Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji Kurên Îsraêl 144 Hezar Mirov Tên Morkirin 
1
Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.[a]
2
Min milyaketekî din jî dît ku ji Rojhilatê derdiket û mora Xwedayê jîndar pê re bû. Bi dengekî bilind gazî wan çar milyaketan kir, yên ku desthilatî ji wan re hatibû dayîn, ku zirarê bidin erd û deryayê; wî ji wan re got:
3
«Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, ziyanê nedin erdê, deryayê û daran.»[b]
4
Hingê min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst: Ji hemû eşîrên kurên Îsraêl sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin.
5
Ji Eşîra Cihûda diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
Ji Eşîra Rûbên diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Gad diwanzdeh hezar,
6
Ji Eşîra Aşêr diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Neftelî diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Minaşe diwanzdeh hezar,
7
Ji Eşîra Şimûn diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Lêwî diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Îsexar diwanzdeh hezar,
8
Ji Eşîra Zebûlon diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Ûsiv diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Binyamîn diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
Elaleta ji Hemû Miletan 
9
Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke* mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.
10
Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin:
«Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku
Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.»
11
Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn* Xwedê û digotin:
12
«Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî,
Şikir, hurmet, hêz û karîn
Bila her û her ji Xwedayê me re be.
Amîn.»
13
Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»
14
Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.[c]
15
Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne
Û di Perestgeha* wî de şev û roj diperizin wî.
Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê* xwe li ser wan vegire.
16
Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin
Û ne tav û ne jî germî li wan dixe.[d]
17
Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye
Wê şivantiyê li wan bike
Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê.
Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»[e]
  1. a. 7:1 Daniyêl 7:2
  2. b. 7:3 Hezekiyêl 9:4-6
  3. c. 7:14 Daniyêl 12:1; Metta 24:21
  4. d. 7:16 Binêre: Îşaya 49:10
  5. e. 7:17 Binêre: Zebûr 23:1-2; Îşaya 25:8; 49:10