe, Xwedê ji dilê me mezintir e û ew her tiştî dizane.
21
Hezkirîno, eger dilê me, me sûcdar dernexe, li ber Xwedê cesareta me heye
22
û em her çi bixwazin emê jê bistînin. Çimkî em emrên wî tînin cih û em tiştên ku li wî xweş tên dikin.
23
Emrê wî ev e ku em baweriya* xwe bi navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û ji hevdû hez bikin, wek ku wî li me emir kiriye.[e]
24
Yê ku emrên wî tîne cih, bi Xwedê re dimîne û Xwedê jî bi wî re dimîne. Em bi vê yekê dizanin ku ew bi me re dimîne: Bi Ruhê ku daye me.
  1. a. 3:1 Yûhenna 1:12
  2. b. 3:5 Yûhenna 1:29
  3. c. 3:11 Yûhenna 13:34
  4. d. 3:12 Destpêkirin 4
  5. e. 3:23 Yûhenna 13:34; 15:12, 17