Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Rabûna Mesîh 
1
Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn.
2
Eger hûn wê Mizgîniya ku min daye we hişk bigirin, hûnê bi wê rizgar jî bibin; an na, we badîhewa bawer kiriye.
3
Çimkî ya ku min stand, min berî her tiştî ragihand we. Wusa ku, Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir[a]
4
û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin.[b]
5
Ji Kîfas* re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû.[c]
6
Piştî vê jî, di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû; û pirraniya wan hê dijîn, lê hin ji wan razane.
7
Piştre ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re.
8
Piştî hemûyan jî, ji min re jî xuya bû, ez ê ku mîna zarokekî jiberçûyî me.[d]
9
Çimkî ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê.[e]
10
Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî.
11
Îcar, eger ez an jî ew, em weha didin bihîstin û we jî weha bawer kir.
Rabûna Miriyan 
12
Eger tê danbihîstin ku Mesîh ji nav miriyan hat rakirin, çawa ji nav we hinek dibêjin: «Rabûna miriyan tune.»
13
Eger rabûna miriyan tune be, Mesîh jî ne hatiye rakirin.
14
Eger Mesîh nehatibe rakirin, hingê danezana me pûç û baweriya we jî pûç e.
15
Hingê em şahidên Xwedê yên derewîn derdikevin. Çimkî me li ser Xwedê şahidî kir ku wî Mesîh ji nav miriyan rakir. Lê eger bi rastî mirî neyên rakirin, hingê Xwedê Mesîh jî ranekir.
16
Çimkî eger mirî neyên rakirin, nexwe Mesîh jî nehatiye rakirin.
17
Eger Mesîh nehatibe rakirin, baweriya we jî betal e, hê jî hûn di nav gunehên xwe de ne.
18
Di vê rewşê de, yên ku di baweriya Mesîh de mirine jî helak bûne.
19
Eger bi tenê ji bo vê jiyanê, me hêviya xwe bi Mesîh ve girêdabe, hingê em ji hemû mirovan bêtir di rewşeke reben de ne.
20
Lê rastî ev e ku Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin û ew berê* pêşî yê razayiyan e.
21
Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû.
22
Çawa ku hemû bi Adem* dimirin, wusa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin.
23
Lê her kes di dora xwe de: Berê* pêşî Mesîh; piştre, di hatina Mesîh de yên wî wê rabin.
24
Piştre, çaxê ku Mesîh her hukumdarî û her desthilatî û hêzê betal bike û padîşahiyê bide destê Bav Xwedê, wê bibe dawî.
25
Çimkî, divê Mesîh hukumdariyê bike heta ku Xwedê hemû dijminan bike bin lingên wî.[f]
26
Dijminê dawî yê ku divê bê rakirin, mirin e.
27
Çimkî «Xwedê her tişt xist bin lingên wî». Gava ku tê gotin, «Her tişt xist bin lingên wî»[g] , eşkere ye, Xwedê ne tê de, her tişt di bin lingên wî de ye.
28
Gava ku her tişt hat xistin bin lingên wî, hingên Kur jî wê serê xwe li ber yê ku her tişt xistin bin lingên wî deyne, da ku Xwedê di her tiştî de her tişt be.
29
Nexwe, yên ku ji bo miriyan imad* dibin, wê çi bikin? Eger mirî tu caran neyên rakirin, hingê çima ji bo wan imad dibin?
30
Îcar çima em her saet di nav talûkê de dimînin?
31
Birano, ez her roj dimirim! Bi saya Xudanê me Îsa mesîh ez bi we serbilind im û ev ji xwe wusa ye.
32
Eger min li Efesê şer kir, wek ku min bi heywanên hov re kiribe, feyda vê ji bo min çi ye? Eger mirî neyên rakirin, «Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin.»[h]
33
Neyên xapandin, «Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike.»[i]
34
Rast werin ser hişê xwe û guneh nekin. Çimkî li ba hinekan zanîna Xwedê tune. Ji bo ku hûn şerm bibin ez van dibêjim.
Bedena ji Mirinê Rabûyî 
35
Lê belê yek dikare bêje: «Mirî çawa tên rakirin? Bi bedeneke çawa tên?»
36
Bêaqilo, tiştê ku tu diçînî, heta ku nemire, şîn nabe!
