Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ewlehiya Xwedê 
1
Madem wusa ye, çi taybetiya Cihûyan heye? An feyda sinetbûnê çi ye?
2
Bi her awayî gelek e. Berî her tiştî peyvên* Xwedê li wan hatine spartin.
3
Eger hinekan ji wan, bawerî* neanîbe, çi dibe? Ma bêbaweriya wan dilsoziya Xwedê betal dike?
4
Na, tu caran! Bila Xwedê rast û her mirov derewker be. Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Da ku, tu di peyvên xwe de rastdar derkevî
Û çaxê ku bêyî dîwankirin, tu bi ser bikevî.»[a]
5
Lê eger neheqiya me rastdariya Xwedê nîşan dide, em çi bêjin? Ma Xwedê neheq e ku xezeba xwe bîne ser me? – Ez wek mirovan dibêjim. –
6
Na, tu caran! Nexwe Xwedê wê çawa dîwana dinyayê bike?
7
Lê eger bi derewkariya min rastiya Xwedê ji bo rûmeta wî zêde dibe, çima ez dîsa wek gunehkarekî, sûcdar têm derxistin?
8
Çima em nebêjin: «Em xerabiyê bikin, da ku qencî jê derkeve?» wek ku hinek buxtanê li me dikin û tiştên ku me negotine davêjin ser me. Cezaxwarina yên weha rast e.
Her Kes ji Rastdariyê Bêpar e 
9
Îcar çi? Ma em Cihû çêtir in? Na, bi tu awayî! Çimkî me berê jî hem Cihû û hem jî miletên din sûcdar kirin ku ew hemû di bin hêza guneh de ne.
10
Çawa ku hatiye nivîsîn:
«Tu kesê rast tune, tenê yek jî tune.
11
Tu kesê ku fêm dike tune,
Tu kesê ku li Xwedê digere tune.
12
Hemû ji rê derketin,
Hemû bi hev re bêkêr bûn.
Tu kesê ku qenciyê dike tune,
Yek tenê jî tune.[b]
13
Gewriya wan gora vekirî ye,
Bi zimanê xwe dixapînin.
Jehra marê reş di bin zimanê wan de ye.[c]
14
Devê wan bi nifir û tehliyê tije ye.[d]
15
Lingên wan ji bo rijandina xwînê bilez in.
16
Şopa wan wêranbûn û rebenî ye
17
Û ew riya aştiyê nizanin.[e]
18
Tirsa Xwedê li ber çavê wan tune.[f] »
19
Îcar em dizanin her tiştê ku Şerîet* dibêje, ji wan mirovan re dibêje ku di bin Şerîetê de ne, da ku her dev bê girtin û hemû dinya li ber Xwedê sûcdar be.
20
Çimkî bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve. Ji ber ku bi Şerîetê guneh tê zanîn.
Riya Rastdariyê Yek e 
21
Lê niha, bêyî şerîetê, rastdariya Xwedê eşkere bû û Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan jî jê re şahidiyê dikin.
22
Ev rastdariya ji Xwedê ya ku bi bawerkirina bi Îsa Mesîh e, ji bo wan hemûyan e ku bawer dikin. Çimkî tu cihêtî tune:[g]
23
Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man.
24
Ew bi kerema wî, bi rizgariya ku bi Mesîh Îsa hatiye, bê berdêl rastdar derdikevin.
25
Xwedê ew ji bo wan ên ku baweriyê bînin, wek goriyeke* kefaretê bi xwîna wî pêşkêş kir. Wî ev kir, da ku dadperweriya* xwe nîşan bide, çimkî wî bi sebra xwe çavên xwe li wan gunehên ku berê hatibûn kirin neqand.[h]
26
Wî ev yek kir, da ku di dema niha de rastdariya xwe eşkere bike û ew bi xwe rastdar be û yê ku baweriyê bi Îsa bîne, rastdar derkeve.
27
Îcar pesindan li ku derê ma? Ew li derve ma. Bi çi qanûnê? Ma bi kirina Şerîetê? Na, lê belê bi qanûna baweriyê.
28
Çimkî bîr û baweriya me ev e ku mirov bêyî kirina Şerîetê, bi baweriyê rastdar derdikeve.
29
Ma Xwedê, tenê Xwedayê Cihûyan e? Ma ew ne Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew yê miletên din e jî,
30
çimkî Xwedê yek e û ewê yên sinetbûyî* ji ber baweriya wan û yên sinetnebûyî jî bi baweriyê rastdar derxe.
31
Eger wusa ye, ma em bi baweriyê Şerîetê betal dikin? Na, tu caran! Lê belê em Şerîetê erê dikin.
  1. a. 3:4 Ji: Zebûr 51:4
  2. b. 3:10-12 Ji: Zebûr 14:1-3; 53:1-3; Zanebêj 7:20
  3. c. 3:13 Ji: Zebûr 5:9; Zebûr 140:3
  4. d. 3:14 Ji: Zebûr 10:7
  5. e. 3:15-17 Ji: Îşaya 59:7-8; Gotinên Silêman 1:16
  6. f. 3:18 Ji: Zebûr 36:1
  7. g. 3:20-22 Galatî 2:16
  8. h. 3:25 Goriya kefaretê: Goriyeke ku di ber gunehan tê dayîn, da ku li wan bê bihûrtin.