Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mora Heftan û Bixûrdanka Zêrîn 
1
Û çaxê Berx mora heftan vekir, li dor nîv saetê li ezmên bêpêjiniyeke mezin çêbû.
2
Hingê min heft milyaketên ku li ber Xwedê rawestabûn dîtin. Heft borî ji wan re hatin dayîn.
3
Û milyaketekî din hat ku di destê wî de bixûrdanka zêrîn hebû û ew li ber Gorîgeha zêrîn rawesta. Gelek bixûr* jê re hat dayîn, da ku li ser Gorîgeha zêrîn ya li ber text, bi duayên hemû pîrozan pêşkêş bike.[a]
4
Û dûmana bixûrê bi duayên pîrozan re ji destê milyaket bilind bû ber Xwedê.
5
Piştre milyaket rahişt bixûrdankê û ew ji agirê Gorîgehê dagirt û avêt ser erdê. Xurexura ewran, deng, birûsk û erdhejîn çêbûn.
Çar Boriyên Pêşî 
6
Hingê heft milyaketên ku heft borî bi wan re bûn xwe amade kirin, ku li boriyan bixin.
7
Û yê pêşî li boriyê xist, teyrok û agirê tevli xwînê bûyî çêbû û hat avêtin ser erdê. Û sêyeka erdê şewitî, sêyeka daran şewitî û hemû giyayê şîn şewitî.[b]
8
Milyaketê diduyan li boriyê xist, tiştekî wek çiyayekî mezin ku bi êgir dişewitî hat avêtin nav deryayê û sêyeka deryayê bû xwîn.
9
Hingê sêyeka wan afirînên ku di deryayê de dijiyan mirin û sêyeka gemiyan telef bû.
10
Milyaketê sisiyan li boriyê xist û stêreke mezin ya ku wek xetîre dişewitî ji ezmên ket ser sêyeka çeman û ser çavkaniyên avê.
11
Navê stêrê Zerender e. Sêyeka avê wek zerender tehl bû û gelek mirov ji avê mirin, çimkî av tehl bûbû.[c]
12
Û milyaketê çaran li boriyê xist, sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran derb standin, wusa ku sêyeka wan tarî dibû, sêyeka rojê û sêyeka şevê jî bê ronahî dima.[d]
13
Hingê min nêrî û min dengê eylo bihîst ku di nîvê ezmên de difirî û bi dengekî bilind digot: «Ji ber dengê boriyên wan sê milyaketên mayî yên ku wê li boriyê bixin: Wey, wey, wey li wan ên ku li ser rûyê erdê rûdinin.»
  1. a. 8:3 Derketin 30:1-3
  2. b. 8:7 Derketin 9:23-25; Hezekiyêl 38:22
  3. c. 8:11 Zerender: Giyayek gelek tehl e.
  4. d. 8:12 Îşaya 13:10; Hezekiyêl 32:7; Yoêl 2:10, 31; 3:15