Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ez xwişka me Fîbiyê ji we re tewsiye dikim. Ew bi xwe alîkara civîna* bawermendan a li Kenxêryayê ye.
 - 2
 - Wê bi navê Xudan, bi awayekî ku li pîrozan tê, qebûl bikin û çi hewcedariya wê bikeve ba we, alîkariya wê bikin. Çimkî ew jî ji gelekan re û ji min re jî bû alîkar.
 - 3
 - Silavan li Priskîla* û Akîlas bikin, ku bi saya Mesîh Îsa hevalkarên min in.
 - 4
 - Wan di ber min de stûyê xwe danîn. Ne bi tenê ez, lê belê hemû civînên bawermendan ên di nav miletan de jî ji wan re spasdar in.
 - 5
 - Silavan li civîna ku li mala wan dicive jî bikin. Silavan li hevalê min ê hezkirî Apênetos bikin. Ew ji wan ên ku li herêma Asyayê* bawerî bi Mesîh anîne, yê pêşî ye.[a]
 - 6
 - Silavan li Meryema ku ji bo we gelek xebitiye bikin.
 - 7
 - Silavan li Andronîkos û li Yûnya bikin, ku di nav Şandiyan de giranbiha ne, mirovên min û bi min re girtî ne û hê beriya min bawerî bi Mesîh anîne.
 - 8
 - Silavan li Ampliyatos bikin ê ku bi saya Xudan hezkiriyê min e.
 - 9
 - Silavan li hevalkarê me yê bi Mesîh Urbanos û li hezkiriyê min Staxîs bikin.
 - 10
 - Silavan li Apêlîs ê ku bi Mesîh hatiye erêkirin, bikin. Silavan li maliyên Arîstopolos bikin.
 - 11
 - Silavan li mirovê min Hêrodiyon bikin. Silavan li maliyên Narkîs bikin ên ku di baweriya Xudan de ne.
 - 12
 - Silavan li Trîfênayê û li Trîfosayê bikin, yên ku di xizmeta Xudan de dixebitin. Silavan li Persîsa delal a ku di xizmeta Xudan de gelek ked daye bikin.
 - 13
 - Silavan li bijartiyê Xudan Rûfos û diya wî ya ku ji min re jî dêyîtî kiriye, bikin.
 - 14
 - Silavan li Asînkrîtos, Flêgon, Hermîs, Patrobas, Hermas û li birayên ku bi wan re ne bikin.
 - 15
 - Silavan li Fîlologos, Yûliya, Nêrews û xwişka wî, li Olîmpas û hemû pîrozên ku bi wan re ne bikin.
 - 16
 - Bi ramûsana pîroz silavan li hevdû bikin. Hemû civînên bawermendan ên Mesîh silavan li we dikin.
 - Şîretên Dawî û Xatir
 - 17
 - Îcar, birano, ez ji we hêvî dikim ku haya we ji wan mirovan hebe yên ku li hember wê hîndariya ku hûn hîn bûne, dubendiyê çêdikin û xelkê diterpilînin*. Ji wan dûr bin.
 - 18
 - Çimkî yên weha ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin. Bi gotinên xweş û xemilandî dilê mirovên saf dixapînin.
 - 19
 - Guhdana we gihîşt guhê hemûyan. Loma ez ji bo we şa dibim. Lê ez dixwazim ku hûn ji bo kirinên qenc jîr û ji bo yên xerab saf bin.
 - 20
 - Xwedayê aştiyê wê di demeke kurt de Îblîs di bin lingên we de biperçiqîne. Kerema Xudanê me Îsa li ser we be.
 - 21
 - Hevalkarê min Tîmotêyos* û mirovên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros silavan li we dikin.
 - 22
 - Ez Tertiyos, yê ku ev name nivîsiye, bi navê Xudan silavan li we dikim.
 - 23
 - -24 Gayosê ku mêvandarê min û tevahiya civînê ye silavan li we dike. Xiznedarê bajêr Erastos* û birayê me Kuwartos silavan li we dikin.[b] 
 - Dua û Şikir
 - 25
 - Îcar bila rûmet ji wî Xwedayî re be yê ku dikare li gor Mizgîniya min û danezana Îsa Mesîh we qayîm bike; ew sira ku ji demên berê ve hatibû veşartin
 - 26
 - niha eşkere bûye û bi nivîsarên pêxemberan li gor emrê Xwedayê herheyî hatiye dazanîn da ku hemû milet bi ya baweriyê bikin.
 - 27
 - Bila bi saya Îsa Mesîh her û her rûmet ji Xwedê re be, ew Xwedayê ku bi tenê zana ye. Amîn 
 
- a. 16:5 Peyv bi peyv: «Ew li Asyayê ji bo Mesîh berê* pêşî ye.»
 - b. 16:23 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be. Amîn.»
 

