Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Rabûna bi Mesîh 
1
Nexwe em çi bêjin? Ma ji bo ku kerem zêde bibe, em di nav guneh de berdewam bikin?
2
Na, tu caran! Em ên ku li hember guneh mirine, êdî çawa dikarin di nav guneh de bijîn?
3
An ma hûn nizanin, em hemû yên ku di hevpariya Mesîh Îsa de imad* bûne, em di hevpariya mirina wî de imad bûne.
4
Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav* ji nav miriyan rabû, wusa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.[a]
5
Çimkî eger em di mirineke mîna ya wî de bi wî re bûbin yek, emê di vejîna* wî de jî bi wî re bibin yek.
6
Em dizanin ku mirovê me yê kevin bi wî re hatiye xaçkirin, da ku nefsa me ya gunehkar betal bibe û êdî em ji guneh re xulamtiyê nekin.
7
Çimkî mirovê ku miriye ji guneh azad bûye.
8
Îcar, eger em bi Mesîh re mirine, em bawer dikin ku emê bi wî re bijîn jî.
9
Em dizanin ku Mesîh ji nav miriyan rabûye û êdî ew namire û êdî hukumdariya mirinê li ser wî nemaye.
10
Mirina ku ew mir bi carekê li hember guneh bû, lê jiyana ku ew dijî, ji Xwedê re dijî.
11
Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.
12
Îcar nebe ku guneh di bedena we ya mirindar de hukumdariyê bike û nebe ku hûn li gor xwestekên wê bikin.
13
Ne jî endamên bedena xwe wek hacetên neheqiyê pêşkêşî guneh bikin. Lê belê wek ên ku ji nav miriyan rabûne, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên bedena xwe jî wek hacetên rastdariyê pêşkêşî Xwedê bikin.
14
Çimkî guneh wê li ser we hukumdariyê neke. Ji ber ku hûn ne di bin Şerîetê de, lê belê hûn di bin keremê de ne.
Xulamtiya Rastdariyê 
15
Îcar çi? Ji ber ku em ne di bin Şerîetê de, lê belê di bin keremê de ne, ma em guneh bikin? Na, tu caran!
16
Ma hûn nizanin ku hûn ji bo xulamtiyê xwe bidin destê kê, hûn xulamên wî ne û hûn bi ya wî dikin? An ji bo mirinê hûn xulamên guneh in, an jî ji bo rastdariyê hûn xulamên guhdanê ne.
17
Lê şikir ji Xwedê re: Bi ser ku hûn xulamên guneh bûn jî, we ji dil û can guh da tewrê wê hîndariya ku hûn lê hatine spartin.
18
Îcar hûn ji guneh hatin azadkirin û ji rastdariyê re bûn xulam.
19
Ji ber qelsiya nefsa we ez li gor mirovan dibêjim. Çawa ku we demekê endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo neheqiyê pêşkêşî pîsîtî û neheqiyê dikir, wusa jî niha endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo pîroziyê pêşkêşî rastdariyê bikin.
20
Çaxê ku hûn xulamên guneh bûn, hûn ji rastdariyê azad bûn.
21
Îcar hingê we çi ber ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, civand? Dawiya wan tiştan mirin e.
22
Lê niha hûn ji guneh hatine azadkirin û ji Xwedê re bûne xulam. Berê ku hûn dicivînin, pîrozî ye û dawiya wî jiyana herheyî ye.
23
Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.
  1. a. 6:4 Kolosî 2:12