37
Tiştê ku tu diçînî, ne beden e ku wê çêbe, lê belê tovekî tazî, belkî genim an jî tovekî din e.
38
Xwedê li gor daxwaza xwe bedenekê dide wî, yanî bedena her tovî dide wî.
39
Her goşt ne yek e; lê belê goştê mirovan cihê ye, goştê heywanan cihê ye, goştê teyrikan cihê ye û goştê masiyan cihê ye.
40
Bedenên ezmanî û bedenên dinyayî hene. Lê rûmeta bedenên ezmanî cihê ye, rûmeta yên dinyayî cihê ye.
41
Rûmeta rojê cihê ye, rûmeta heyvê cihê ye û rûmeta stêran cihê ye. Di rûmetê de stêr ji stêrê jî cihê ye.
42
Rabûna miriyan jî bi vî awayî ye. Di rizîbûnê de tê çandin, di nerizîbûnê de tê rakirin.
43
Di şermezariyê de tê çandin, di rûmetê de tê rakirin; di lewaziyê de tê çandin, di hêzdariyê de tê rakirin.
44
Bedena xweheyî* tê çandin, bedena ruhanî tê rakirin. Çawa ku bedena xweheyî heye, wusa jî bedena ruhanî heye.
45
Weha jî hatiye nivîsîn: «Mirovê pêşî Adem, bû canê jîndar.»[j] Lê Ademê paşî bû ruhê ku jiyanê dide.
46
Lê belê ne bedena ruhanî, lê bedena xweheyî pêşî hat; ya ruhanî paşê hat.
47
Mirovê pêşî ji erdê, yanî ji axê ye; mirovê diduyan ji ezmanan e.
48
Yê ji axê çawa be, yên ku ji axê ne jî wusa ne. Yê ezmanî çawa be, yên ezmanî jî wusa ne.
49
Çawa ku me wêneyê mirovê ji axê wergirtiye, wusa jî emê wêneyê mirovê ezmanî wergirin.
50
Birano, ez vê dibêjim: Xwîn û goşt nikarin Padîşahiya Xwedê mîras bistînin. Ne jî rizîbûn dikare nerizîbûnê mîras bistîne.
51
Va ye, ez ji we re sirekê dibêjim: Em hemû namirin, lê di lêxistina boriya dawî de emê hemû di kêlîkekê de, di girtin û vekirina çavan de, bên guhertin.[k]
52
Çimkî borî wê bê lêxistin, mirî wê bi nerizîbûnîtî bên rakirin û emê bên guhertin.
53
Çimkî divê evê ku dirize nerizîbûnê û evê ku dimire nemirinê li xwe bike.
54
Îcar gava ku evê dirize nerizîbûnê û evê ku dimire nemirinê li xwe bike, ev peyva nivîsandî hingê wê bê cih: «Mirin di serketinê de hat daqurtandin.[l]
55
Hey mirinê, kanê serketina te li ku derê ma? Hey mirinê, kanê derziya te li ku derê ma?»[m]
56
Derziya mirinê guneh e; hêza guneh Şerîet e.
57
Lê şikir ji Xwedê re yê ku bi destê Xudanê me Îsa Mesîh serketinê dide me.
58
Ji bo vê yekê, ey birayên min ên hezkirî, veneleqin, nelebte bin, di karê Xudan de herdem xîretkêş bin; çimkî hûn dizanin ku bi Xudan re keda we ne badîhewa ye.
  1. a. 15:3 Îşaya 53:5-12
  2. b. 15:4 Zebûra 16:8-10
  3. c. 15:5 Lûqa 24:34-36; Metta 28:16-17; Marqos 16:14; Yûhenna 20:19
  4. d. 15:8 Karên Şandiyan 9:3-6
  5. e. 15:9 Karên Şandiyan 8:3
  6. f. 15:25 Zebûr 110:1
  7. g. 15:27 Ji: Zebûr 8:6
  8. h. 15:32 Ji: Îşaya 22:13; 56:12
  9. i. 15:33 Ev ji nivîskarê Yewnanî Menander e; ew berî Îsa di nîvê paşî yê sedsala çaran de dijiya.
  10. j. 15:45 Ji: Destpêkirin 2:7
  11. k. 15:51 Selanîkî I, 4:14-17
  12. l. 15:54 Ji: Îşaya 25:8
  13. m. 15:55 Ji: Hoşêya 13:14