Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Pirsa Goştê Goriyan 
1
Niha em bên ser goriyên* ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin: Em dizanin ku zanîna me hemûyan heye. Zanîn qure dike, lê hezkirin, ava dike.
2
Eger yek guman dike ku tiştekî dizane, hê ew tiştekî nizane, ka çawa divê ku ew bizane.
3
Lê eger yek ji Xwedê hez dike, ew ji aliyê Xwedê ve tê nas kirin.
4
Îcar, li ser xwarina goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em dizanin ku pût li dinyayê ne tiştek e û ji yekî pê ve Xwedê tune.
5
Eger li ser erdê an li ezmên yên ku ji wan re xwedê tê gotin hebin jî – çawa ku gelek xwedê û gelek xudan hene –
6
ji bo me tenê Xwedayek heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî ye û em ji bo wî hene. Û tenê Xudanek heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi destê wî hat afirandin û em bi wî hene.
7
Lê belê her kes ne xwediyê vê zanînê ye. Hinek jî, ji ber hînbûna pûtan a heta niha, li ser goştê ku ji pûtan re hatiye gorîkirin, hê jî dibêjin: «Ev goşt ji pûtan re ye» û dixwin. Wusa ji ber ku wijdana wan qels e, qirêjî dibe.
8
Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Em nexwin kêmahiya me çênabe, em bixwin jî zêdehiya me çênabe.
9
Lê hay jê hebin, bila ev azadiya we ji bo yên qels bi tu awayî nebe sedemê terpilînê*.
10
Çimkî, eger yek te, tu yê ku zana yî li perestgeha pûtan li ser sifrê bibîne û ew bi xwe jî qels be, ma wijdana wî cesaretê nastîne ku goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin bixwe?
11
Îcar mirovê qels, ew birayê ku Mesîh di ber de miriye, bi zanîna te helak dibe.
12
Û bi vî awayî bi gunehkirina li hember birayan û birîndarkirina wijdana wan a qels, hûn li hember Mesîh guneh dikin.
13
Ji bo vê yekê eger xwarin bibe sedemê terpilîna birayê min, ji bo ku ez birayê xwe neterpilînim, ez qet goşt naxwim.